Xewn û xeyalên Rozerîn Çukur nîvco man

  • 14:51 8 Çile 2021
  • Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Rozerîn Çukur hêj 17 salî bû,  di 8'ê çileya sala 2016'an de li Sûrê hedef hat girtin û hat qetilkirin. Rozerîna ku her tim pirsgirêkên şêniyên taxa xwe guhdar dikir dixwest bibe psîkolog. Lê wekî bi sedan zarokên li Sûrê xewn û xeyalên wê nîcco man. 
 
Li Navçeya Sûrê ya Amedê, di 2’ye kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û qedexe 103 rojan berdewam kiribû. Di ser qedexeyê re 5 sal derbas bûn. Di qedexeyan de hemû navçe hat wêrankirin. Xanî û muzeyên dîrokî hatin talankirin. Bi dehan kes hatin qetilkirin û bi sedan kes jî hatin girtin. Di ser qedexeya li Sûrê re 5 sal derbas bûn lê belê tiştên lê qewimîn hîn jî wekî roja ewil di bîra mirovan de ne. 
 
Malbata Rozerînê bi eslê xwe ji gundê Herîdanê ya Pîrana Amedê ne. Di salên 90'an de gundê wan bi êrişa dewletê ve rûbirû maye. Ji ber vê jî malbatê berê xwe daye Amedê û li Sûrê bi cih bûne. Rozerîn jî di sala 1999'an de li taxa Fîskaya ya Amedê tê dinê. Rozerîn di nava malbatê de ji hêla dayika xwe ve wekî "Gulazer" dihat pênasekirin, ji bo malbatê Rozerîn gula malê bû. 
 
Her tiştî meraq dikir û her tiştî dipirsiya. Dixwest sedem û armanca her tiştî fêm bike. Ji bo tiştan hin bêjî bi taybetî bi pîr û kalan re têkilî datîni. Her wiha eleqeya wê bi xezkirinê hebû û di 14 saliya xwe de dest bi nivîsandina kurte çîrokan kiribû.  
 
Koçberiya malbatê, zextên dewletê her tim di dilê Rozerînê de bû tu carî wê yekê qebûl nedikir. Rozerîn dixwest dilê xwe rehet bike û tiştek bike. Taybetmendiyek wê ya din jî hebû û her tim pirsgirêkên kesên derdora xwe bi baldarî guhdar dikir.  Dixwest çareyek bibinê ji ber vê sedemê jî dixwest bibe psîkolog û pirsgirêkan çareser bike. 
 
Wekî bi sedan zarokên Sûrê xewn û xeyalên Rozerînê jî nîvco man. Rozerîn di 8'ê çileyê hêj 17 salî bû li Sûrê hedef hat girtin û hat qetilkirin. Piştî 5 mehan şûnde di testa DNA'yê hat zelalkirin û cenaze teslîmê malbatê kirin. Rozerîn li gundê Herîdanê ya Pîrana Amedê li gora ku beriya 5 mehan hatibû kolandin, di nava lorînên malbatê de, bi tilîliyên jinan û dirûşmên wekî "Bijî berxwedana Sûrê" û "Em dê bi berxwedanê bi ser kevin" hat definkirin. 
 
Her wiha wênekêşa ku li Sûrê pê wêne dikişand danîn ser gora Rozerînê. Her wiha li ser wasiyeta Rozerînê ajandeyek danîn li goristanê. Kesên ku diçin serdana goristanê hest û ramanên xwe dinîvsînin. 
 
Dayika Rozerînê Fahriye da zanîn ku tenê aştî dikare hinek jî êşa wan sivik bike û wiha got: "Ger aştî çêbibe dê êşa min sivik bibe. Ger xwîn neherike dê êşa min sivik bibe. Ger dawî li vê zilmê bê dê êşa min sivik bibe. Lê hîn jî didome. Her dewam dike dilê min dişewite. Dilê hemû mirovan dişewite. Keça min tevî lênûsk û pênûskeke xwe ket nav Sûrê. Divê dewlet hesab bide ji bo çi zarokên me hatin kuştin. Ma qey em nizanin ji bo çi hatine kuştin? Em li taxa xwe, li ber deriyê xwe hatin kuştin. Ên zarokên me kuştin bila bên û hesab bidin.”
 
2 zarokên Fahriyeyê mane û wiha bal kişand ser zarokên xwe: "Ez tu carî kuştina Rozerînê qebûl nakim. Niha jî dema dipirsin ez dibêjim 3 zarokên min hene. 
Her wiha ji ber ku vîlla çêbikin tax hat talankirin, hilwexandin û ciwan hatin qetilkirin. Kîjan roj keys çêbibe dixwazim li wir biqîrim û bibêjim 'xwîna keça min li vir rijiyaye.' Li ser xwîna zarokên me vîllayan çêdikin. Ez van vîllayan qebûl nakim. Bila mirov xwe têxin şûna min."