Tu yê bi me re bî Duygu Asena…

  • 09:12 30 Tîrmeh 2020
  • Portre
STENBOL - Nivîskar, rojnameger û parêzvana Maf Duygu Asena 14 sal berê ji nav me koç kir. Duygu Asena yek ji kesên girîng ya nivîsa femînîst bû û ji salên 70’ê ji bo jinan nêrîna femînîst pêşkêş kir. Tu yê her tim bi me re bî Duygu Asena.
 
Duygu Asena rojanemger e, parêzvana mafê mirovan e û lêgerîna nasnameya ‘jina azad’ di seranserê jiyana xwe de da meşandin. Duygu 14 sal berê îro yanî di 30’ê Tîrmeha 2006’an de ji nav me koç kir.
 
Duygu di 19’ê Nîsana 1946’an li Stenbolê hat dinê. Koleja Keçan a Taybet ya Kadikoyê û Beşa Pedagojiyê ya Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Stenbolê (ÎU) qedand. Piştî dibistanê li Klînîka Zarokan a Nexweşxaneya Hasekê û Mala Zarokan ya ÎU xebitî. Yekem nivîsa wê di 1972’an de di Kelebek a Huriyetê de hat weşandin û piştre di rojnameyên cuda de xebitî. Di dawiya salên 70’ê de gelek kovarên wek ‘Kadinca’, ‘Onyedî’, ‘Ev kadini’, ‘Bella Bayan’, ‘Fîst’ derhêneriya wê kir. Heman demê qûnciknûsî kir.
 
Bi Kadinca re gotina femînîst
 
Gelek mijarên wek zayendî, şîdet, naskirina beden, kurtaj û gelekên din di kovara Kadinca de di pûlean de li pey hev cih girt û jinan li ser vê dest bi lêpirsînê kirin û nîqaş kirin. Duygu di axaftineke xwe de wan rojan wiha vedibêje: “ Li holê gotinek femînîst tune bû. Bi Kadinca re gotina femînîst derket holê.”
 
Karê wê zehmet bû. Ji ber ku mêr ji vî dengê zêde hez nakin(!). Duygu, bi cesareta ji mafdariya xwe girt deriyên hişmendiya ‘jinbûnê’ vedike.
 
Navê jinê tu ne ye!
 
Yekemîn pirtûka Duyguyê ya hat weşandin jî ya bi navê ‘Navê jinê tune ye’. Pirtûk di 1987’an de hat weşandin û hîna jî pirtûk eleqeyek mezin dibîne. Duygu di vê pirtûkê de rolên li jinan tê ferzkirin digire dest û ewil ji malbat û bavê xwe dest pê dike.
 
Di sê fîlman de jî rol girt
 
Duyguyê piştre pirtûkên wek ‘Aslinda Aşkda Yok-1989’, ‘Kahramanlar hep erkek-1992’, ‘Tiştekî guherî tune-1994’, ‘Aynada Aşk vardı-1997’, ‘Aslinda Ozgursun-2001’, ‘Aşk gidiyorum demek-2003’ û ‘Paramparça-2004’ nivîs. Pirtûkên wê rekora firotinê şikandin.
Duygu di heman demê de parêzvana mafê mirovan e. Qetilkirina Metîn Goktepe, Dayikên Şemiyê, Zarokên Manîsayê her tim ji bo wê nûçe bûn.
 
Bi bêrîkirin…
 
Duygu Asena 14 sal berê ji nav me koç kir. Duygu Asena ji ber tumora di mêjiyê wê de derman dibû û di 30’ê Tîrmah 2006’an de jiyana xwe ji dest da. Cenazeya wê li Goristana Zîncîrlîkuyu hat definkirin. Tu yê her tim bi me re bî Duygu Asena…