Jinên têkoşer bi sekna xwe pira azadiyê lê kirin

  • 09:05 3 Tîrmeh 2020
  • Portre
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Jinên Kurd her dem bi têkoşîn û berxwedana xwe mohra xwe li dîrokê xistine. Bi têkoşîn û berxwedana xwe pêşengiya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê kirin û gelek jin ji koletî û zilmê rizgar kirin. Jinên mîna Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl, Emîne Weysî bûn çavkaniya azadî û serkeftinê. Her ciqaş mirov qala qehremantiya jinên têkoşer bike kêm dimîne, lê bi domandina doza wan em dikarin xeyalên ku li pey xwe hiştine pêk bînin.   
 
Di 23'yê Hezîranê de dewleta tirk bi awayekî tund û êrîşên dijmirovî berê xwe da Kobanê. Bi balafirên bê mirov (SIHA) li gundê Helincê yê girêdayî bajarê Kobanê xist. Di encama êrîşê de sê jinên têkoşer jiyana xwe ji dest dan û bûn çirûskên azadiya xeta jinan. Di êrîşê de Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel, ji Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Şêranê Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Weysî, bûn hedef. Armanca vê êrîşê yek jê hedefgirtina xeta jina azad e û di heman demê de hedefgirtina destkeftiyên jinê ne. Bi sala ne jina qehreman li dijî pergala faşîzmê li ber xwe dide. Tevî hemû zehmetiyên ku jin pê re rû bi rû ma, dîsa jî bû pêşenga şoreşa azadiyê. Di demên desthilatdariya Rêjîma BAAS'ê de, dîsa jinan têkoşîneke bê hemba didan meşandin. Ji jinên ku pêşengtiya şoreşê kirin û zilma li ser tevahî jinan qebûl nekirin jê Zehra, Emîne û Hebûn bûn. Ev jin xwedî nêrînên azad bûn û ji bo mafê tevahî jinan tev digeriyan. Êrîşa ku wan kire hedef jî, nikarîbû wê herikîna jiyanê û kelecana şoreşê di dilê tevahî jinan de bide rawestandin.
 
Ji bo azadiyê canê xwe feda kirin
 
Di rastiya Gelê Kurd de gelek jinên têkoşer mohra xwe li rûpelên dîrokê dane. Di hin deman de navê jinên berxwedêr di nava rûpelên dîrokê de hatine nivîsîn, di hin deman de jî mixabin navê jinan nehatiye nivîsîn û di nava rastiya jiyanê de ew bûne qehremanên bê nav . Li gelek deveran têkoşîna jinên berxwedêr tenê di nava serpêhatiyên devkî de tê gotin û dibin rastiya jiyana jinan. Serdema ku em tê de dijîn jî li gelek deverên ku mêr-dewlet serdest e hebûna jinê tê qedexekirin û jinên têkoşer dibin hedefa mêrê serdest. Di her destan û serhildanên kurdan de jin bûne pêşengên berxwedan û serhildanên ji bo azadiyê. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî bi deh hezaran jinan di nava refên YPJ’ê de û di qadên siyasî de cih girtin, bûn pêşengên şoreşê. Bi têkoşîna wan, şoreşa Rojava bû şoreşa jinê û jin li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bûn hêza sereke û di civakê de gava yekem ya guherîna fikrî dan destpêkirin. Berxwedana Kobanê ku di pêşengtiya jina şervan de deng li cîhanê veda û bi Arînan bû sembola jina azad, wê bi Hebûnan jî bigihîje lûtkeya serkeftinê. 
 
Hebûnê di her henaseyekê de, têkoşîna jiyanek azad dida
 
Têkoşer Hebûn Mele Xelîl ji malbateke welatparêz e. Bi eslê xwe ji gundê Helincê ye, lê ji ber sedema kirîna erdan malbata wê li gundê Pêndir ê Rojhilatê Kobanê bi cih bûye. Hebûn 41 salî bû. Dibistana seretayî li Kobanê xwendiye. Di nava malbateke ku ji 13 xwişk û 9 birayan pêk tê, dijiya. Dayika Hebûnê Penpe Mele Xelîl ji ber sedema nexweşiya şekir jiyana xwe ji dest daye. Hebûn piştî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan beşdarî nava têkoşîna tevgera azadiyê ya jinê dibe û heta kêliya dawî ya jiyana xwe bi awayekî çalak û bê navber têkoşîna azadiya jinê daye meşandin. Hebûn yek ji jinên ku di şerê azadiya Kobanê de, di nava refên YPJ’ê fermandariya rêhevalên xwe kiriye û heta kêliya dawî ya rizgariya Kantona Kobanê bê navber li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer daye meşandin.
 
