Bîlançoya vîrûsa koronayê: 211 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan

  • 10:53 28 Nîsan 2020
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserê cîhanê hejmara kesên bi koronayê mirine 211 hezarî derbaz kir û yên bi koronayê jî ketine 3 milyonî derbaz kir.
 
Roj bi roj hejmara kesên bi vîrûsa koronayê dimirin û pêdikevin zêde dibin. Li gorî daneyên dawî heya niha li seranserê cîhanê 211 hezar û 663 kesî bi vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane.
 
Her wiha hejmara kesên bi koronayê jî ketine gihaşt 3 milyon û 65 hezar û 871 kesan. Bi giştî li seranserê cîhanê heya niha 923 hezar û 259 kesên bi koronayê ketibûn, baş bûne.
 
Herî zêde mirov li Emerîkayê mirin. Heya niha li Emerîkayê 56 hezar û 803 kes bi vîrûsa koronayê mirine. Her wiha milyonek û 10 hezar û 507 kes jî bi koronayê ketine.
 
Îtalya jî 26 hezar û 977 kes mirine û 199 hezar û 414 kes jî pêketine.  
 
Li Spanyayê heya niha 23 hezar û 521 kes mirine û 229 hezar û 422 kes ji bi koronayê ketine.
 
Li Tirkiyeyê jî hejmara kesên bi koronayê dimirin roj bi roj zêde dibe. Li gorî daneyên fermî heya niha li Tirkiyeyê 2 hezar û 900 kes bi koronayê mirine û 112 hezar û 261 kes ji pêketine.