Qedemxêra Loristanî: Xayînên axa xwe, berhemê îxaneta xwe dibînin

  • 09:07 31 Tîrmeh 2020
  • Portre
Medya Uren
 
AMED - Yek ji navên ku di azadiya netewa kurd de roleke girîng lîstiye Qedemxêra Feylî ye. Qedemxêrê di oxira doza gelê xwe de ji bo azadiyê riyên wêrekiyê bi serfirazî bi ser xitstiye. Ew bû pêşenga yekîtiya neteweyî û li dijî îxanetê dibû bersiv.
 
Ked û berxwedana jinan li paş dîroka ku bi destên mêr hatiye nivîsandin radizê. Dîroka ji aliyê mêr ve hatiye zanîn û nasîn, berxwedana jinên wekî Leyla Qasim, Rewşen Bedirxan, Mîna Qazî, Qedemxêr, Berîtan û Sarayan wekî razekê veşartî dihêle. Tenê di van 40 salên dawî de dest bi nivîsandina dîroka berxwedêrên jin hatiye kirin. Êdî jinên xwedî çîroka berxwedan, wêrekî û lehengiyê ji paş perdeyên wan vedişêrin derdikevin. Bi sedan destanên weke destana jina berxwedêr Qedemxêra Loristanî hêjayî vegotinê ne.
 
Têkildarî jidayîkbûn û wefata Qedemxêr dîrokek zelal tune ye. Lê li gorî hinek daneyan ew di salên 1889’an de li Rojhilatê Kurdistanê, bajarê Loristanê weke keça Mîr Qendî Qelawendî û Cewahir tê cîhanê. Bavê wê rêberê Qebîleya Qelawendî ye û di heman demê de mîrê Lorisatana biçûk e.
 
 Wê tucar dev ji doza xwe berneda
 
Jina berxwedêr û wêrek Qedemxêr piştî ku hevserê wê Mîrza Husên Xan serokê eşîreta Loristanê bi pilana serleşker Ebdulla Xanê Tehmasibî (1881-1928) ve tê qetilkirin, Qedemxêr ji bo tolhildanê li dijî dewleta Îranê biryara şoreşek mezin dide. Li gorî hinek daneyan jî dibêjin ji ber ku birayê wê di sala 1925’an de li hemberî Îranê şoreşa azadiyê  dide tê darvekirin û Qedemxêr biryara tolhildanê dide. Bi rêzeeşîretên kurdan re tê ba hev û şerê gerîla li çiyayên Loristanê her ku diçe belav dike. Qedemxêr û hevrêyên xwe di nava salekê de bi sedan efser û serbazên artêşa dewleta Îranê dikujin û bi temamî dawî li desthilatdariya dewleta Îranê li herêmên Xoremabad, Piştkuh û Berkuh tînin. Hêza Şah Riza derbeyek giran dixwe û dema dibîne ku nikare li hemberî wan rabe êdî serî li riyên din dide. Li ser navê aşitiyê hinek leşkerên xwe dişînin gel Qedemxêr û jê re dibêjin em ê şerd û mercên we rast bikin. Şah daxwaza zewacê bi Qedemxêr re dike. Şah bi delegesonê re torbeyek birinc dişine û dibêje bi qasî van liban leşkerên min hene ku Qedemxêr şer hilbijêre wê nikaribe ser bikeve. Lê Qedemxêr hemû teklîfên wî red dike û wiha dibêje: “Van libên birincê bi sê mirîşkên me yên birçî re bibin. Bibînin ku wê sê lib mirîşk çawa ewqas leşkeran di demek kurt de biqedîne.”
 
