Piştî Kaderê 4 sal:Xeyala azadiya Kobanê bi pêşengiya jinê hat bicihanîn

  • 09:03 6 Mijdar 2018
  • Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîst Kader Ortakaya ku li dijî dagirkirina Kobanê ya ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve, bi gelek kesî re çû sînorê Pirûsê û hat qetilkirin, di 4’emîn salvegera qetilkirina wê de di darazê de tu pêşketin çênebû. Berxwedana Kaderê ji bo hemû jinan bû rê û gotina wê ya ‘Wê Kobanê nekeve’ jî îro bi pêşengiya hemû jinan tê hunandin.
 
Di pêvajoya ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşên xwe li dijî Kobanê dijwar kirin û bi dehezaran kesî koçî sînorê Kobanê kir de, aktîvîsta jin Kader Ortakaya ya li Zanîngeha Marmarayê lîsansa bilind dikir, jî li dijî hovitiyê bêdeng nema û çû sînor. Di 6’ê Mijdara 2014’an de li xeta sînor ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin. Kader ya di zincîra mirovahiyê ya li xeta sînor cihê xwe girt, dema derbasî Kobanê dibû, ji aliyê leşkeran ve hat gulebarankirin û qetilkirin.
 
Kaderê berî ku  dibistana navîn biqedîne dest bi karkeriya tekstîlê kir û dibistana navîn û lîse ji derve qedand û zanîngeh jî qezenc kir. Kaderê di heman demê de li dijî zîhniyeta serdest ya mêr têdikoşiya. Kader di seranserê jiyana xwe de di her berxwedanê de cihê xwe girt.
 
Piştî qetilkirina Kaderê di nivîsa ku TSK’ê şandibû ji dozgeriyê re, dihat gotin ku leşkerên wê rojê li sînor peywirdarbûne ne çek, gaza îsotê bikaranîne û wesayîtek kobra li wir bûye. Hat îdiakirin ku Kader bi şarapnela di pevçûna navbera DAÎŞ û PYD’ê de jiyana xwe ji dest aye. Lê kesên li cem Kaderê bûn diyar kirin ku leşkerên ji wesayîta leşkeran peya bûne gulebarandine û li Kaderê dane. 
 
Koma leşkeran ku 6 ji kesî pêk dihat mudaxaleyê komê kiriye!
 
Piştî qetilkirina Kaderê hat fêmkirin ku li ser îdiaya ‘bi parçeyê şarapnela ji pevçûna navbera PYD û DAÎŞ’ê hatiye jiyana xwe ji dest daye’ lêpirsîn hat vekirin. Li gorî dosyayê nivîsa ku Tabura 3’emîn a Fermandariya Hêzên Bejayî ya Pirsûsê ji Midûriyeta POlîsan a Pirsûsê re şandiye, hat diyar kirin ku di 6’ê cotmehê de ku koma leşkeran a ji 6 ksan pêk hatiye mudaxaleyê komê kiriye û hat îdiakirin ku ji aliyê Sûriyeyê ve kevir hatine avêtin.
 
Rastiya Kader Ortakaya…
 
Tevî di ser bûyerê re 4 sal derbas bûye jî hîna kujer nehatine darizandin û di dosyayê de tu pêşketin tune ye. Kader ya li dijî komkujiya hat jiyîn di têkoşîna jinê de rolek girîng lîst, di pêvajoya komkujiya Kobanê de rolek aktîf lîst û beriya vê jî di têkoşîna karkeran de, di bûyerên zanîngehê de di berxwedana Geziyê de rolek mezin lîst û li ser jinan bandorek mezin kir.
 
Kader Ortakaya: Wê Kobanê nekeve:
 
“Ez 15 roje bi armanca piştgiriya berxwedana Kobanê li vir im. Îro têkoşîna li Kobanê tê dayîn ne tenê ji bo Gelê Kurd ji bo mirovahiyê tê dayîn. Ji ber vê divê her kes piştgiriyê bide berxwedana Kobanê. Ji bo me jinan berxwedana Kobanê xwedî wateyek cudaye. Bi taybet ji bo jinên Rojhilata Navîn û jinên Kurd kobanê sembola Azadiyê ye. Ji ber niha li Rojhilata Navîn yekane tişta hêjayî jinan tê dîtin mirin û koletî ye. Herî zêde jin ji van şeran zirarê dibînin. Arîn Mîrxan di vê esasê de xwe feda kir. Ji ber vê divê jin zêdetir xwedî li vê berxwedanê derkevin. Em jî ji ber vê li virin. Em ji bo moral bidin berxwedêra li virin. Em ji bo piştgiriya Tirkiyeyê a ji bo DAIŞ’ê asteng bikin li virin. Ez bang li hemû jin û aliyan dikim ku xwedî li berxwedana Kobanê derkevin. Wê berxwedana Kobanê biser keve. Wê Kobanê nekeve.”