Li dîjî tundî û zilmê têkoşîna 'aştiyê': Meles Tekîn

  • 11:35 15 Mijdar 2020
  • Portre
MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Meles Tekîn a ku di rojên borî de li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da, li dijî tundî, sirgûn û girtinê di tevahiya jiyana xwe de ji bo aştiyê têkoşîn da.  
 
Dayika Aştiyê Meles Tekin a ku li Dêrika Mêrdînê xwîn çû ser mêjiyê û rakirin nexweşxaneyê di 12'ê Mijdarê de li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.  Meles a 75 salî ku bi navê "Dayika Melo" jî dihat naskirin, 75 salên jiyana xwe bi têkoşînê derbas kir.  Meles Tekîn li gel nexweşî û temenê xwe yê mezin , di 2015'an de got,"Bila aştî bê, xwîn nerijê" û berê xwe da Çiyayê Bagokê. Melesa ku li Çiyayê Bagokê di nav çalakiya mertalên zindî de cih girt, ji ber ku tevli vê çalakiyê bû 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û hat girtin.
 
Melesa di sala 2018'an de di 73 saliya xwe de 18 mehan di girtîgehê de ma di peyama ji ajansa me re şand de wiha gotibû, "Moralê min li cih e. Li vê derê wekî min bi dehan dayik hene. Ez ê têkoşîna xwe bidomînim."
 
Di çalakiya ku ji bo aştiyê tevlibû de ceza girt
 
Melesê ya ku di sala 1945'an de li gundê Buxurê yê Dêrika Mêrdînê hat dinê tevahiya jiyana xwe bi têkoşîna ji bo aştiyê buhart. Melesê piştî ku tevli Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê bû li Pirsûs û li Bagokê ji bo ku xwîn nerijê bi dayikan re têkoşîna xwe berdewam kir. Melesê bi gelek dayikên wekî xwe re ji bo aştiyê têkoşîn da û wekî wan ji ber çalakiya mertalên zindî ku di 2015'an  de li Çiyayê Bagokê hat lidarxistin û tevli bû derbarê wê de bi îdaya 'endamtiya rêxistinê' doz hat vekriin.
 
Li gel raporan 18 mehan di girtîgehê de ma
 
Piştî doza ku li Melesê aht vekirin 4 sal û 2 meh ceza lê hat birîn û di Nîsa 2018'an de ji aliyê cendirmeyan ve ji bermala xwe  ji aliyê cendirmeyan ve hat girtin û birin GIrtîgeha Tîpa T ya Mêrdînê. Melesê piştî mehekê li Mêrdînê ma ji wê jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa T ya Xerpêtê hat kirin.  Melesê ya ku bi îdaya "endama rêxistinê ye" ceza lê hat birîn piştî hat sirgûnkirin 3 rojan agahî jê nehat girtin û ji ber ku xwendin û nivîsandina wê tune bû gardiyanan ew kirin qawîşa serbixwe. . Melesê piştî ku rojekê li wê ma piştre girtin qawîşa girtiyên siyasî. Melesê li girtîgehê bi caran ji ber nexweşiya gurçikan rakirin nexweşxaneyê. Gel ser serlêdanên malbata Melesê û parêzerên wê ku ji bo melesê bi şertê kontrola edlî bê berdan jî carekê ji nexweşxaneya Edenê û carkekê jî ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Xerpêtê raporên dikare di girtîgehê de bimîne ji bo wê hatin dayîn. 
 
'Wekî min bi dehan dayik hene'
 
Melesê ya ku 18 mehan li girtîgehê bi malkîneya diyalîzê ve hat girêdan û nikaribû bimeşiya di peyama ku bi rêya parêzerên xwe ji ajansa me re şand de wiha gotibû,"Ez ê ji Wezareta Dadê re name bişînim. Bila tu kes min meraq neke moralê min li cih e. Wekî min bi dehan dayik hene li vir .Heta ku ez karibim ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Melesa ku piştî 18 mehan bi pakêta darazê ya hat derxisitn re di 25'ê Cotmeha 2019'an de tehliye bû, rojên xwe yên dawî hemû li nexweşxaneyê derbas kirin.
 
'Tevahiya jiyana xwe bi têkoşînê derbas kir'
 
Keça Melesê Emîne Tekîn diyar kir ku dayika wê li gel zextan têkoşîna xwe berdewam kiriye û ev tişt got, "Tu rojan li malê nema. Li gel tundî û zextên lê hatin kirin jî wê aştî dixwest. Dema ku hat girtin jî ne me wê moral dida me .Ji bo ku derkeve me her tişt kir. Lê nêzî du salan di girtîgehê de ma. Nexweşiyên wê li girtîgehê girantir bûn. Hevalên wê yên qawîşê diketin milên wê û ew didanîn ji bo hevdîtinê. Di demên dawîn de jî li ber xwe da li dijî tundiyê çawa li ber xwe da li nexweşxaneyê jî li ber xwe da."