Pervîn çîroka hêviyê ye

  • 09:08 25 Gulan 2020
  • Portre
Medya Uren - Şehrîban Aslan
 
AMED - Pervîna astendar li dijî astengiyan têkoşîneke bê hempa da û komeleya astendaran vekir, di qada basketbolê de xelat girt û ji bo astengdaran bû hêvî. Pervînê got: "Ez jin im, ez dikarim li dijî astengiyan serî rakim û bi ser kevim."
 
Pervîn Aylîyagız di temenê xwe yê 2 salî de nexweşiyek derbaz dike û ji her dû linge wê felç dimîne. Astengiyên mezin ya ku yekem li dibistanê dijî. Pervîn ligel hemû astengiyan, ango qebûlnekirina dibistanê re ji serî hilda û xwe gihand serkeftinên mezin. Pervîn yekemîn car li komeleya kesên astendar a Amedê vedike. Li komeleyê ji bo astengdar di qadên sporê de cîh bigirin dikeve nava hewldanan. Di vê qadê de pêşengiyê dike, di qada basketbolê de li cîhanê dibe yekem. Her wiha li Tirkiyeyê jî bi 10’an caran xelatan digire. 
 
‘Jiyan bi astengiyan re tijî bû’
 
Malbata Pervîn kurdên elêvî ne ku ew rastî komkojî û bişaftinên mezin tên. Pervîn di axaftina xwe de got ez kurd bûm, elêwî bûm lê malbata min nedikarî vê nasnameya xwe  tucarî bibêje. Her tim ev rastî veşart ji ber vê ji fêrî zimanê xwe nebûye. Pervîn di temenê xwe yê 2 salî de di encama nexweşiyekî de ji herdû lingê xwe felç dimîne. Pervîn di qal kirina jiyana xwe re got êdî min ferq dikir hebûna min bar bû û wiha berdewam kir: “Astengiya min a herî mezin ewbû ku ez tim mihtacê derdorê dimam, bere her tiştê ez zarok bûm. Temenê min yê çûyîna dibistanê hat min, ji dûrve xwedevanan temaşe dikir. Min li hemberî vê yekê şerek mezin da û malbatê min di himbêza xwe de min dibir dibistanê."
 
'Mirov zindiyeke bê wijdan e'
 
Pervîn bi destpêkirina dibistanê re rastî gefa midûr û xwendevanan tê. Rêveberê dibistanê bi hinceta wê Pervîn derûniya zarokan xira bike her tim li hemberî hatina wê ya dibistanê bû. Pervîn got di vê aliyê de qet kesek derûniya min ne fikirî û zarok bûyîna min ji ne fikirîn. Ez di zarokatiya xwe de fêr bûm ku mirov zindiyek bê wijdan e. Pervîn wiha got: “Min li hember vê hişmendiyê berteka xwe nîşan da, her serkeftin nîşaneyek ya serhildan û serkeftina min e. Min di sîperên pêş yên jiyanê de bi aweykî ji zude wendakirî dest pê kir. Lê îro her roja min bi serkeftinan re xweşik tir dibe.”
 
‘Lingên min çêbûn, êdî kes nikare bibe asteng'
 
Pervîn piştî dibistana seretayî diqedîne di dibistana navîn de sandalyeya bi tekelek a wê çêdibe. Pervîn bi qal kirina wê roja xwe re bi kelecan dibe û wiha ji me re parve dike: “Cara yekem bû ez li sandalyeyê bi tekerlek siwar dibim, weke ku lingê min çêbûye ez bi kelecan dibûm. Êdî mine bikariba jiyanek serbixwe bijîm. Bedenê min yê biçûk li ser sandalyeyek mezin bicih bû, desten min bi zorê ji tekeleyan digirt ku hêza min têr nedikir ez ba bidim. Min bi xwe xwe digot êdî kes nikare bibe asteng. Ev bi rastî ji wisa  bû. Li gel wê ji her tim ev di hişê min de ma, ango min her tim got ez ê denge gelek astenkdaran bidim bihîstin û ez ê nehêlim ew bê sandalye bimînin. Min tim bi vê fikre şoreşa jiyanê da. Ne tenê ji bo xwe ji bo hemû astengdaran.”
 
Li Amedê komeleya astengdaran a yekem
 
Pervîn piştî ku dibistana amedeyî diqedîne dest bi pêkanîna armancên xwe dike. Piştî 2 salan li Amedê komeleya yekem a astengdaran vedike û li gelek bajarên din re ji di vî alî de dibe piştgirvan ango rê vekir. Bi taybet ji di qada sporê de gavên mezin diavêje. Di salên 1997’an de ji Elmanyayê hezaran sandalyeyên bi tekerlek tîne. Bi alîkariya hevalê xwe bi piştgiriya Banqeya cîhanê projeya ‘Tu ji mirovekî bi cil bike’(sende bir insanı giydir) dide dest pê kirin. Ango ev proje bi armanca xwedî kirina kesên mihtac û astengdar re hat dest pê kirin ku gelek piştgirî da astengdaran. Pervîn wiha axivî: "Bi fikra zarokatiya xwe re ez bi halê xwe yê astengdar re gund bi gund geriyam û min coşa di rûyê malbatan de xwend."
 
‘Projeya wê di navbera 65 welatan de yekemîn derket’
 
Di salên 2003’yan de banqaya cîhanê projeyek da dest pê kirin. Pervîn ji projeyek amade dike û ji wan re pêşkêş dike. Ev proje di nava 65 welatan de yekemîn derdikeve. Projeya wê ji atolyeya hilberîna galoş û kuman bû ku ev ji wê tenê ji xebatkarên astengdar pêk hatiba. Ev atolye heta çend salan berdewam kir. Lê bi qeyrana aborî re ev atolye ji hat girtin. Qeyran bi her awayî li ser astengdaran bi bandor bû. Piştî van projeyan ji yek ji projeyên herî mezin a werzîşê bû. Di salên 2000’an de cara yekem komên basketbollê ava kir. Êdî kesên astengdar ji wê bikarin di her qadê de jêhatbûna xwe pêşkêşbikin.
 
Pervîn bi taybet di qada basketbolê li cîhanê dibe yekemin û Tirkiyeyê jî bi 10’an madalyon û kopa distîne. Pervîn bi hewldana xwe ji bo gelek kesên astengdar re bû hêvî û rêya serkeftinê. Pervînê li ser jiyan rawestiya û got: "Ez jin im ez dikarim bi ser kevim. Ez ne astengdarim mirov ji hişmendiya xwe astengdar dibe."