'Menopoz ne nexweşî ye parçeyeke jiyanê ye'

  • 09:07 21 Îlon 2019
  • Tenduristî/Werzîş
AMED - Hevseroka SES’ê ya Amedê Gonul Adibelî, da zanîn ku menopoz parçeyek jiyanê ya jinê ye, tiştekî xwezayî ye û got: "Menopoz, bi dawîbûna reglê ye. Divê menopozê wekî nexweşiyê şîrove nekin."
 
Menopoz parçeyek jiyana jinan e û tiştekî xwezayî ye. Menopoz, bi dawîbûna reglê ye. Menopozê di temenê 45 û 55 saliyê de dest pê dike.  Ketina menopozê li gorî şert û mercên jiyanê diguhere. Menopoz wekî peyv ji zimanê Yunanî  tê,  “Mens” tê wateya “heyivê” û “Pause” jî tê wateya “rawestînê”.  Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê Gonul Adibelî, derbarê mijara menopozê û pêvajoya menopozê de agahî da. 
 
‘Menopoz ne nexweşî ye’
 
Gonul di destpêka axaftina xwe de li ser wateya menopozê rawestiya û wiha dest pê kir: “Menopoz jî demeke jiyanê ye. Di jiyana jinê de wekî pêvajoyek tê nirxandin. Wekî zarokatî, ciwantî û kalbûn. Ev tişt jî di jiyana jinê de cih digire. Her wiha divê menopoz wekî nexweşiyek neyê şîrovekirin."
 
‘Di temenê 45 û 55’an de dikevin menopozê'
 
Gonul, da zanîn ku her jinek di navbera temenê 45 û 55 salî de dikeve menopozê û wiha got: “Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê jî menopozê wiha şîrove dike; ‘Vegera reglê bi awayekî mayînde çalakbûna xwe radiwestîne’. Di dema menopozê de, di hêkan de madeya bi navê falekul (overler) dikeve asta herî jêr û girêdayî wê hilberîna Ostrojenê jî kêm dibe. Bi demê re hilberîna Ostrojenê qut dibe û hêk biçûk dibin. Herî dawî jî jin êdî nema regele dibe û jin êdî nikare zarok bine dinê.”
 
'Pêvajoya menopozê girîng e'
 
Gonul, di axaftina xwe de qala pêvajoya premenepoz, postmenopoz û perimenopozê kir û wiha dom kir: "Pêvajoya Premenepoz; wekî destpêka menopozê tê şîrovekirin û di vê deme de hilberîna folekulê kêm dibe. Ketina reglê bê pergal dibe. Ev pêvajo heta çend mehan an jî salekê berdewam dike. Di vê pêvajoyê de pirsgirêkên derkevin holê gelek in. Ta girtin, germbûna zêdehî, xwêhdan, bi hestiyarbûna zêde, bêxweyî, acizî, îştaheke zêde, sorbuna rû, ser êşê, bê bawer bûn, bê hişbûn, bê baldarbûyîn, bê halbûn, westan rû dide. Di pêvajoya postmenopoz de jî, pêvajoya ku di nav bera 7 salan de berdewam dike ku piştî menepozê salekê postmenopoz çêdibe."
 
'Pirsgirêkên tenduristiyê derdikevin holê'
 
Gonul, piştî agahiyên derbarê premenepoz û postmonepozê de li ser perimenopozê jî rawestiya û wiha axivî: "Di rewşa perimenopozê de, lebetên genîtal, rahim, vajina, vulva û uretrayê de biçûkbûnek çêdibe. Girêdayî vê yekê ji zû bi zû hatina îdrarê, di vulvayê de xwerîn, şorbûna rehîm, di kîsê îdrarê de şorbûn pêk tê. Di çerm de tenikbûn, qasiya kolejen ê kêm dibe. Di pirç û mû de kêmbûn pêk tê. Çerm zuha dibe û nerm bûna xwe winda dike. Birînên di laş de zû bi zû rehet nabin. Di nav, lêv û sîngê de mûyên stûr derdikevin. Lê li gel vê yekê di bin çeng û cihê genîtal de mû kêm dibin. Di wê pêvajoyê de lêv zuha dibe, tama dev ne xweş dibe û pirsgirêkên goştê diranan derdikevin holê. Kabiztî û pirsgirêka basûr zû bi zû derdikeve. Rîska nexweşbûn û ketina nexweşiya dil zêde dibe û bi wê re kolesterol zêde dibe.  Pirsgirêkên tansyona zêde, hişkbûna demaran rû didin."
  
'Menopoza xwezayî û menopoza cerahî...'
 
Gonul, di axaftina xwe de bal kişand ser menopoza xwezayî û menopoza cerahî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Menopoza  xwezayî; Berê di temenê 45’an de pêk tê û ji bo vê dibêjin menopoza bilez. Sedemên wê jî rewşa erdnîgarî, radyoterapi, kamoterapî, girtina mîkroban, kurtaj, di dema ducanî de ketina zarok, zêde ducanîbûyîn, kîloyên zêde ne. Bi wê yekê re faktorên temenê menopozê diyar dikin jî travmayên pîskolojîk, şer, deprem, di demek dirêj de di zindanê de mayîn û koçberî temenê wê diyar dike. Jinên ku li cihên xwedî avhewayên sar de, di cihên gundewarî de û xwezayî de dijîn hîn zûtir dikevin menopozê. Ya din jî menopoza nîştegerî (cerrahî);  Di hinek rewşên tedavikirinê de dibe kes bikeve menopozê. Jinek ku regel dibe ger ku hêkdana xwe bi awayekî cerahî derxe wê vegera reglê raweste û pêvajoya menopozê dest pê bike."
 
'Ji bo helandin û şikestina hestiyan biçin nexweşxaneyan'
 
Gonul, da axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya nexweşiya osteoporozê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di pêvajoya menopozê de bi taybetî di hestiyan de mîneral her ku diçe kêmtir dibin. Ev tişt jî dibe sedema şikestin û helandina hestiyan. Ez bi taybet di vê rewşê de pêşniyar dikim ku jin serî li nexweşxaneyê bidin.”