Jinên tevli panela çareseriya demokratîk bûn: Aştî xeta me ya sor e

  • 09:04 12 Îlon 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Jinên tevli panela ‘şer, xizanî û çareseriya demokratîk’ bûn, diyar kirin ku ji ber ku di aştiyê de bi israr in, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan gavek girîng dibînin û wiha gotin: “Şer dibe sedema canê Kurdan, bi gelê Tirkiyeyê jî krîza aborî dide jiyîn. Ger aştî pêk bê û Kurd bigihêjin armanca xwe wê Tirk jî rizgar bibin.”
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê di rojên borî de bi sernavê ‘şer, xizanî û çareseriya demokratîk’ panel pêk anîn. Di panelê de hat diyar kirin ku pêkhatina aştiyê û rakirina tecrîdê wê pisgirêkên li welat çareser bike û gotin divê azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk bê. Jinên tevli panelê bûn ji mîkrofonên me re axivîn.
 
‘Şer dibe sedema mirina Kurdan û bi gelên Tirkiyeyê jî krîza aborî dide jiyîn’
 
Fatma Yenî ya di Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de xebatan dimeşîne da zanîn ku tenê şerê germ nayê jiyîn, desthilatdarî êrîşa ku bi çekan nake bi riya şerê taybet pêk tîne. Fatmayê axaftina xwe wiha domand: “Dixwazin pêşî li jinên Kurd bigirin. Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn qetil kirin. Berê jî Nagîhan Akarsel qetil kiribûn. Ev bi şerên taybet tê meşandin. Li Îmraliyê fikriyateke birêz Abdullah Ocalan heye. Mirov vê fikriyatê nîqaş dikin. Ev fikriyat jiyanek wekhev û azad pêşkêş dike. Lê li dijî vê polîtîkayên şer tên meşandin. Dema mirov pirtûkên Abdullah Ocalan dixwînin dibînin ku şer gihiştiye kîjan astê. Têkoşînek mezin dikeve ser milê gelê Kurd. Divê berî her tiştî em pirtûkên Abdullah Ocalan bixwînin û fêm bikin. Şer dibe sedema mirina Kurdan, bi gelên Tirkiyeyê jî krîza aborî dide jiyîn. Divê em modernîteya demokratîk ji gelan re vebêjin.”
 
‘Heta Kurd rizgar nebin Tirk jî rizgar nabin’
 
Yazgul Yildirim jî bi lêv kir ku şer alava xwedîbûna pergala kapîtalîst e û kapîtalîzm ji bo xwe bidomîne hinek tiştan diafirîne û yek ji vê çek e û firotina çekan e. Yazgulê wiha bi lêv kir: “Şer ne tenê mirin e, birçîbûn, xizanî, koçberî ye. Şer di heman demê de gelan tîne hember hev. Şer tiştekî xerab e. Aştî xweş e û divê em ji bo vê têbikoşin. Tiştên tên jiyîn ji tecrîdê serbixwe nîne. Ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan muxatab bê girtin. Lê Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin. Ev pergalek faşîst e. Ne tenê gelê Kurd hemû gel tên pelçiqandin. Heta Kurd azad nebin, rizgar nebin gelê Tirk jî rizgar nabe.”
 
‘Divê hemû alî bên gel hev’
 
Zuhal Kaygisiz jî ku tevli panelê bû destnîşan kir ku zilmê li her qada civakê bandor kiriye û got tecrîd biryarek polîtîk e. Zuhalê nêrînên xwe di berdewamiyê de wiha vegot: “Feraseta êrîşa li hember hebûna Kurdan bi tecrîdê destpê kiriye û heta îro hatiye. Li her derê li ser gelan zilm tê jiyîn. Dibêjin yên wek me nafikirin bila tune bibin. Em ê aştiyê li her derê bînin ziman. Em ji bo vê di vê panelê de hatin gel hev. Aştî xeta me ya sor e.”
 
'Berteka li dijî tecrîdê gelek girîng e'
 
Meryem Şahîn ya di DEM Partî ya Beykozê de xebatan dimeşîne da zanîn ku polîtîkayên desthilatdariyê yên xwe heyî bike li ser şer hatiye avakirinê û wiha dawî lê anî: “Ji bo helwest nîşandanê divê xebat bên meşandin. AKP bi polîtîkayan hewl dide gelan biçewisîne bitirsîne. Nîjadperestî li welat derketiye asta herî jor. Ev êrîş di serî de li hember Kurdan li hember hemû aliyan pêk tê. Hemû kesên li dijî polîtîkayên AKP’ê gotina xwe dibêjin tên cezakirin. Berteka li dijî tecrîdê gelek girîng e. Divê her kes li dijî vê berteka xwe bîne ziman. Em çiqas bê bertek bimînin em ê evqas bên pelçiqandin.”