Dr. Gulgun Kiran: Dawiya pêvajoyê nayê dîtin

  • 09:16 17 Nîsan 2020
  • Tenduristî/Werzîş
ENQERE - Endama ATO MYK’ê Doktor Gulgun Kiran der barê vîrusa koronayê de nirxandin kir û got kêmasiyên di qada tenduristiyê de hîna didomin û got: “Pêvajoyeke ku dawiya wê nayê dîtinê ye. Tê gotin ku dawiya mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê wê biqede. Lê dawiya vê nayê dîtin.”
 
Endama Lijneya Rêveberiya Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) Doktur Gulgun Kiran, der barê kêmasiyên di qada tenduristiyê ya li Tirkiyeyê de nirxandin kir.
 
Gulgunê diyar kir ku hem Yektiya Tabîbên Tirk (TTB) û hem jî ode ji serî de ji bo li dijî vîrusê bi ser kevin zelal tevgeriyane û got bi taybet li ser sekinîne ku mirin li gorî bajaran lezgîn bên vegotin. Gulgunê ev tişt vegot: “ Li gorî bajaran aşkerankirina mirinan yanî fîlyasyon du roj berê wezareta tenduristiyê jî anî ziman. Got dest bi xebatên fîlasyon û epîtemolojî kirine. Me ji serî de ev digot. Me got em wisa bikin ku em bi ser kevin. Lê mixabin ev zelalî ji serî de nedan pêş me. Ji ber vê em dibêjin ku di warê mirinê de hejmarek zelal tüne ye.”
 
‘Hemû beşên giran tije bûne’
 
Gulgenê destnîşan kir ku kesên encamên wan yên testê pozîtîf mirina wan hatiye kodkirin lê li gorî encamên tomografiya kezebê yên pozîtîf hene ku nehatine kodkirin û got: “Em nafikirin ku zelaliyek heye. Lê zelalî fikarên mirovan kêm dike. Dema mirov xwe bigihînin agahiyên rast fikar jî kêm dibin. Yek ji sedemên ku vîrus baş nayê birêvebirin, nezelalkiye. Li gorî agahiyên em ji hevalên xwe digirin hemû beşên giran, beşên koronayê tije bûne. Ji ber vê jî em nikarin bêjin di mirinan de kêmbûnek heye.”
 
‘Beyî ekîpman dan xebitandin’
 
Gulgunê daxuyakir ku di demên ewil yên vîrusê de bi ekîpmanên kêm li dijî vîrusê têkoşîn hatiye dayîn û di asta yekemîn de ji bo hekîmên malbatê ekîpman nehatiye belavkirin û got: “Di wê pêvajoyê de tevî hemû astengiyan li xebatkaran kar ferz kirin. Hem sendîkayan hem jî odeyan bi taybet ev anî ziman. Me di alî ekîpmanan de hişyarî kir. Me got karê xebatkaran zehmet nekin. Jİ ber vê rîsk mezintir dikir.”
 
‘Du rûpûşan didin hekîman’
 
Gulgunê bi lêv kir ku kedkarên tenduristiyê li gorî şertên xwe ekîpman takviye kirine û wiha pê de çû: “Em wek odeyan, neçar man ku takviyeyê bikin. Lê karê ewil yê wezaretê ev bû ku ekîpmanên parastinê stok bike û bide karkeran. Li nexweşxaneyan dû rûpûşan didin hekîman. Dibêjin seranserê rojê bi vê îdare bikin. Ev ne pêkane. Sê caran carê divê ev rûpûş bên guherin. Xebatkarên di 122 de dixebitin jî di bin rîskê de ne. Li ser karkeran kontrolek hatiye depêkirin. 9 kes pozîtîf derketin. Ji ber vê hat bidawîkirin. Pêvajoyeke ku dawiya wê nayê dîtinê ye. Tê gotin ku dawiya mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê wê biqede. Lê dawiya vê ne zelal e.”