Bîlançoya vîrûsa koronayê: 248 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan

  • 11:49 4 Gulan 2020
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserê cîhanê heya niha zêdetirî 248 hezar kes bi vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane. Roj bi roj ev hejmar zêdetir dibe.
 
Her ku diçe hejmara kesên bi koronayê dimirin û pêdikevin, zêde dibin. Li gorî daneyên dawî heya niha li seranserê cîhanê 248 hezar û 332 kes bi koronayê mirine.
 
Hejmara kesên bi koronayê ketibûn û baş bûne jî, gihîşt miyonek û 157 hezar û 275 kesan. Roj bi roj hejmara kesên bi koronayê dikevin zêde dibin. Hejmara kesên li seranserê cîhanê bi koronayê ketine, gihaşt 3 milyon û 567 hezar û 561 kesan.
 
Emerîka heya niha 68 hezar û 602 kes bi koronayê mirine û milyonek û 188 hezar û 421 kes jî bi koronayê ketine. 
 
Li Îtalyayê jî 28 hezar û 884 kes mirine. Hejmara kesên pêketine jî gihîşt 210 hezar û 717 kesan.
 
Li Tirkiyeyê 3 hezar û 397 kes bi koronayê mirine û 126 hezar û 45 kes jî bi koronayê ketine. 
 
Li Îranê jî hejmara miriyan gihaştiye 6 hezar û 203 kesan.