Hebûn di her kêliya jiyanê de dibû parêzvana axa welatê xwe
 
Hebûn di her kêliya jiyanê de ji bo parastina axa welatê xwe û azadiya jinan û ji bo jinan ji hişmendiya mêr-dewleta dagirker rizgar bike têkoşîn dida meşandin. Ew xwediyê kesayetek dilnizm, rêxistinkirî, fedekar, çalak û di ferqa hişmendiya jinê de bû. Hebûn li ser bingeha pirtûk û bîrweriya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jin perwerde dikir û hewil dida rastiya hevjiyana azad bi hemû ferdên civakê bide têgihîştin û wekheviya di navbera zayendan de ava bike. Hebûn di aliyê bîrdozî de xwedî kesayetek dagirtî bû û di heman demê de di aliyê leşkerî û parastina welatekî azad de jî xwe gihandibû asta jinek xwedawend û bi dilnizmiya xwedawendî xizmeta gel û zayenda xwe dida meşandin. Hebûn ne tenê li herêma Firatê xebat dane meşandin, di destpêka damezirandina şoreşê de Hebûn li herêma Cizîrê xebatên civakî dide meşandin, di sala 2014'an de li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê de cih digire û heta azadiya Kobanê misoger dibe li qadê dimîne. Her wiha demekê di xebatên Hêzên Ewlehî ya Asayîşa bajarê Minbicê de cih digire.
 
Nimûneya jiyaneke pîroz
 
Jina têkoşer, berxwedêr û hezkiriya welatekî azad Hebûn, ne tenê li dijî desthiladarî û bîrdoziya mêr-dewletê şerê jiyanê dida meşandin, di heman demê de Hebûn li dijî nexweşiyên biyolojîk jî di nava têkoşînê de bû. Gelek kes bi nexweşiya pençeşêrê dikevin hêviyên xwe ji jiyanê qut dikin û xwe teslîmê pençên mirinê dikin. Lê belê Hebûnê di her kêliya jiyana xwe de li dijî nexweşiya xwe ya pençeşêrê şerê jiyanê dida meşandin, her çendî pêsîrek Hebûnê ji ber nexweşiya pençeşêrê hatibû jêkirin jî, lê wê ev nexweşî li pêşiya xwe nedikir asteng û tu kêmahiyên bedenî li pêşiya xwe nedikir kelem. Bêyî westîn û navber xebatên azadiya jinê dida meşandin. Hebûn ne tenê di aliyê bîrdozî, leşkerî, civakî, parêzvaniya ekolojiyê ji mirovan re dibû nimûne, ew di heman demê de ji bo jiyanek bi tendûrist û şervana li dijî nexweşiyên biyolojîk jî ji mirovan re dibû nimûneya jiyaneke pîroz. 
 
Emîne bi dilnizmiya xwe dihat nasîn
 
Emîne Mihemed Weysî li gundê Helincê bi dilnizmiya xwe dihat nasîn. Li Helincê ji dayik bûye û li wir jî di encama êrîşa dewleta tirk de jiyana xwe ji dest da. Emîne dayika 2 keç û 3 lawa ye û 56 salî bû. Emîne di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de cihê xwe girtiye û yek ji dayikên welatparêz bû û di her kêliyê de deriyê mala xwe ji şervanan re vedikir. Emîne di nava gundên xwe de jî bi mêvanperweriya xwe dihat nasîn. Emîne ku dayika Endama Koordînasyona Kongreya Star Mizgîn Xelîle di her kêliyê de piştgirî dida xebatên keça xwe û ji têkoşîna wê ya kar moral û hêz digirt. Bi armanca mayindekirina azadî û mafê jinê tev digeriya. Emîne ne tênê dayika zarokên xwe bû, di heman demê de dayika hemû şervanên doza azadiyê bû. Emîne heta kêliya dawî ya jiyana xwe jî hewil dida bi awayê mêvanperwerî xizmeta gel û zarokên xwe yên têkoşer bike û piştgiriyê bide têkoşîna zarokên xwe yên ku xizmeta gel û jinan dikin.