Di dosyaya Narînê de, Salîm Guran ji kar hat dûrxistin

  • 15:19 11 Îlon 2024
  • Rojane
 
AMED – Apê Narîn Guran, Salim Guran ku keya bû û di çarçoveya lêpirsîna kuştina Narînê de hatibû girtin, ji wezîfeya keyatiyê hat dûrxistin.
 
Li Taxa Çûlî ya Rezana Amedê di 21'ê Tebaxê de Narîn Guran a 8 salî winda bûbû û di 8'ê Îlonê de jî cenazeyê wê li robara  Egertutmaz hatibû dîtin. Piştî otopsiya Saziya Tipa Edlî ya Amedê cenazeyê Narînê di 9'ê Îlonê de li goristana gund hat veşartin. Bi çarçoveya girtina apê Narînê Salîm Guran de 24 kes hatibûn binçavkirin û ji vana Nevzat Bahtiyar, do hat girtin. Bi heman çarçoveyê meleyê gund Huseyin Guran û hevjîna apê Narînê ya duyem hatibûn binçavkirin.
 
Apê Narîn Guran, Salim Guran ku keya bû û di çarçoveya lêpirsîna kuştina Narînê de hatibû girtin, bi biryara Lijneya Îdarî ya Navçeya Qeymeqemtiya Rezanê ji wezîfeya keyatiyê hat dûrxistin.
 
Hat destnîşankirin ku dema biryara dawî bê dayîn wê biryar bê dayîn ku keyatiya Salim Guran bi temamî bê betalkirin an na.