Kesên ji dosyaya Narînê hatin binçavkirin wê sewqî edliyê bên kirin

  • 10:00 11 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
AMED – Bi çarçoveya lêrpirsîna derbarê Narîn Gurana hat qetilkirin de meleyê gund, hevjîna apê Narînê ya duyem hatibû binçavkirin. Bi tevahî 23 kesên di 8'ê Îlonê de hatibûn binçavkirin wê sewqî edliyeyê bên kirin. 
 
Li Taxa Çûlî ya Rezana Amedê di 21'ê Tebaxê de Narîn Guran a 8 salî winda bûbû û di 8'ê Îlonê de jî cenazeyê wê li robara  Egertutmaz hatibû dîtin. Piştî otopsiya Saziya Tipa Edlî ya Amedê cenazeyê Narînê di 9'ê Îlonê de li goristana gund hat veşartin. Bi çarçoveya girtina apê Narînê Salîm Guran de 24 kes hatibûn binçavkirin û ji vana Nevzat Bahtiyar, do hat girtin. Bi heman çarçoveyê meleyê gund Huseyin Guran û hevjîna apê Narînê ya duyem hatibûn binçavkirin.
 
Piştî cenazeyê Narînê hat dîtin şûnde 23 kes hatibûn binçavkirin û wê sewqî edliyeyê bên kirin.