Xwedawenda reqsa modern Isadora Duncan 143 salî ye

  • 09:03 27 Gulan 2020
  • Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Isadora Duncan ya ku got ‘hemû hunermendên rast şoreşger in’ û di serdema jiya de li dijî xizanî, pêşdaraz û tabuyan ji hunerê û xwe tavîz neda. Isadora Duncan xwedawenda reqsa modern e û niha 143 salî ye.
 
Isadora Ducan xwe yek ji 9 xwedawenda koro û reqsê ya mîtolojiya Yewnan ‘terpsîkhore’ da nasîn. Isadora jina ku reqsa modern derxist holê bû. Rexnegirê reqsê Jack Anderson di 2008’an de ji bo Isadora gotibû ‘jina ku modernî veguhert reqsa modern’. Isadorayê ji modernîteyê wêdetir, di serdema ku dixwest de jiya. Rêbazên ku jin sînor dikir şikand. Rihê xwe yê azad bir cihê ku çûyê, bir Ewropa, Rûsya û her wekî din. Isadorayê bayê Yewnan yê berê bir ser sahaneyan û bi azadiyê pîroz kir. Ji ku li gorî Isadorayê reqs tevgereke ku bi awayekî xwezayî pêş dikeve ye, yanî ne îcatek bû.
 
Trajedî û coşa jiyanê ya di reqsên wê de wek nîşaneyeke jiyanê bû. Di 27’ê Gulana 1877’an de li Kalîforniyayê yek ji 4 zarokên malbateke koçberên Îrlandayê hat dinê. Zaroka herî biçûk bû. Di 1880’ê de dê û bavê wê dest ji hev berdan. Dayika wê Dora, bi êvaran bi xwendina pirtûkên Shakespeare, Browning, Shelley, Keats, Charles Dickens, Ingersoll Locwood û Paul Whitman zarokên xwe mezin kir. Isa dora di 9 salî de dest bi perwerda baleyê dike. Di 1895’an de ewil diçe Şîkago û piştre jî diçe New Yorkê. Isadorayê terza xwe ji zû de dabû axaftin û di 1899’an de ji bo hunera xwe bide axaftin çû Ewropayê.
 
Hunera wê azadiya jinê esas girt
 
Isadorayê da zanîn ku hunera wê azadiya jinê esas digire û her wiha got tazîbûna xwzayî ji çêkerbûnê estetîktir e û got: “Tazîbûn ya rast e. Xweşikahiya rast e. Huner e. Bedena min perestgeha hunera min”. Isadora bi vê gotinê xeta xwe ya azadiya jinê jî derxist holê.
 
Hewl da zarokên kur tevlî perwerdeya reqsê bike
 
Isadora ji ber cil û bergên xwe yên ji efsûnên Yewnana Antîk bi bandor bûbû û li xwe dikir rastî rexneyan dihat. Ji ber vê jî kêm derket sahneyan û pirsgirêkên aborî jiya. Herî dawî di 1902’an de li Budapeşte bi orkestrayeke mezin performansa xwe ya ewil bi serkeftî pêk anîn. Di 1905’an de li Gruenwald a Berlînê bi cih bû. Yekem dibistana reqsê vekir. Bi vê re jî hewl da zarokên kur jî tevlî perwerdeyê bike, lê mixabin projeya wê ji ber nedîtina fonê betal bû.
 
Li dijî zewacê bû
 
Isadora ku li dijî zewacê bû, bêyî bizewice du keç û kurek anî dinê. Di 1913’an de travmaya herî mezin a jiyana xwe jiya. Wesayît xera dibe û ajokarê li vîrajê disekine, firena dest nakşîne û wesayîta ku zarok û jina li zarokên wê mêze dikir tê de bû ket çem. Piştî vê bûyerê Isadora meyê zêde bi kar tîne.
 
Isadora ji bo bi hevala xwe Eleanora Duse re demê derbas bike çû Italyayê, li vir li ser kareografiyekê dixebite. Di navbera 1916 û 1920’an de performansa xwe ya solo pêk anî. Derket turneyên ku Amerîka û Ewropa jî têde bû.
 
‘Hemû hunermendên rast şoreşger in’
 
Isadora di 1917’an de ji Şoreşa Sovyet bi bandor bû. Di 1921’ê de hunera xwe bir Moskovê. Hêrsa xwe ya li dijî bêdadiyê, êş û berxwedan di reqsa xwe de nîşan da. Bi sekna xwe ya şoreşger, cil û bergên xwe yên tenik û zelal her çiqas bê rexnekirin jî wê bi gotina ‘hemû hunermendên rast şoreşger in’ xwe parast.
 
Isadora di 14’ê îlona 1927’an de li bajarê Nîce ya Fransayê, di wesayîta xwe ya Bugattî ya servekirî de, laçika wê ya dirêj li stûyê wê geriyabû û di encama vê de jiyana xwe ji dest dabû. Li ser wê gelek pirtûk, wênei peyker, fîlm, belgefîlm, lîstik û helbest hatin nivîsin.