Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kir

  • 13:00 12 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo dîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ku 42 meh in agahî ji wan nayê wergirtin, serlêdaneke nû ya ji bo hevdîtinê hate kirin.
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê ji bo karibin bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê serlêdan kirin.
 
Parêzeran ji bo muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî heman serlêdan kirin.
 
Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ve hate kirin.