Nobeta Edaletê di roja 21’ê de ye

  • 16:33 11 Îlon 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş serdana Emîne Şenyaşar kir û got: “Nepêbaweriya herî mezin bêedaletî ye. Pêbawerî bi edaletê û hiqûqê pêk tê.”
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku li ber Meclisê daye destpêkirin di roja 21’emîn de berdewam kir.
 
Emîne Şenyaşar behsa pêvajoya qetlîamê û qewimandinên piştî qetlîamê kir û carek din daxwaza xwe ya edaletê dubare kir û banga berdana lawê xwe Fadil Şenyaşar ê girtî kir.
 
Parlamenterên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Dîlan Ayan Kunt serdana Emîne Şenyaşar kirin.
 
‘Berxwedanek gelek watedar e’
 
Meral da zanîn ku Meclis bi awayek zanebûn xwe li ber daxwaza malbata Şenyaşar bêdeng dike û bertek nîşanî Serokê Meclisê û Erdogan da ku guh nadin daxwaza Emîne Şenyaşar. Beştaş bal kişand ser berxwedana Malbata Şenyaşar ku bi salane didome û got: “Berxwedanek gelek watedar e. Heke Meclis nebe muxatabê vê yekê gelo wê bibe muxatabê çi? Meclis çi karî dike?”
 
'Pêbawerî bi edaletê û hiqûqê pêk tê'
 
Meral  daxuyaniya Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş, “Wê pêbaweriya Meclisê were şikandin” bi bîr xist û got: “Nepêbaweriya herî mezin bêedaletî ye. Nepêbaweriya herî mezin zilm e. Nepêbaweriya herî mezin ew e ku darazê kirine amûrên xwe. Nepêbaweriya herî mezin necezakirina kujeran e. Pêbawerî bi edaletê û hiqûqê pêk tê.”