Jina Serhildêr: Sema Yuce

  • 10:57 16 Hezîran 2021
  • Portre
 
Nişmiye Guler-Rabia Onver
WAN - Sema Yuce got ez dixwazim bibim xwendevanek jêhatî ya Mazlum û Zîlanan. Wê xwe bi tava Zîlan şuşt. Evîna xwe ya mezin a ji bo azdiyê nîşan da. Ne tenê bû xwendevanek jêhatî, ew bû mamosteyek çeleleng jî, ango niha jî ronahîyê dide Rojhilata Navîn. Di 23'yemîn salvegera Sema Yuce de dayika wê Zennure Yuce wê bi gotina "Ez bi keça xwe her serbilind im" bi bîr tîne.
 
Me wekî "Keça serhildêr a Araratê" ew nas kir. Ew bi têkoşîna azadiyê ve girêdayî bû. Bi ser serhildana jina Agirîyê re 23 sal derbas bûn. Jina kurd Sema Yuce beriya 23 salan li hemberî tarîkirina roja kurd nerazîbuna xwe nîşa da û xwe ji bo pêşerojê kir ronahî. Hîna bi hezaran qehreman dibe çîrûskên agirê jina serhildêr û li hember tarîtiyê têkoşînê dike. Ango ev jin bi mîrasa ku Sema Yuce li pişt xwe hiştiye re dîrokê dinivîsin û ji jinên cîhanê re dibin nimûne.
 
Di 23'yemîn salvegera Sema Yuce de em çûn gundê wê yê bi navê Qerqelîkê yê Navçeya Dutaxa Agiriyê. Şansema çêbûbû ku em 5 sal berê dayika Sema, Zennure Yuce bibînin. 5 sal şûnde dîsa li heman cihî me hevdu dît. Vê yekê dilê me kelecanî kir û em bextewar kir. 
 
Hembêzkirinek germ...
 
Piştî rêwîtiyeke dûdirêj dayika Zennure bi dilnizmî li baxçeyê mala xwe di destên wê de gopalê wê me pêşwazî dike. Bi dîtina me gelekî kêfxweş dibe. Mîna keça xwe Sema hembêz bike me hembêz kir. Ew wekî deynekî ji xwe re dibîne ku rojnamegeran bike mêvan û bîranîna keça xwe bijî. Kesên biçin maka Zennure bi zikê birçî venagerin. Dizanibû em ê biçin mêvandariyê. Loma amadekarî kiribû. Ji cîrana xwe rica kiriye ji bo alîkariya wê bike. Ji sifreya bi kedeke hevpar hatibû amadekirin me jî para xwe girt. 
 
Êşa zarokên Zennure û ji ber emrê derbas dibe pirsgirêkên wê yên tenduristiyê pir pêş ve çûye. Gelek carî zehmetiyê dibîne ku biaxive û bimeşe. Lê belê dîsa jî ew bi jiyanê ve girêdayîye. Ji keça xwe Semayê û ji mala ku ew lê aniye dinê û ji gundê xwe gelekî hez dike. Loma 30 werdek girtiye. Ji jiyana bajar hez nake. Tîne ziman ew carinan diçe gel zarokên xwe yên li bajêr lê belê dîsa vedigere gund. 
 
Di camekanan de çorçoveyên şikestî
 
Sohbeta me ya germ dema ku dewam dikir Dayika Zennure me bir odeya wêneyên Semayê lê bûn. Rêhevalên Semayê xwestine ev ode wekî muzeyê bê bikaranîn. Lê belê gelek wêne çarçoveyên wan şikestî bûn. Dayika Zennure dibêje:"Piranî çarçove şikiyane. Dema ez çûm navendê min ê çarçove bigirta lê dema min çênebû." Çarçove şikestîbin jî bi baldarî di camekanê de hatibûn bicihkirin. Nivîsa Keça Zagip Zarakolu "Keça Azad a Araratê" li quncika camekanê disekine. Portreya parêzvana mafê mirovan Ayşenur Zarakolu di camekanê de bû. Dayika Zennureyê tîne ziman ku ew bi Semayê re di heman girtîgehê de maye loma portreya wê vedişêre. 
 
Name û alavên taybet ên keça xwe di bawilekî de vedişêre
 
Dayika Zennure name û alavên taybet ên keça xwe di walîzekî de vedişêre. Walîzê li ber pacê yek yek bi yek nîşan dide. Dikene û dibêje, "Xwendin û nivîsandina min tune ye. Ez nizanim di hundur de çi hatine nivîsandin". Di walîz de nameyên Sema ji girtîgehê şandibûn, wêneyên wê, nameyên girtiyan şandibûn, rojnivîska Sema ya dibistanê hebûn. Dayika Zennure tîne ziman ku heta niha nameyên Sema nedane kesî. Wê demê bi dîtina alavên taybet ên Semayê em hestiyar dibin. Nivîsa wê ya xweşik bala me kişand. Me jî xwend. Di nameyan de bextewarî, hêvî, bawerî û xeyalên Semayê hene. Gelek wêneyên Semayê xwişkên wê girtine. Wêneyên wê di walîz de hindik mane. Min dema ji Dayika Zennureyê re got dema berê em hatibûn bêtir wêneyên wê hebûwê jî bi gazinc got "Her ku xwişkên wê tên digirin". 
 
Mamaya bi destên xwe dabûye vedişêre
 
Dayika Zennure mamaya ku dema Semayê piştî çalakiyê di nexweşxaneyê de bû û didayê neavêtiye. Mamaya di hundir şîşeya di aliyê binî yê camekanê de rê me dide û dibêj " Dilê min bi ber min de nehat ku biavêjim".
 
