Ji Şaredariya Peyasê lêkolîna li ser pirsgirêkên jinan

  • 09:33 11 Îlon 2024
  • Rojane
 
  
AMED - Şaredariya Peyasê li qadan dest bi lêkolînên li ser pirsgirêkên jinan, pêdiviyên wan, tundiya li ser jin û zarokan, tengasiya qadên aborî û çawaniya afirandinê kir.
 
Gerînendetiya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Peyasê, ji bo pirsgirêkên jinên di nav sînorên navçeyê de dijîn û daxwazên wan ji şaredariyê bên tespîtkirin, dest bi lêkolîna qadê kir. Di lêkolîna li qadan de, pêşî li jinên li taxa Medyayê dijîn di bin sê sernavan de pirs hatin kirin.
 
Di bin sê sernavan de pirs hatin kirin
 
Di daxuyaniya Gerînendetiya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Peyasê de, di bin sê sernavan de pirs di lêkolîna li qadan de hatiye kirin; di serî de cureyên tundiyê û formên serlêdanê yên li ser mijarên ku pêdiviya jinan pê heye, parastina zarokan, tenduristî û perwerdehî bû.
 
Di bin navê ewlehiyê de jî pirs hatin kirin ku ji bo park, sûk û kolanên navçeyê yên wek qadên gelemperî yên ji bo jin û zarokan bi ewle bên bikaranîn, dê çi bê kirin bû. Û di pirsa dawî de jî, di bin sernavê debarê de pirs hatin kirin. Ji bo jin di jiyana aborî de xuya bibin, qadên kar ên ku bên afirandin, bi jinan re çi dikare were kirin bû. Piştî xebatên qadê bi dawî bûn dê ji bo çareserkirina pirsgirêkan lêkolîn bên kirin.