Jiyaneke bi berxwedanê tijî: Ez dest ji berxwedanê bernadim

  • 12:25 5 Tîrmeh 2020
  • Portre
AMED - Ji Dayikên Aştiyê Makbule Ozbek a ku di rojên borî de hat girtin beriya ku bê girtin di reportgajeke ku me pê re kiribû de wiha gotibû, "Ez dest ji berxwedanê bernadim. Em dest ji 'Aştiyê' jî bernadin. Divê em xwe bi rêxisin bikin."
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Makbule Ozbek di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî ya li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), de hat binçavkirin, piştre hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Makbule ya 70 salî ku gelek pirsgirêkên wê yên tendirustiyê hene, 5 roj e di hucreyekê de bi tena serê xwe hatiye girtin.  
 
Dayika Aştiyê Makbule beriya ku bê girtin deriyê mala xwe ji ajansa me re vekir û çîroka jiyana xwe ji me re vegotibû.
 
Makbule ji ber têkoşîna xwe ya di salên 1990'î de ku li dijî îşkenceyê da bû yek ji jinên ku pêşengiya têkoşîna azadiya jinê dike ye. Makbule niha çîroka xwe ya berxwedanê li girtîgehê berdewam dike. Lawê wê Eser Ozbek di reportaja ku derbarê dayika xwe de da diyar kir ku dayika wî tenê daxwaza 'Aştiyê' kiriye û xwest ku demildest bê berdan. 
 
Jiyana xwe bi lêgerîna cenazeyên zarokên xwe derbas kir
 
Makbule ya ku li gundê Şorşiba yê Çinarê tê dinê bi zora malbatê bi mêrekî ku wî qet nas nake re tê zewicandin. Makbule piştî bi darê zaroê tê zewicandin 6 zarokan tîne. Di encama tundiya dewletê ya li ser Gelê Kurd de 2 zarokên Makbuleyê jiyana xwe ji dest didin û ew jî bi caran tê binçavkirin û îşkencekirin. Makbule li gel van zextan hemûyan jî têkoşîna xwe berdewam dike û daxwaza 'Aştiyê' dike. Makbule ji bo ku an agahiyekê ji zarokên xwe bigire û yan jî cenazeyê wan bibîne serî li hemû rêyan dide. Lê li gel vê jî êrîşên dewletê yên li dijî Makbûleyê qet bi dawî nabin. Makbule bi caran tê binçavkirin, girtin û dibe hedefa dewletê. 
 
'Ez qet dest ji têkoşînê bernadim'
 
Makbule ji ber cezayên ku lê tên birîn bi salan, ji dewletê direve. Makbule wiha bahsa zarokên xwe kir: "Di sala 1992'yan de lawê min dema dibistana orte dixwend ji ber zilma dewlet berê xwe da çiya. Keça min jî piştî lawê min bi salekê bi heman rêyê de çû. Keça min piştî çûna xwe bi salekê li Herêma Gabar a Şirnexê jiyana xwe ji dest daye. Ez vê rastiyê piştî bi salan ku polîsan bi ser mala min de girt dema ji min re gotin, 'me keça te qetil kir' hîn bûm. Lawê min jî di sala 1997'an de li herêma Girêsor a Pasûra Amedê jiyana xwe ji dest daye. Min ne cenazeyên zarokên xwe dîtin û ne jî hetiyên wan dît. Çavên dewetê her li ciwanên me ye digire, îşkence dike û dikuje. Dayik jî li dijî vê têkoşînê didin. Em naxwazin tu kes bê kuştin. Min êşa kezebêdît ji bo dayikên din nebînin têdikoşim."
 
'Ez û keça xwe bi hev re hatin binçavkirin'
 
 Makbule diyar kir ku di salên 1990'î de bi derketina JÎTEM'ê re tundî û kuştin zêdetir bû, ew bi xwe jî bi caran hatiye îşkencekirin. Makbule bahsa serdegirina gundê xwe kir û wiha berdewam kir: "Di sla 1998'an de dema ez û keça xwe tenê li mal bûn leşkeran bi ser mala me de git. Em li erdê dirêj kirin û xwestin me binçav bikin. Dema min sedem pirsî jî gotin,'Div hûn îfadê bidin'. Min û keça min kirin wesayitekê. Piştre hîn bûm ku bi ser mala jintiya min de jî girtine û lawê wê Cîhan bi mêrên li gund re birine. Em demekê di wesayitê de man. Piştî ku min dît tu kes xuya nake min keça xwe jî girt û em ji wesayitê peya bûn, me berê xwe da dukaneke li heman kolanê û ji wê jî em derbasî mala cîranên xwe bûn.  Li ser vê leşkeran piştgirî xwest û bang kirin.  Gotin ger tu ji avahiyê derneyê em ê bişwitînin. Min jî got keça min negirin ez ê bêm. Min keça xwe li wê hişt û hatim cem wan."
 
'Şev an roj bû min nizanibû'
 
Makbule îşkenceya ku ji aliyê JÎTEM'ê ve lê hat kirin vegot û got ku ji bo nebe şahidin hin tiştan çavên wê hatine girêdan. Makbûle got ku ew daxistine jêrzemînekê û wiha berdewam kir: "Dema ku îfadeya min girtin tişta min nekiribû xwstin bi min bidin qebûlkirin. Dema ku min qebûl nekir jî min îşkence kirin.  Ceryan dan laşê min û îşkenceyeke giran li min kirin. Dem bi dem çavên min vedirin û girê didan. Min nizanîbû ku ne şev an jî roj e. 3 rojan îşkence li min kirin. Piştî îşkenceyê dema ku min çavên xwe vekriin min dît ku hemû kincên min tev şil bûne. Ji ber ku serê çile bû ez cemidîm û ji serma diricifîm. 15 rojan bi wî awayî di lêpirsînê de mam."
 