Piştre em derbasî baxçeyê malê bûn û me sohbeta xwe li vir dewam kir û em li ser salvegera Sema ya jiyana xwe ji dest daye li hest û fikrên wê guhdar dikin. 
 
'Ez bi Semayê re serbilind im'
 
Dayika Zennureyê di destpêkê de serbilindiya xwe ya ji bo fikir û ramanên Semayê tîne ziman û wiha got:"Em malbateke kurdewar in. Çend zarokên min ên din ên wekî Sema hebûna dîsa min ê ew ji bo partiyê feda bikirana. Lê belê fikir û ramanên wan wekî yên Sema baya min ê feda bikira. Ez tim şikir ji Xwedê dikim ku rûmete wiha bi min da jiyîn. Ji ber sema daye min ez serbilind im. Ez ji bo mirovan û gelê me şanaz im."
 
'Hestên kurdewarî yên Semayê li pêş bûn'
 
Dayika Zennure li ser zarokatiya Semayê jî axivî û wiha got:"Berî Sema tevgera kurd nas bike jî ji zarokên din cuda bû. Hestên kurdewarî yên Semayê li pêş bûn. Apê wê tim jê re digot keça min Leyla Qasim e. Wê demê tevgera azadiya kurd ewqas mezin nebûbû. Semayê her ji parvekirinê hez dikir. Ji mirov û civakê hez dikir."
 
'Çalakiya Semayê li dijî îxanetê bû'
 
Dayika Zennureyê bal kişand ser têkoşîna Semayê û wiha got:"Ger têkoşîna Semayê heta roja îro hatibe ez ji ber vê yekê gelekî bextewar im. Bi serhildana Cizîrê têkoşîna azadiya kurd mezin bû. Bêrîvan, Bêrîtan û Rewşan ji bo jinan bûn îlham. Çalakiya Semayê li dijî îxanetê bû. Ne tenê keça min Bêrîtan, Rewşan û Zîlan jî hene. Ew jî mîna Semayê ne. Wê demê îxanet ket Girtîgeha Çanaqaleyê di exsê Can Yuce de. Dema Fikri Bageldi çalakiya xwe kir tenê soleke Can Yuce girt gel xwe û şewitand. Wateya vêya çi bû? Ev dihat wateya îxanetê. Wê demê Can Yuce Sema 18 rojî kir tecrîdê. Sedema vê çi bû? Dema Serok hatibû girtin Can Yuce gotibû êdî serokê we ez im. Sema jî ev yek qebûl nekir û got 'Roj tenê yek e. Li heman asîmanî du roj nabe'. Ji name û nivîsên Sema dişand derve re dibû asteng. Loma Semayê li girtîgehê gelek zehmetî û îşkence dît. Çalakiya xwe li dijî vê îxanetê kir. "
 
'Ya Mesûd Berzanî dike jî îxanet e'
 
Dayika Zennureyê hevkariya KDP û Tirkiyeyê êrişên li ser Avaşî, Zap û Metînayê rexne dike, vêya wekî îxanet dibîne û wiha dibêje:"Bila pişta xwe nespêrin malbata Berzanî. Bila li dîroka Berzanî binêrin. Heta niha ji bo gelê kurd çi kirine? Dema 5 hezar jinên Êzidî hatin revandin û qetilkirin Berzanî li ku bû? Çû hendek koland ji bo kurd derbas nebin. Nexwe ew ne kurd e. Bila kurd hişyar bibin. Bila ji bo quruşekî xwe nefiroşin. Rewşa Erdogan ev welat xistiyê diyar e. Milet birçî û tî ne. Ew çi dikin bila bikin kurdên bi rûmet naqedin. Kurdên xwe bi pereyan difiroşin jî lanet li wan bê."
 
Gotinên ji bo Abdullah Ocalan
 
Piştre Dayika Zennure çend gotinên ji bo Abdullah Ocalan nivîsandiye bi me re parve dike. Dema em sedema vêya dipirsin jî dibêje " Ez ji wî pir hez dikim. Wî tena serê xwe kurd rakir ser piyan. Wî barê herî giran girt ser milê xwe. Bi Tirkiyeyê re bûn yek û ew kirin girtîgehê. Dilê min pir dişewite loma min ev gotinan ji bo wî rêz kirin." Gotinên Zennure rêz kiriye wiha ye:
 
Min go Xelfeti text û pay e. Kurdekî hêja tê da ye. Navê wî Evdilla ye. Ew Serokê Kurda ye. Şêx Said dersa wî daye. Seid Riza mor lê da ye. Ew tarixa Kurda ye
 
Dayika Zennure herî dawî dibêje :"Me dikujin îşkenceyê li me dikin, me davêjin bin panzêran. Piştre dibêjin heq kirin. Tenê sûcê me em kurd in." Bi vê yekê Dayika Zennure banga mezinkirina têkoşînê li jinan kirin. 
 
Piştî sohbetê Zunnereyê bi gulên ji baxçeyê xwe me oxir kir. 
 
Serdana goristanê 
 
Em rêwîtiya xwe bi serdana goristana Semayê bi dawî dikin. Goristan nêzî malê bû. Me berê hewil da em cihê goristanê bibînin. Goreke bi mermer bala me dikşîne. Mermer bi demê re texrîp bûbûn. Li ser navê Semayê hatibû nivîsandin. Piştî me li vir kêşan kir me li zozanên Semayê lê li hespê siwar bûbû cara dawî nihêrt û em ji gund veqetiyan.