Jêderka jiyana têkoşer: Zarîfe Xanim

  • 09:07 9 Hezîran 2020
  • Portre
Roza Metîna
 
AMED - Rêhevalên hevdu yên dilpak Zarîfe Xanim û Elîşêr ê ku hem şervan hem helbestkar li dijî polîtîkayên qirker ên mêtingeran mil dan hevdu û li berxwe dan. Li Koçgirî û Dêrsimê bûn pêşengên serîhildanê û 83 sal berê di encama îxaneta hevkaran de di 9'ê Tîrmeha 1937'an de di encama kemînê de koça xwe ya dawî kirin.
 
Dema em li herikandina dîroka Gelê Kud dinihêre xwedî taybetmendiyên cuda ye. Serîhildan, têkoşîn û rêxistina li dijî polîtikayên bişaftin û qirkirinê bandora xwe li ser biteşebûna jiyanê kirine. Serîhildana di oxira azadî û aştiyê de hêza vîneke serbixwe jî derxistiye pêş. Di vê qadê de jinên kurd ên pêşeng xwedî rol û risteyeke hêjayî pesindayînê ne. Gelek jinên kurd bi zîrekî, jêhatîbûn û rola xwe ya bi qîmet derketine pêş. Keça serwerê Mîtaniyan Navteta (Nofretete, Nefertîtî) di warê pêşketina bawerî û çanda Misiriyan de xwedî roleke bingehîn e. Amîtîsa (Amytis) keça Keyaxares (Key Xusro) bi baqelî, zîrekî û jêhatîbûna xwe bi navê Samîramîs bi nav û deng dibe. Tomyris (Tamrîsa /Tomrisa) serwera Massagetan serê Kuroşê Pers yê ku împaratoriya Medan hilweşandibû, jêdike, dike nava meşka xwînê û ji Persan re dişîne. Meyan Xatun, Hanzat Xatûn, Adîle Xanim, Qedem Xêr, Gaziye Xatûn, Fata Reş jî di dîrokê de bi pêşengî û hêza vîna azad rola xwe ya girîng lîstine. Em dikarin bi vî rengî gelek jinên kurd ên mohra xwe li dîrokê xistine rêz bikin. Yek ji van jinên leheng û jêhatî Zarîfe ya li Koçgirî û Dêrsimê bû nîşaneya têkoşînê ye. 
 
Zarîfeya ku bi rêhevalê xwe Elîşêr re bi çeka xwe serî li dijî mêtingeran rakir di heman demê de li dijî polîtîkayên qirêj ên bişaftinê jî têkoşîneke bêhempa da. Haydarbûna ji dîrok û lehengên dîroka xwe rêyeke fireh li ber dewamiya doza mafdar vedike. Ger haya me ji dîroka me û lehengên dîroka me tune be ew ê bingeheke xurt ji encamgirtina polîtikayên qirêj ên bişaftinê yên neyaran re bê avakirin. Ji bo em bikaribin analîza siberoja xwe bi awayekî baş bikin divê em ji lehengên dîroka xwe yên wekî Zarîfeyan haydar bin. 
 
Xebatên rêxistinbûyinê yên li Koçgirî û Dêrsimê
 
Di rêya pêkhatina yekîtiya neteweyî ya Gelê Kurd de di 1919'an de gelek kongre tên lidarxistin. Her wiha avakirina Cemiyeta Kurd Tealî ku di dîroka tirkan de wekî cemiyeteke 'ne baş û zirarê dide' derbas dibe, di qada hişmendiyê û rêxistinbûyinê de dibe sedema gavên girîng. Di heman demê de Zarîfe û Elîşêr jî bi Cemiyeta Kurd Tealî re di nava dan û sitendinê de ne. Li gelek cihan şaxên Cemiyeta Kurd Tealî tên vekirin. Şaxeke wê jixwe li navçeya Koçgiriyê jî vedibe. Gelek kesên bi nav û deng dibin endamê cemiyetê. Di vê serdemê de Kovara Jînê jê tê belavkirin. Bi vê rêxistinbûyinê welatiyên Koçgiriyê jî li dora xeleka hevpar a armancên neteweyî tên gel hevdu. Gelê Kurd bi awayekî zelal êdî ji serdestiya Osmaniyan rizgar dibû. Xebatên rêxistinê yên ku li Koçgiriyê dihatin kirin ji Dêrsimê ne qut bû. Ji bo pêşketina li Koçgiriyê têkiliyên bi Dêrsimê re girîng bûn. Ji Dêrsimê jî gelek kesên payebilind bûn endamên Cemiyeta Kurd Tealî. Elîşêr di wê demê de diçe Dêrsimê û li wir balê dikşîne ser yekîtiya Gelê Kurd û dixwaze ku hemû eşîretên kurd bibin yek û tîne ziman ku divê muhtariyeta ewropayan wekî diyarî daye gelê kurd li Enqereyê bê qebûlkirin.  
 