 Ji bo Qedemxêr yekitî riya serkeftinê bû
 
Cara yekem Qedemxêr bi riya yekitiyê dibîne ku tu hêz nikarin li ber wan rawestin û bi jina çeleng Cîhan Xanim re peymana yekîtiyê çêdike. Bi vê re li hember zilma Riza Şahê Pehlewî yê Îranê heta dawî li berxwe didin. Qedemxêr Xanim û Cîhan Xanim bi hev re gelek serkeftinên mezin jî îmze dikin.  Herdu jinên kurd hemû Hoz eşîretên herêmên weke Hemedan, Loristan, Îran û Osmaniyan dixin destên xwe.
 
Şoreş bi îxanetê  bi bin ket
 
Jina kurd her tim dikaribû bi aramiyê azadiya bi dest bixe. Li hemberî hemû astengiyan bibe riya serkeftinê, yan jî ji bo pêşengan bibe feyzek mezin. Qedemxêrê her tim bêyî ku biweste bi qehremanî berxwedaneke serkeftî bi rêxistin dike. Li hemberî serkeftinan hertim derba herî mezin kurdan li hev daye û qedera şoreşa azadiyê ya Qedemxêrê jî bi heman şêweyî bi dawî dibe. Şahê Îran ê ku nikare li hemberî şerê jina kurd serbikeve, bi alîkariya kurdekî îxanetkar ji sê bendan ve êrişê wê dikin. Qedemxêr demek dirêj berxwe dide, lê piştî cebilxaneya wan xelas dibe mixabin dîl dikeve destê dijmin. Şêre jina kurd Qedemxêr bi qasî 3 salan di zindanê de dimîne û di temenê xwe yê 69 salî de diçe ber ser dilovaniya xwe. Li gorî hin agahiyan dijmin wê dikuje, li gorî hin agahiyan jî ew xwe dikuje. Di zindanê de jiyana xwe ji dest daye.
 
Qedemxêr (1868-1937) li ser wesiyeta wê, wê dibin serê çiyayê Êlwendê li rex gora keça wê Şîrîn vedişêrin.
 
Cîhan Xanim di 85 saliya xwe de li bajarê Xuremawa jiyana xwe ji dest da. Wê jî nêzî gora Qedemxêr li ser çiyayê Elwendê spartin axê. Cîhan Xanim heya roja ku saxbû hevkariya xelkê dikir. Bi taybetî jî wê pir hevkariya kesên xizan dikir. Di roja şahadeta wê de bi hezaran kes, jin, zarok, mêr, kal û ciwan ji bajar û gundan, ji hozên koçeran bi xembarî, axîn, daxên giran wê binax dikin.
 
Piştî têkçuna şoreşê
 
Hemû kesên ku di wê çaxê de li hemberî Riza Şahê Pehlewî serî hildane bi fermana wî hatin girtin û mal û milkê wan hatin desteserkirin. Hinek ji wan malbatên ku di şoreşê de beşdarî kiribûn, ber bi Îraqê ve meşiyan û di nava hoz û tîreyên Kurdên herêmên Xaneqîn, Mendelî Bedre de û hinekan jî li bajarê Bexda xwe veşartin. Li vir ji pêşbîneyên Qedemêrê ên di derbarê yekitî û îxanetê de rast derdikevin. Xayînên axa xwe, berhemê xiyaneta xwe dibînin. Ji ber ku ax, gel, nirx û deskeftiyên kurdan tev bi desten îxanetê wenda bûne. Qedemxêr Xanim û Cîhan Xanim ji bo hemû beşên welatiyan jiyaneke demokrat kiribû diyarî. Cotyar, karker û karmend azad li ser erdê xwe debara xwe dikirin. Piştî ku careke din desthildariya Îranê vegerî Kurdistanê, cotyar, karker û welatiyên Kurd bi hesret û axîn bûn li ber zilma dijmin. Êdî zilm û zordestiya li ser jiyana wan hatiye hildan dubare jiyan.
 
Lewra Qedemxêr her tim bû mêvana dengbêjiyan û destanên qehremaniyê. Gelek çîrokên weke 7 bira û yek xuşk ji çîroka Qedemxêrê feyz girtin e.