Ayşegul Dogan: Dixwazin Çuliyê bikin baxçeyê kê?

  • 17:13 11 Îlon 2024
  • Rojane
ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî da zanîn ku di mijara reşkirina delîlên der barê qetilkirina Narîn Guran de divê hemû kes bê lêpirsînkirin û balkişand ser gundê Narînê û got: “Li gundê Çulî xwestin çi bikin, dixwazin çi bikin? Dixwazin baxçeyê kê çêbikin an jî veguherin baxçeyê kê?”
 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya partiya xwe ya didome li navenda xwe ya giştî civîna çapemeniyê li dar xist.
 
Ayşegulê, bi Narîn Guran a piştî ku winda bû 19 rojan cenazeyê wê hate dîtin dest bi axaftina xwe kir. Ayşegulê, anî ziman ku navên kesên tên qetilkirin, navên desthilatan tên guhertin lê rewşa heyî nayê guhertin û wiha berdewam kir: “Rojekê navê wê Roboskê, rojekê Ceylan, rojekê Cemîle, rojekê Ûgûr, rojekê Leyla ye… Kuştinên zarokan, teşeyê qetilkirina wan, lêgerîna edalet û darazê ya pişt re tê bi rê ve birin, kesên vedişêrin û têdikoşin… Vaye ev nayên guhertin. Kesên hewl didin veşêrin û li dijî vê têdikoşin. Wê demê cînayeta Narînê bi tena serê xwe weke cînayet nikare bigirin dest. Mixabin wêneyekî rizîbûnê derketiye holê.”
 
Bandora şer
 
Ayşegulê, bi lêv kir ku tiştên diqewimin ji ber bandora şer in û ev tişt got: “Me behsa rizîbûnê kir, belê rizîbûn heye. Ya ku dirizîne şer e. Li vî welatî şerek heye. Ne pêkane ku tiştekî li vî welatî diqewime ji rastiya vî şerî cuda binirxînin. Ne mirina jinan, ne zarokan, ne bûyerên îstîsmarê, ne tacîz, ne jî tecawiz. Weke civak em tesîreke rasterast a şer jiyan dikin.”
 
'Çi tê veşartin?
 
Ayşegulê der barê kuştina Narînê de jî wiha got: “Çi li Çûliyê hebû? Çi tê veşartin? Heqîqeta li pişt vê cînayê çi ye? Çi ji raya giştî tê veşartin? Daraz dixwaze çi bike? Em dizanin daraz ji kî fermanê digire. Em vê ji Doza Kobanê dizanin. Lê em nizanin ka çi fermanan dane darazê. Tê îdiakirin ku li gund gule hatine dîtin. Gelê me viya meraq dike, lewma em neçarin bipirsin. Guleyên çi ne? Tişta ku li Çûliyê hat xwestin bê kirin çibû? Rayedarên desthilatdariyê neçar in ku viya eşkere bikin.”
 
Hevkariya têkoşînê
 
Ayşegulê  bal kişand ser rojevên di civîna MYK’a partiya xwe de û got ku ji bo hevkariya têkoşînê ew plansaziyên nû dikin. Ayşegulê da zanîn ku di rojeva civîna wan de “Tifaqa Demokrasiyê” jî heye û ew li ser tifaqê jî xebatên xwe didomînin.