Li dijî nîjadperestiyê serî netewand: Rosa Parks

  • 10:10 24 Cotmeh 2020
  • Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Rosa Park a ku bi têkoşîna li dijî nîjadperestiyê di dîrokê de navê xwe da nivîsandin 15 sal berê îro koça xwe ya dawî kir. 
 
Rosa Parks a ku bi têkoşîna li dijî nîjadperestiyê di dîrokê de navê xwe da nivîsandin di 4'ê Sibata 1913'an de li Alabama, Tuskegee’de Louise McCauley ji dayik dibe. Bavê wê James û dayika wê Leona McCauley, hîn ew 2 salî bû dev ji hevdu berdan. 
 
Di zarokatiya xwe de newekhevî û nîjadperestî nas kir
 
Rosa hîn zarok bû bi newekhevî û nîjadperestî nas kir. Di dema perwerdeyê de diçe dibistanên cuda. Rosa li Pine Levelê diçe dibistaneke ji bo reşikan lê derfetên wê ne baş. Bi meşê diçe dibistanê. Lê belê dibistaneke din û nû ji bo xwendekarên din tê çêkirin. 
 
Ji bo dayika xwe dev ji dibistanê berdide
 
Rosaya ku li Dibistana Endisturiyê ya Keçan ya li Montgomeryê perwerdeya xwe dewam dikin di 1929'an de ji bo li dayika xwe binêre dev ji dibistanê berdide. Dawiyê jî paşve venagere. Rosa li fabrîqeya gomlekan dest bi kar dike. Di 1932'yan de Raymond Parks a endama çalak ya NAACP'ê nas dike. 
 
Di 1'ê Kanûna 1955'an de Rosa di wesayetê de ye 
 
Rosa ji 1943'yan heta 1957'an wekî sekretera Serokê NAACP'ê ED Nixon dixebite. Di 1'ê Kanûna 1955'an de Rosa ji bo biçe mala xwe li wesayeta  Cleveland Avenue siwar dibe. Ajokar dibîne ku çend rêwî li se piyan e û wesayetê dide sekinandin. Ajokar dixwaze reşikên rûniştîne ji ser paldankê rabin. 
 
Rosa: Ez ne di wê fikrê de me ku ez rabim
 
3 reşikên di wesayetê de li ajokar guhdar dike û radibin ser xwe lê belê Rosa ranabe. Ajokar jê re dibêje, "Tu çima ranabe ser piyan?". Rosa dibêje, "Ez ne di wê fikrê de me ku ez rabim". Ajokar li polîs digere û Rosayê dide girtin. 
 
Cezayê pereyan didên
 
Rosa li gor Zogana Bajêr a Montgomeryê bi binpêkirina zagonê tê sûcdarkirin. Rosa di heman şevê de bi kefaletê serbest tê berdan. Rosa di 5'ê Kanûnê de bi parêzer Fred Gray beşdarî rûniştinê dibe û bi hinceta rêznameya herêmî binpê kirine 10 dolar û 4 dolar jî heqê dadgehê ceza lê tê birîn. 
 
Çalakiya boykotê
 
Ji aliyekî din jî reşik girtina Rosayê şermezar dikin û banga boykotê ya ji bo wesayetên di nav bajêr de dikin. Boykot 381 rojî dewam dike û dadgeha bilind newekheviya di wesayetan de li dijî makezagonê dibîne. 
 
Êrişên nîjadperestî yên li dijî reşikan
 
Di pêvajoya çalakiya boykotê dewam dikir de êrîşên nîjadperestî yên li dijî reşikan dewam kir. Dêrên aîdî reşikan hatin şewitandin, Mala Nixon tê bombebarankirin. Hinek reşik bi hinceta binpêkirina zagonê tên girtin. Di 13'ê Mijdara 1956'an pêkanîna newekheviya li wesayetan bi  têkoşîna reşikan a ku pêşengiya wê Rosa kir, bi dawî dibe. Di 20'ê Kanûna 1956'an de boykota reşikan jî bi dawî dibe. 
 
Enstutiya Pêşveçûna Kesayetî ava dike
 
Rosa di 1987'an de bi hevalên xwe re Enstutiya Pêşveçûna Kesayetî ava dike. Di 1992'yan de jî biyografiya Rosa Parks: My Story diweşîne. Di 1995'an de jî Quiet Strength a bîranînê xwe diweşîne. Koma Hip hop grubu Outkast di 1998'an de di lîsteyên Billboard ê muzikê de strana “Rosa Parks” a dikeve dorên yekem a 100'î parve dike. 
 
Xelata madalyaya zêr digire 
 
Rosa xelata herî mezin a NAACP, Madalyaya Spingarn û gelek xelatên din digire. Rosa di 24'ê Cotmeha 2005'an de di 92 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê Rosayê li Goristana Detroit’in Woodlawn tê definkirin.