Kolanên Wanê: Ewil Narîn nedîtin niha jî gumanbaran nabînin

  • 09:07 12 Îlon 2024
  • Rojane
 
WAN - Jinan der barê qetilkirina Narîn Guran de axivîn û gotin: “Dewletê bixwesta ji roja wil de ev bûyer derdixist holê. Lê nekir. Xuyaye her tişt girêdayê hev e. Wê vê mijarê jî wisa bigirin. Dewlet û malbatê bi hevkarî bi destê HUDA-PAR’ê ev zarok qetil kirin. 
 
Cenazeyê Narîn Guran a 8 salî ya di 21'ê Tebaxê de li taxa Çûlî ya navçeya Rezan a Amedê winda bû, di 8'ê Îlonê de li Çemê Egertutmaz  ê bi qasî 2 kîlometreyan dûrî taxê ye hat dîtin. Piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Amedê hat kirin, cenazeyê Narîn duh li goristana gund hate definkirin. Bertekên li dijî qetilkirina Narînê roj bi roj didomin. Narîna ku 19 rojan nehat dîtin guman jî zêde kirin û parlamenterê AKP’ê yê Amedê Galîp Ensarîoglu daxuyaniya wek ‘Carna tiştên em dizanin nayên gotin hene. Ji ber malbat dostên me ne. Mijar xesas e, ez naxwazim zêdetir tiştekî bêjim’ dabû û li ser vê têkiliya malbat-dewlet- tarîkatê dîsa hatibû rojevê. Bertekên li dijî vê her diçin zêde dibin.
 
Li Wanê jinan der barê mijarê de ji ajansa me re nirxandin kirin.
 
‘Belkî hinek tişt dîtin û ji ber vê Narîn qetil kirin’
 
Fazîle Buldan da zanîn ku gundekî odlar û muhafazakar e û got: “Mirovê xwedî bawermend vê bikin wê yên din çi bikin. Destê dewletê jî tê de heye. Dewletê bixwesta ji roja ewil de her tişt derdixist holê. Lê dernexist. Xuyaye her tişt girêdayê hev e. Wê ev mijar jî wisa bê girtin. Gumanbar diyar in. Dewletê berpirsyariya xwe neanî cih. Cihekî din bûya wê hema bihata aşkerakirin. Wê gumanbaran bi veşarî berdin. Wê ceza nedinê."
 
‘Demek dirêj Narîn nedîtin niha jî gumanbar nabînin’
 
Nurcan Sayan jî daxuyakirin ku li gorî wê cenazeyê Narînê piştre danîne çem û wiha bi lêv kir: “Bi rastî jî gelek balkêş bû ku demek dirêj cenaze nehat dîtin. Niha jî gumanbar nabînin. Piştî xebatên dirêj cenaze hat dîtin. Evqas guman hebûn, xebat hatin meşandin, lê agahiyek zelal tuneye. Gumanbar tên parastin. Rastî tên veşartin.”
 
‘Bi hevkariyê bi destê HUDA-PAR’ê hat qetilkirin’
 
Jineke ku nexwest navê xwe bide jî wiha anî ziman: “Dewlet û malbatê bi hevkarî ev kirin. Bi hevkarî bi destê HUDA-PAR’ê zarokek hat qetilkirin. Ev ji xwe dijminê jinê ne. Cenazeyê Narînê ji roja ewil de hat dîtin lê veşartin. Ev polîtîkaya dewletê ye. Her tim bi rojevên nû rojeva esas tê guhertin.”
 
'Wê edalet rojekê bê cih'
 
Jina bi navê Gonul Elmas jî da zanîn ku divê gumanbar cezayên giran bigirin û ji bo dawî li van bê divê her kes bibe yek. Gonulê ev nirxandin kir: “Wê edalet rojekê bê cih. Li wî gundê biçûk nedîtina Narînê ne pêkan e. Malbat, hemû kesên din di hevkariyê de bûn. Xuyaye berê jî wisa bûye û derketiye holê. Bêdeng mane.”
 
'Li pişt qetilkirina Narînê malbata wê heye'
 
Ayşegul Sarikulak jî  got hêviya wan ev e ku qetilkirinên zarokan bidawî bibin û got:” Li pişt qetilkirina Narînê malbata wê heye.  Gumanbar hîna nehatine dîtin û sedem jî yên herî nêzî wê ne. Çima ev bi zarokan tên kirin. Li wî gundî hinek tişt tên kirin û kes dernaxe holê. Her tim tê veşartin.”