5 salan di girtîgehê de mam
 
Makbule, dibêje ku piştî îşkenceyê ew şandine girtîgehê û li wê jî ji ber ku xwestiye biçe qawîşa giriyên siyasî leşkeran heqeret lê kiriye. Makbule piştî ku li Girtîgeha Amedê mehekê dimîne li ser daxwaza wê dişînin Girtîgeha Êlihê û piştî ku 2 sal û nîvan di girtîgehê de dimîne tê tahliyekirin. Makbule dema li derve dimîne ceza lê tê birîn û disa tê girtin û dibêje," Ez 2 sal û nîvan li Girtîgeha Êlihê mam û 2 sal û nîvan jî li ya Amedê mam. Bi giştî 5 salan di girtîgehê de mam. Dema ku ez li Êlihê girtî bûm keça min jî digirin. Rojekê min dît ku keça min ji deriyê qawîşê ket hundir. Keça min piştî 3 mehan tahliye bû. Li girtîgehê jî girtiyên siyasî bi zextan re rûbirû diman."
 
DI avakirina Înîsiyatîfa Meclisa Dayikên Aştiyê de cih girt
 
Makbule piştî di sala 2001'ê de ji girtîgehê tê tehliyekirin bi 3 Dayikên Aştiyê re Înîsiyatîfa Meclisa Dayikên Aştiyê ava dike û li wê têkoşîna xwe berdewam dike. Makbule dibêje ku li wê jî bi zextên dewletê re rûbirû maye û ev tişt got," Heta dawîli pişt doza zarokên xwe me. Min soz daye wan. Çi dibe bila bibe ez dest ji berxwedanê bernadim û ez ê 'Aştiyê' bixwazim."
 
'Em çiqas zêde bibin em ê ewqas bi hêz bin'
 
Makbule bal kişand ser piştevaniya jinê û got divê hemû jin derkevin qadan.Makbule wiha berdewam kir,"Ji bo yekitî û wekheviyê divê hemû jin derkevin qadan û li doza xwe, zarokên xwe û têkoşîna xwe xwedî derên. Divê dayik bi yek bin. Ji bo vê divê em mal bi mal bigerin û dayikan bi rêxisitin bikin. Em çiqas zêde bibin em ê ewqas bi hêz bin."
 
'Li dijî tundiyê serî netewand'
 
Lawê Makbule Eser Ozbek bahsa têkoşîna dayika xwe ya piştî hatiye girtin kir û got: "Dayika min jineke kurd ku em mezin kirine û jiyana xwe hemû bi têkoşîna ji bo rêxistin û îdeolojiyê derbas kiriye ye. Zarokên xwe jî bi vê ferasetê mezin kirin. Armanca dayikam min ku şer biqede. Ji bo ku ji tu aliyan kes neyên kuştin têkoşîn da. Dayika min ji bo me bû mînak û li dijî tundiyê serî netewand."
 
Girtina wê rewşeke polîtîk e'
 
Eser diyar kir ku dayika wî li gel temenê xwe bi têkoşîna daye ji wan re bûye moral û ji roja ku Înîsiyatîfa Meclisa Dayikên Aştiyê ava kiriye roleke aktîf girtiye ser milên xwe. Eser diyar kir ku dayika wî piştî Leyla Guven di sala 2018'an de dest bi greva birçîbûnê kir wê jî dest bi girevê kir û piştgirî da çalakiyê. Eser diyar kir ku dayika wî piştî dest bi grevê jî kiriye hatiye girtin û wiha berdewam kir. Girtina dayika min a di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî ku lidijî KCD'ê hat destpêkirin rewşeke polîtîk e.  Ev helwesta dewletê ya çavtirsandinê ye û bi vê dixwaze ku bibêje kî dibe bila bibe ez ê bigirim. Nexweşiyên dayika min ên kronîk hene û raporên wê jî hene. Lê li gel ku me ev rapor pêşkêşî dadgehê kirin jî tu tişt nehat kirin. Ev tirsa dewletê ya ji dayikan e. Li dijî Şerê li Rojhilata Navîn tê meşandin dayik ji bo vî şerî rawestînin pêşengiyê dikin." "
 
'Gelek nexweşiyên dayika min hene'
 
Eser diyar kir ku dayika wî bêyî biçe dibistanê bi derfetên xwe hînî xwendin û nivîsandinê bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dayika min di demên xwe yên vala de pirtûk û kovarên bi kurdî dixwendin. Dixwazin pirtûkên dayika min xwendine îlegalîze bikin. Sûcdarkirina dayika min ne karê hiş û aqilan e. Di dosyaya wê de şînên ku teli wan jî bûye suc hatine hesibandin. Jê pirsa tu çima çûyî şîne hatiye kirin. Tevlibûna merasîma cenazeyan û şînan peywirek mirovî ye. Dayikek 70 salî çawa dibe endama rêxisitnê? Dayika min tenê aştî xwest. Em ji rewşa jiyana dayika xwe bi fikar in. Parêzerê wê diyar kir ku hem di warê derûnî de û hem jî di warê tendirustiyê de rewşa dayika min ne baş e. Li gel dayika min divê hemû girtiyên siyasî û yên nexweş bên berdan."