Cenazeyê xuşka Narînê bêyî otopsiyê hatiye definkirin

  • 10:05 12 Îlon 2024
  • Rojane
 
AMED - Piştî qetilkirina Narîn Guran, hat diyarkirin ku xuşka wê Tulînê ya ku bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest daye jî bêyî ku cenazeyê wê bê otopsîkirin, di qeydnên nexweşxaneyê de sedema mirina wê wekî "Mirineke xwezayî" hatiye nîşandan.
 
Piştî qetilkirina Narîn Guran a 8 salî ku li taxa Çuliyê ya Rezana Amedê di 21'ê Tebaxê de winda bû û piştî 19 rojan cenazeyê wê hat dîtin, vêcarê jî xuşka Narînê ya 5 salî Tulîn Guran ku bi awayê bi gûman di 2009'an de bi awayekî bi gûman jiyana xwe ji dest da mirina wê ya bi gûman bû sedema balkêşiyê. Derbarê Tulîn Guran a ku bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê bêyî otopsiyê hat definkirin, Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê mirina wê de ji bo ku arşîvên nexweşxaneyê bên lêkolînkirin nivîs ji Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan a Amedê re şand û qeydên derbarê mirina Tulînê de xwestin.
  
Weke mirinke xwezayî hatiye derbaskirin
 
Li serdaxwaza serdozgeriyê li gorî qeydên ku hatin dîtin hat diyarkirin ku Tulîn a 5 salî ji ber nexweşiyê bi awayekî xwezayî jiyana xwe ji dest daye. Derbarê mirina Tulînê de hemû qeydên nexweşxaneyê ji bo ji Serdozgeriya Komarê re bên şandin ji fermandariya cendirmeyan re hatin şandin.