Solîn ji bo zarokên bêderfet qadan diafirîne

  • 09:15 14 Îlon 2024
  • Rojane
AMED - Li navenda Zarok û Malbatê ya Pirarmanc a Solînê, zarok û malbat ji mafên xwe yên bêpar hatine hiştin, şûnde digirin û kesayetek xurt dertê holê.
 
Di 11’ê Adara 2014’an de li taxa Korhat û Kaynartepe ya Rezan a Amedê Navendên Zarok û Malbatê ya Pirarmanc a Solînê ji aliyê şaredariya Rezan ve hat amadekirin. Piştî pratîka 8 salan a qeyûm, şaredarî ji nûve ket dest destê DEM Partiyê û ev proje ji nûve hat destpêkirin. Navenda Zarok û Malbatê ya Pirarmanc a li Korhatê û Mala Lîstikê ya Solîn ya li Kaynartepe û Hewza Soberiyê xizmetê didin.
 
Li navendê zarok li aliyekî tevli atolyeyan dibin li aliyê din jî perwerdehiyên ku piştgiriyê didin pêşketina zîhnî û fîzîkî dibînin. Heman demê de di alî psîkolojîk, civakî de jî ji bo malbatan piştgirî tê dayîn.
 
Kordînatora Giştî ya Navendên Zarok û Malbatê ya Pirarmanc a Solînê, Aynur Ozbay Tolucan der barê xebatan de axivî.
 
Ji bo zarokên bê derfet qad
 
Aynurê da zanîn ku ev navend ji bo zarokên bê derfet hatiye avakirin û wiha got: “Me li mala Zarokan a Solinê ji bo zarokan xebat kirin. Em di esasa zarok û malbatê de xebitîn. Odeyên lîstikê hene. Bi zimanê dayikê perwerde tên dayîn. Qursa îngîlîzî, drama, wêne, santraç, muzîkê û hewza soberiyê heye. Li gorî daxwazan em atolyeyan vedikin. Me rolên zayenda civakî li vir da runiştandin. Me di 2014’an de li Kaynartepeyê di navenda xwe de hewza soberiyê vekir. Zarokên kur û keç bi hev re ketin vê hewzê. Ev gavek pir girîng e. Ji bo soberiyê qad tunene lê li vê navendê heye. Ev derfetek baş e ji bo zarokan. Heman demê de jin jî hatin ketin vê hewzê.”
 
‘Bi zarokan re bixwebawerbûn afirî’
 
Aynurê wiha dirêjî dayê: “Ligel zarokan em pewerdê didin malbatan jî. Xwendekarên dihatin navendê 7 dersên wan qels bûn. Piştî hatin vir belgeyên spasiyê-takdîrê girtin. Em perwerdê didin dayikên wan jî. Di mijara zayenda civakî, tenduristî, paqijî, îstîsmarê de em perwerdê didin. Jinan xwestin xwendin û nivîsandinê fêr bibin. Me bi zimanê dayikê bername çêdikir. Nêrînên dayikan pir girîng bûn. Bav dihatin saziya me bi zarokan re eleqeder dibû. Gelek tiştên xweş dihatin kirin. Zarok bi me bawer bûn. Em ê xebatên xwe bidomînin.”
 
Malbatên zarokan tên ziyaretkirin
 
Aynurê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em zarokan ji derveyê navendê jî dişopînin. Em dinêrin zarok hatine navendê an na? Em bi telefonê digerin. Em dişopînin. Em dipirsin çima nehatine. Em diçin serdana malbatan. Xwendekarên me ji bo me bi nirxin. Li navendê malbat, zarok û mamoste bi hev re bi pitşevaniyê xebatê dimeşînin. Malbat bi me re parve dikin ku bi zarokên xwe re dixwazin çi bikin. Em bi malbat û zarokan re bernameyan çêdikin. Em hefte û rojên taybet qet piştgûh nakin. Em diçin muzeyan, pirtûkxaneyan, sînema, şano û konseran. Malbat jî ligel me tên. Ev gelek girîng e.”
 
‘Gelek projeyên me hene’
 
Aynurê balkişand ser pêvajoya qeyûman û got: “Pêvajoya qeyûman de li navendên me binpêkirinên cidî hebûn. Îstîsmar hebû. Di dema qeyûman de Navendên Solîn hatin beralîkirin. Wê demê li navendê ji bo fêdeya zarokan tu tişt nehat kirin. Ji Zarokîstanan bigirin heta qadên din hemû sazî hatin valakirin. Piştî hilbijartinan me dîsa navendên xwe xistin dewrê. Zarok û malbat pir kêfxweş bûn. Niha gelek plan û projeyên me hene. Em ê zarokên xwe biz iman, jiyan û soberiyê re bînin gel hev. Wê zarok li pirtûkxaneyê pirtûkan bixwînin. Wê bi zimanên xwe perwerdê bibînin. Em ê li her qadê bi zarokan re bên gel hev.”