Antrenor Şengul Ayyilmaz: Tevlibûna jinan a werzîşê ji bo me serkeftin e

  • 09:09 26 Îlon 2019
  • Tenduristî/Werzîş
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Antrenora Koma Voleybolê ya Cizîrê Şengul Ayyilmaz derbarê xebatên xwe yên serdema nû de axivî û got ku meheke wan dest  bi antremanê kiriye û wiha berdewam kir:  “Di 12’ê Cotmehê de lîg dê dest pê bike. Koma Voleybolê ya jinan a Cizîrê di lîga duyem de ye û  Koma Voleybolê ya Lawan a Cizîrê jî di lîga yekem de têbikoşin. Ev ji bo me serkeftinek mezin e.”
 
Koma Voleybolê ya Navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku di bin banê Şaredariya Cizîrê ya  HDP’ê de ye di sala 2014’an de hatiye avakirin û kom xebatên xwe berdewam dike. Koma Voleybolê ya Jinan a Cizîrê di lîga duyem de, Koma Voleybolê ya Lawan a Cizîrê jî di lîga yekem de li ber xwe didin. Koma Voleybolê ya Jinan û ya Lawan a Cizîrê ji bo serdema nû dest bi amadekariyên xwe kirin. Antrenora Koma Voleybolê ya Cizîrê Şengul Ayyilmaz derbarê xebatên xwe yên serdema nû de ji me re agahî dan.
 
‘Ji 2014’an vir de em di lîga duyem de li ber xwe didin’
 
Şengul, anî ziman ku ji bo avakirina Koma Voleybolê ya Cizîrê di sala 2010’an de biryar girtine û ev biryar xwe piştî ku bi meclisa şaredariyê re parvekirine avakirina wan a komê hatiye qebûlkirin. Şengul, di berdewama axaftina xwe de got ku di sala 2013’an de Koma Voleybolê ya Cizîrê tevlî lîgên heremî bûye û ev tişt got: “Wê demê hem Koma Voleybolê ya Jinan û hem jî ya lawan li navendê yekemîn hatin. Piştre em tevlî maçên ku li Sêrtê pêk hatin bûn. Li wir jî em di kategoriya koma ciwanên futbolvan de yekemîn hatin û di ya jinan de jî duyemîn hatin. Em ji sala 2014’an vir de di lîga duyem de li ber xwe didin.”
 
‘Ji bo me serkeftinek mezin e’
 
Şengul, di dirêjiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li Cizîrê potansiyela ciwan û werzîşê gelek zêde bûye û wiha domand: “Em jî fikirîn me got gelo ji bo van ciwanan em dikarin çi bikin. Ji ber vê jî me biryar da ku Koma Voleybolê ya Cizîrê ava bikin. Piştre jî me ji werzîşvanên xwe yên heyî koma Voleylbolê ya Jinan a Cizîrê ava kir.  Wê demê em tevlî musabeqeyan bûn û li navendê bûn yekem. Em dem bi dem bi astengiyan re rûbirû man. Lê belê armanca me ew bû ku berê jinan bidin werzîşê. Niha gelek werzîşkarên me yên jin hene. Ne tenê jinên Cizîrê  ji bajarên derve jî gelek jin bi me re dikevin têkiliyê û dixwazin bi me re bixebitin. Niha di nav komên me de ji derve gelek jin tevlî bûne. Ev jî ji bo me serkeftinek mezin e.”
 
‘Ji van 200 kes jinin’
 
Şengul, di dirêjiya  axaftina xwe de got hejmara wan a Koma Voleybolê carna digûhere û wiha berdewam kir: “Niha nêzî 50 werzîşkarên me hene. Ji van hinek wek profesyonel di lîgan de dilêyzin û hin werzîşkarên me jî hîn tên amadekirin. Dema me koma xwe ava kir hemû werzîşkarên me ji herêmê bûn. Wê demê me komek ji xwendekarên lîse û dibistana  navîn ava kir. Ji van kesan niha hinekên wan Mamosteya bedenparêziyê dikin. Em wek koma werzîşê bi tenê di qada voleybolê de nalîyzin. Em nêzî 9 salin di bin banê Şaredariya Cizîrê de mamosteya bedenparêziyê jî digihînin. Di nava 9 salan de nêzî 400 kesên ku me ew di warê werzîşê de perwerde kirin niha li zanîngehê beşa sparê dixwînin. Ji van 200 kes jin in. Her wiha niha ew di cihên cuda de jî dixebitin. Em ê xebatên xwe berdewam bikin.”
 
‘Di 12’ê Cotmehê de dê lîg dest pê bike’
 
Şengul, da zanîn ku Koma Voleybolê ya Lawan a Cizîrê di lîgê de bûye yekem û Koma Voleybolê ya Jinan a Cizîrê jî bûye duyem û wiha got: “Ji ber ku serdema nû ya sporê dest pê kir, bi wê re me jî dest bi amadekariyan kir.  Di nav rojê de du caran antreman tê kirin.  Di 12’ê Cotmehê de lîg dê dest pê bike. Nezî mehekê me dest bi xebatên xwe kiriye. Niha 12 jin û 14 mêr jî  werzîşkarên me hene. Ji ber cihê me tune ye em neçarin ku maçên xwe li derve bilêyzin. Sala borî me maça xwe li Cizîrê kir. Em niha jî di nav tevgerê de ne ku em maça xwe lli Cizîrê bikin. Ji ber ku em dixwazin hemû ciwan bên di nav komê me de bilîzin.”
 
‘Ev ji bo me serkeftinek mezin e’
 
Şengul, di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Em dibînin ku ciwanên me yên jin berê xwe nadin qadên werzîşê ji ber malbatan. Ji ber vê armanca me ew e ku em di serî de jin berê ciwanan bidin qadên werzîşê. Me bi 3 werzîşvanan dest bi kar kir û niha jî bi sedan werzîşvanên me hene. Her wiha ji gelek bajaran gelek jin tevlî koma me dibin û dilîzin. Ev ji bo me serkeftinek mezin e.”