Rola Zarîfe ya di nava qedroyên navendê de
 
Dema di navbera  1918 û  1921'an de li herêma Koçgiriyê serîhildan çêdibe Zarîfe Xanim bi hêza xwe ya berbiçav derdikeve pêş. Zarîfe Xanim xwedî hêzeke mezin a rêxistinbûyinê bû. Geşedanên siyasî baş dişopand. Zarîfe rola xwe ya di nava qedroyên navendê de baş lîst. Elîşêr bi xurtbûna têkiliyên xwe yên navneteweyî derdikeve pêş. Di heman demê de li gor hinek çavkaniyan daxwaza Elîşêr Kurdistana azad e. Elîşêr wekî Ehmedê Xanî bal dikişand ser yekîtiyê. 
 
Afirandina hêviya mezin a yekîtiya Gelê Kurd
 
Zarîfe li Dêrsimê di warê avakirina yekîtiyê de gelek têkoşîn da. Di heman demê de li dijî lîstikên ji bo têkçûyina yekîtiyê de jî li berxwe dide. Jixwe Elîşêr jî di hinek helbest û gotinên xwe de lîstîk û propagandayên li dijî yekîtiya gelê kurd tê kirin jî tîne ziman. Balê dikşîne ser daxwazên Mustafa Kemal ê ji bo kurdan û di helbestên xwe de tîne ziman ku ev hemû lîstik in. Mustafa Kemal di wê serdemê de ji Dêrsim û Koçgiriyê jî parlAmenteran dawetî civînan dike. Zarîfe û Elîşêr jî bi pêşengên eşîrên kurdan tên gel hevdu û hemû eşîran li dora xeleka hevpar a yekîtiyê tînin gel hevdu. Zarîfe Xanim di qada yekîtiya gelê kurd de hêviyeke mezin diafirîne.  
 
Li dijî lîstîkan li eniyên pêş cihê xwe digirin
 
Zarîfe di heman demê de bi Cemiyeta Kurd Tealî re jî dikeve nava têkiliyê. Lê li gor hinek çavkaniyan tê gotin ku cemiyet wan bi tenê dihêle. Ji ber ku her ku diçe têkilî û têkoşîna di qada doza kurdî de xurt dibe loma Walîyê Erzîncanê Elî Kemalî di nava nîşeyeke xwe ya ji Mustafa Kemal re dişîne wiha dibêje:"Tovên fesadiyê yên ku Elîşêr li Dêrsimê çandiye berhemên xwe dide." Her ku diçe serîhildan xurt dibe lê belê TBMM hewil da ku vê serîhildanê têk bibe. Di 1921’an de li Koçgiriyê di navbera hêzên Kurd û yekîneyên tirk de pevçûn derketin. Zarîfe û Elîşêr jî li dijî lîstikan li eniyên pêş cihên xwe girtin. Pevçûn gelekî dijwar bû. Zarîfe û Elîşêr ji eniyekê diçin eniyeke din. Her aliyan jî ji vê yekê zirareke mezin dîtin. Gelek gundên kurdan hatin şewitandin. Bi hezaran kes hatin kuştin. Bêyî ku cudatiyê têxin navbera jin, zarok û kesên temenmezin bi hezaran sîvîl hatin qetilkirin. Ji ber ku hinek kurd bûn alîgirên kesên li dijî kurdan û di heman demê de ji ber ku bi artêşeke ji aliyê çekan ve xurt êrîşî gelê kurd kir, berxwedan bi ser nakeve. 
 
Têkoşîn li Dêrsimê dewam dike
 
Zarîfe Xanim dev ji têkoşîna xwe bernade û ji Elîşêr re dibe feyz. Bi hev re diçin Dêrsimê. Di qada rêxistinbûyin û têkoşîna li dijî desthildatdaran xebatên xwe dewam dikin. Di wê navberê de planên têkbirin û kuştina Zarîfe Xanim û Elîşer ji aliyê desthildatdaran ve dikeve meriyetê. Li Dêrsimê jî di navbera 1937-38’an de komkujiya Dêrsimê pêk tê. Komkujiya Dêrsîmê berdewamiya Koçgiriyê ye. Zarîfe û Elîşêr di 9'ê Tîrmeha 1937'an de di encama kemînê de koça xwe ya dawî kirin. Bi vê yekê girêdayî qirkirinên piştî komkujiya Dêrsimê berdewam dikin. 
 
Jêderka jiyana têkoşer
 
Zarîfe Xanim a ku bi mêran re tevlî civîn û nîqaşan dibû bû feyza jinên kurd. Li dijî polîtîkayên pişaftin û qirkirinê yên desthilatdaran heta hilma xwe ya dawiyê li berxwe da. Zarîfe Xanim bi wêrektî, jêhatîbûn, baqeliya xwe û hêza xwe ya rêxistinbûyinê di binhişiya Gelê Kurd de cihekî girîng girt. Zarîfe Xanim li dijî artêşa xwedî çekên pêşketî tenê bi çeka xwe ya destan û bi vîna xwe ya xurt li dîrokê navê xwe bi tîpên zêrîn dide nivîsandin. Zarîfe Xanim bi helwest û berxwedana xwe dibe jêderka jiyana têkoşer.