Nexweşên sedefê bi bayê sedefê re jî têdikoşin

  • 09:06 29 Îlon 2019
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Bayê sedefê yanî ‘psorîatîk artrît’ ku bandorê ji 5’an yek, li nexweşên sedefê dike, yek ji cureyê ba ku bandorê li ser hemû movîkên bedenê dike ye. Endama Hîndekariya Beşa Romatolojî ya Beşa Zanista Nexweşiyên Hundir ya Fakulteya Tip a Zanîngeha Hacettepeyê, Prof. Dr. Umut Kalyoncu bi wesîleya 28’ê îlonê Roja Hişmendîkirina Psorîatîk Artrît agahiyên girîng dan.
 
Nexweşiya bayê sedefê ku bi nexweşên sedefê re tê dîtin, di her temenî de dikare derkeve û bi taybet bi kesên  temenê wan di navbera 40-50’yî de zêdetir tê dîtin. Yek ji sedema nexweşiya bayê sedefê, bêpergaliya pergala xweparastinê ye. Tê gotin ku aliyekî vê yê nexweşiyê mayîndebûyî ye û ji 3 nexweşan yek ji bi malbata wan re nexweşiya sedef an jî bayê sedefê heye.
 
‘Nîşane êşa paniyan e’
 
Li Tirkiyeyê ji sedî 1-2 nexweşiya sedefê heye. Endama Hîndekariya Beşa Romatolojî ya Beşa Zanista Nexweşiyên Hundir ya Fakulteya Tip a Zanîngeha Hacettepeyê, Prof. Dr. Umut Kalyoncu der barê nexweşiyê de ev agahî dan: “Movikên tiliyên destan, zenda destan, tiliyên lingan, kulîmk, gong, yanî bi kurtasî hemû movik bi bandor dibin. Ligel movîkan li cihên ku tendon digihêjin hestî jî kêm çêdibe. Tendona aşîl ya herî mezin e jî her tim bi bandor dibe. Nîşaneya sereke jî êşa paniyan e.”
Umut diyar kir ku ji sedî 10 komek nexweşên sedefê, beriya ku nîşaneyên nexweşiyê bê dîtin, nîşaneyên di movikan de tên dîtin û got: “Divê sedef û bayê sedefê wek parçeyên heman nexweşiyê bên nirxandin. Yanî her êşa movikê jî ne Psorîatîk artrît e. Lê di vê di her rewşê de ger ev gilî hebin, serî li doktor bê dayîn."
 
‘Divê nexweşî bê kontrolkirin û şopandin’
 
Umut destnîşan kir ku di nexweşiyên romantîzmal de dermankirin, di serê rêbazên teşîskirinê de tê û wiha pê de çû: “Nexweşên Psorîatîk Artrît, testên xwîna wan bi giştî negatîf e. Divê ev nexweş ji aliyê doktorên ba û çerm ve bên kontrolkirin û şopandin. Dermankirina nexweşiyê pêkane. Bi dermankirinê kêma di movikan de dikare bikeve bin kontrolê.”
Umut bi lêv kir ku komên ku li ser dermankirna nexweşiya bayê sedefê xebatan dimeşînin hene û got di 2014’an de bi pêşengiya Beşa Nexweşiyên Hundir ya Hacettepeyê û Beşa Romatolojiyê re bi tevlîbûna 30 navendên romatolojiyê yên welatên me komek xebatê hat avakirin. Umut diyar kir ku ev kom li ser bandorên nexweşiyê, taybetiyên nexweşiyê, dermankirin û bersiva ji bo dermankirina tê dayîn, dixebitin."