Bi serîhildana xwe mîrateyek mezin li dû xwe hişt: Bêrîtan

  • 09:02 25 Cotmeh 2020
  • Portre
Roza Metîna
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a ku bi rihê têkoşîna xwe rûmeta nirxên jinê û civakê parast di Cotmeha 1992'yan de heta guleya xwe ya dawî şer kir û radestî qebûl nekir. Bêrîtana ku radestî qebûl nekir û xwe ji ser zinarê avêt bi serîhildana xwe mîrateyeke mezin li dû xwe hişt.
 
Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a bi peyama 'radestî jî mirin e' di dîrokê de cihekî taybet girt li dijî jiyaneke ne adîl şer kir. Ji bo jinên îro her tim tundî li wan tên kirin bû alternatîfeke têkoşînê. Bû çavkaniya pêşketina hişmendiya azadî û xweparastinê. Ji bo parastina nirxên jinê jî di heman demê de li berxwe da. Kevneşopiya têkoşîneke bi rûmet a Zarîfe û Besê dewam kir. Niha gelek jinên têkoşer li ser kevneşopiya têkoşîna bi rûmet a Bêrîtanê xizmeta doza azadiya kurd dikin. 
 
Helwest û nêrîna Bêrîtanê ya jiyanê hêz da jinan
 
Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di 1971'an de li Dêrsimê ji dayik dibe. Dibistana seretayî û navîn li Xarpêtê bi dawî dike. Di 1989'an de li Zanîngeha Stenbolê dest bi Beşa Îktisadê dike. Di sala 1990'î de tevgera azadiyê nas dike û di demeke nêz de tê girtin. Di 1991'an de serbest tê berdan. Bêrîtana ku tu carî jiyaneke ji rêzê tercîh nake dema ku li Stenbolê rêwîtiya xwe ya ji bo têkoşîna doza kurd dewam dike bi navê Şîlan tê nasîn. Li gelek taxên Stenbolê malbatên ji têkoşîna Bêrîtanê feyz girtin navê zarokên xwe kirin Şîlan. Bêrîtana ku têkoşîna jinan ji jinên der û dora xwe re rave dikir dema tê Stenbolê ji têkoşîna kurd zêde ne haydar e. Lê belê bi lêkolîn, xwendina pirtûkan û qiymeta ku dida jinan xwe pêş xist û şopeke mezin, bi wate di dilê dîroka têkoşîna Gelê Kurd de hişt. Piştî ku diçû Cejna Newrozê û doza kurd hîn bû êdî pir kêm çû dibistanê. Helwest û nêrîna wê ya jiyanê hêz da jinan. Dixwest hişmendiya jinan pêş bixe û wan tevlî nava xebat û têkoşînê bike. 
 
Rihê têkoşîna Bêrîtanê rûmeta nirxên jinê parast
 
Dema em li dîroka Gelê Kurd dinêrin jina kurd ji bo çand, ax, rûmet û welatê xwe şer kiriye. Ev keveşopî bi salane didome. Jinên mîna Zarîfe û Besê yên li Dêrsimê li dijî dijmin şer kirine nûnerên vê kevneşopiyê ne. Bêrîtana ku ji Dêrsimê ye li mîrateya Zarîfe û Besê xwedî derket û wê jî nûnertiya vê serfiraziyê kir. Axîn Avaşîn (Bêrîvan Yardimci) di 2016'an de heta guleya xwe ya dawiyê şer kir û ji bo nekeve destên leşkerên tirk ew jî xwe ji zinarê diavêje û radestiyê qebûl nake. Axînê jî bi rihê têkoşîna Bêrîtanê rûmeta nirxên jinê û civakê parast. Bi rihekî têkoşer li dijî tank û topan, teknolojiya pêşketî serî netewand. 
 
Berê xwe dide lûtkeyên çiyayên rêbertiya têkoşînê dike
 
Têkoşîna Bêrîtanê tevî zor û zehmetiyên giran mezintir dibe. Di encama vê têkoşînê de dikeve bin çavan. Bêrîtanê dema dikeve bin çavan hinek kes li ser navê wê îfadeyê jî dide û îşkenceyên giran lê tê kirin lê belê ew dîsa jî napeyive û tu sûcdariyan qebûl nake. Bi sekna xwe ya bi hêz û îradeya xwe ya xurt li ser piyan dimîne. Piştî ku ji zindanê derdikeve berê xwe dide lûtkeyên çiyayên rêbertiya têkoşînê dike.Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî ji bo Bêrîtana ku di bin çavan de li dijî îşkenceyên giran li ber xwe da dibêje "Divê Dêrsim rengê Botanê Botan jî rengê Dêrsimê bide","Bêrîtan Jan Dark a Kurda ye."
 
Bi xeyalên wate li jiyanê bar dikir, dijiya
 
Bêrîtanê dixwest romanekê binivîse. Jixwe di nivîseke bîranînê ya di dema dibistana amadekariyê de ji hevaleke xwe nivîsandiye wiha dibêje:"Hûn ê di kutuka nifûsê de min wiha nas bikin, gelo ev ê têrê bike? Ew ê kedkareke/î li Vîetnamê girêdana min a ji bo rengê kesk bizanibe? Ew ê jinên Nikaraguayê bizanibin ku ez di demên xwe yên vala de derdikevim ser şaneşînê û bi saetan li ezman temaşe dikim? Zarokên solan boyax dikin ew ê bi hezkirin û eleqeya min a ji bo helbest û pirtûkan bizanibin?" Ew her dem bi xeyalên wate li jiyanê bar dikir, dijiya. 
 
Bi serîhildana xwe mîrateyeke mezin li dû xwe hişt
 
Di sala 1992'yan de PDK û dewleta tirk bûn yek û êrîşî PKK'ê kirin. Di 25'ê Cotmeha 1992'yan de di vê êrîşê de Bêrîtanê radestî qebûl nekir û xwe ji zinarê avêt. Bêrîtanê li ser esasên xweparastina rewa têkoşîna xwe dewam kir û radestî qebûl nekir. Bi vê serîhildanê mîrateyeke mezin a mînaka berxwedanê li dû xwe hişt û peyama 'radestî jî mirin e' da. Ji bo jinên îro her tim tundî li wan tên kirin bû alternatîfeke têkoşînê. Bû çavkaniya pêşketina hişmendiya azadî û xweparastinê. Ji bo parastina nirxên jinê jî di heman demê de li berxwe da. Li dijî zihniyeta her dem xwestiye jiyana jinê serobina bike, bi îradeyeke xurt sekinî. Li dijî jiyaneke ne adîl şer kir. Kevneşopiya têkoşîneke bi rûmet a Zarîfe û Besê dewam kir. Niha gelek jinên têkoşer li ser kevneşopiya têkoşîna bi rûmet a Bêrîtanê xizmeta doza
azadiya kurd dikin.