Ziman, gotin û jina çalak a kurd: Rewşen Bedirxan

  • 09:10 1 Hezîran 2020
  • Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Rewşen Bedirxan jinek rojnameger, nivîskar û rojnameger… Di heman demê de jineke kurd ya bi jiyana xweya têkoşîna zayendî daye jî tê zanîn.
 
Gelek jinên kurd yên ronakbîr hene. Yek ji van jinan jî Rewşen Bedirxan e… Reewşen di nvîva duyemîn ya sedsala 19’emîn de li Qeyseriyê ku malbata wê surgunî wir bibû, di 11’ê Tîrmeha 1909’an de hat dinê. Ji ber vê jî çîroka Rewşenê çîroka surgunê ye.
 
Rewşen li Sirgunê tê dinê û mezin dibe. Di 1913’an de Bedirxanî vê carê şandin Rojhilata Navîn û Afrîkayê surgunê. Malbat wê vê carê jî li Salihiye ya nêzî Şamê bi cih bibûna. Bi hewldana malbata wê Rewşen ji çand û zimanê xwe dur neket, êşa yekem, piştî bavê wê çû ser dilovaniya xwe, jiya. Dema ev jiya jî 6 salî bû.
 
Xeyala wê rojnamegerî bû
 
Li Şamê diçe dibistanê. Xeyala wê rojnamegerî bû. Lê beşa mamostetiya Erebî diqedîne. Di 1925’an de wek mamoste dixebite, demekê jî li dibistanê midûrtiyê dike. Gelek, xebatên çandî û wêjeyî bi Erebî dike. Her wiha ji zimanan li Erebî wergerê dike.
 
Rewşen di 1929’an de bi kesê navê Omer Madan yê Ereb re dizewice. Piştî vê zewacê şûnde jî bi Celadet Elî Bedirxan re dizewice. Di bernameyên wê de jî Celadet Berdirxan bi bandor e.
 
Mamostetiyê dike
 
Rewşen du salan ji bo Tirkî, sê salan ji bo fransî û Îngîlîzî dersan digire. Van zimanan fêr dibe. Di navbera 1924-27’an de li bajarê Kerek ê Urdunê li dibistanekê rêveberiyê dike. Mamostetiyê jî dike. Di 1928’an de vedigere Şamê. Li vir li dibistanekê heta 1935’an dixebite. Piştre heta 1964’an midûriyê dike. Piştre teqawît dibe û li malê xwe dide ser xebatan.
 
Di kovara Hawar de nivîsî
 
Bi hevjînê xwe Celadest Bedirxan re yekem kovara Kurdî Hawar dinivîsin. Yeke jina Kurd ya di Hawarê de nivîsiye. Di 1934’an de tevlî xebatên Komeleya Yekitiya Jinan dibe. Di 1951’ê de du çîrokan ji Tirkî werger dike. Di 1947’an de çend mehandi radyoyê de beşa zarokan de dixebite.
 
Mîsyona pêşengiyê
 
Ji bo cihê jinê ya di civakê de biguhere jî di xebatên cidî de cih digire. Rewşen li ser hişmendiya zayend û pergala feodal ku wek şîdet zext li ser jinê tê meşandin jî têkoşîn da. Rewşen der barê pirsgirêka zayendê de jî gelek nivîsk û gotarên girîng dinivîse. Armanca wê ev bû ku xwe bigihîne jinan, jinên li dijî cehaletê têdikoşin bibîne. Bi vê armancê nivîsa ‘jin û bextewarî’ nivîsî.
 
Rewşen di 1951’ê de Celatdet Bedirxan winda dike. di 1956’an de bi dr. Nurî Dêrsîmî, Hasan Hişyar, Haydar Haydar û Osman Efendî re li Halebê Komeleya Alîkarî û Zanista Kurd ava kir. Piştre li ser vexwendiya Mustafa Barzanî diçe Herêma Federal a Kurdistanê. Di 1957’an de li Yewnanîstanê Kongreya Dijberê Kolonyalîzmê pêk hat û ji Kurdan jî 6 delege tên xwestin. Rewşen jî yek ji van 6 delegeyane.
 
Rewşen di 1’ê Hezîrana 1992’an de li bajarê Banyas a Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dide.