Hêlîn Bolek bi stran û serîhildana xwe şopa têkoşînê li dû xwe hişt

  • 11:21 10 Nîsan 2020
  • Portre
 
 
Safiye Alagaş
 
STENBOL- Endama Grup Yorum Hêlin Bolek a ku bi bedena xwe sêrîhildaneke mezin kir bi dengê xwe û îradeya xwe di dilê mirovan de cihê xwe girt. Seher Adiguzel a ku Hêlîn Bolek ku di 288'emîn rojiya mirinê de jiyana ji dest dabû, rave kir wiha got:"Hêlînê jineke kurd e. Ji dayika xwe lorîk guhdar kir. Dawiyê ew bi xwe bû stran."
 
Endama Grup Yorum Hêlin Bolek ji bo hevalên wê yên muzisyen ên hatibûn girtin serbest bên berdan û ji bo zextên li ser Grup Yorum bi dawî bibe, bikaribe bi awayekî serbest konserên xwe li dar bixin dest bi greva birçîbûnê kiribû. Hêlînê piştre greva birçîbûnê wergerand rojiya mirinê. Hêlinê di 3'yê Nîsanê de di 288'emîn rojiya mirinê de jiyana ji dest da. Hêlînê bi stran û serîhildana xwe şopa têkoşînê li dû xwe hişt
 
Hêlînê di 1992'yan de li Amedê ji dayik bû. Zarokatiya wê li Amedê derbas dibe û dawiyê malbata wê koçî Stenbolê dike. Di dema dibistana amadekariyê de dest bi karê hunerê dike. Hêlînê di nava xebatên Navenda Çand û Hunerê ya Hezexê de cih digire. Bi salên dirêj solistiya Grup Yorum dike. 
 
Piştî dibistana amadekariyê diqedînê dikeve azmûnên zanîngehê. Beşa Maliyeyê ya Zanîngeha Çanakaleyê qezenc dike. Salên xwe yên zanîngehê li Çanakaleyê derbas dike. Dema zanîngehê dixwîne di koroya Navenda Çandê ya Hezexê de cih digire. Hêlînê dema di 2013'an de vedigere Stenbolê wekî endama Grup Yorum dest bi xebatên muzikê dike. 
 
Li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
 
Hêlînê di Mijdara 2016'an de di encama serdegirtina polîsan a Navenda Çandê ya Hezexê de bi 7 endamên Grup Yorumê tê binçavkirin. Bi sûcên "Endamtiya rêxistinê" tê binçavkirin û piştre tê girtin. Di 17'ê Gulana 2019'an de Hêlîn Bolek, Bahar Kurt, Bariş Yuksel, Ali Araci û Îbrahîm Gokçek ragihandin ku ew ê li dijî neheqî, zext û zordestiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin. Girtiyan greva xwe ya birçîbûnê wergerandin rojiya mirinê. Di 20'ê Mijdara 2019'an de di rûniştina li 35'emîn Dadgeha Cezeyê Giran a Çaglayanê hat dîtin de tevî Hêlînê 5 kes tehliye bûn. 
 
Hêlîn û Îbrahîm piştî tehliyeyê rojiya mirinê dewam kirin. Di 11'ê Adara 2020'an de Hêlîna di 265'emîn rojiya mirinê de  û Îbrahîmê di 268'emîn rojiya mirinê de li mala xwe ya bi navê Mala Serîhildanê ya Armutluyê ji aliyê polîsan ve bi zorê rakirin nexweşxaneyê. Hêlîn û Îbrahîm tedawî qebûl nekirin û vegeriyan Mala Serîhildanê.  
 
Hêlînê di 288'emîn rojiya mirinê de li Mala Serîhildanê ya Armtuliyê di 3'yê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da.
 
Merasîma cenaze hat astengkirin
 
Cenaze ji bo bînin Cemeviya Okmeydanê ketin rê. Polîsan destûr nedan vê yekê bi avê û gazê mudaxale kirin. Ajokarê wesayetê hat binçavkirin. Cenazeyê Hêlînê bi zora polîsan birin Goristana Ferikoy. Tenê destûr hat dayin ku parêzer û Îbrahîm Gokçek ê di rojiya mirinê de û malbata wê têkevin goristanê. Hêlînê bêyî ku merasîma cenaze bê lidarxistin hat veşartin. 
 
'Tu hêz nikare li dijî kesên mafdar bisekine'
 
Hêlînê di roportaja ku dema di rojiya mirinê de bû wiha gotibû:"Tu hêz nikare li dijî kesên mafdar bisekine. Ew ê teqez bedel bê dayin lê ev dê bêtir ji aliyê kesên vê dozê didin meşandin diyar bibe. Loma em bang dikin ku herkes bibe dengê me."
 
Cara yekem di 2014'an de derdikeve ser dikê
 
Endama Grup Yorum Seher Adiguzel anî ziman ku Hêlînê cara yekem beşdarî konsera Grup Yorum a di 2014'an de bûye. Seherê da zanîn ku tevî nexweşiya Hêlînê hebû jî dîsa jî wê dev ji serîhildanê berneda. 
 
Seherê wiha got:"Hêlînê jineke kurd e. Ji dayika xwe lorîk guhdar kir. Dawiyê ew bi xwe bû stran. Dîrokek Grup Yorum a 35 salan heye. Ayçe Îdil Erkmen di 1996'an de di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dabû. Hêlînê gotibû min ji wê hêz girtiye. Em hunermend in lê berî her tiştî em şoreşger in. Hêlînê li ser vê xetê xebatên muzikê meşand. Wê her dem rastî digot. Konserên me hatin qedexekirin. Hêlînê jî dest bi rojiya mirinê kir. Hêlînê bedena xwe da ber mirinê û bedel da. Em dixwazin bi awayekî azad hunera xwe bikin. "
 
'Wê hêz ji hezkirinê girt'
 
Seherê wiha dewam kir:"Vegotina Hêlînê bi gotinan ne pêkan e. Ji aliyên wê yên herî xweş yek jê hezkirin bû. Wê hêz ji hezkirinê girt. Ew li nava gel bû. Her dem dilnizm bû. Em ji mirinê hez nakin. Lê rêyek ji xeynî serîhildanê ji me re nehiştine. Hem ji bo nêzî Berkîn Elvan bû hem jî ji ber nêzî Navenda Çandê ya Hezexê bû Hêlînê xwest li Goristana Ferikoy bê veşartin. Em gelek tişt ji Hêlînê hîn bûn."
 
'Xeyala wê ya gotina stranan a bi milyonan hebû'
 
Seherê herî dawî wiha got:"Baweriya ya bi gel hebû. Wê bi hezkirin li cîhanê temaşe dikir. Dema di greva birçîbûnê de wê bi me re Mala Serîhildanê ava kir. Ne got ez ê rûnêm. Kesayeteke wê ya bi hêz hebû. Kenekî wê bi hêz hebû. Di hucreyên girtîgehê de we dikaribû dengê kenê Hêlînê bibihîsta. Her dem bawerî dida der û dora xwe. Xeyala wê ya gotina stranan a bi milyonan hebû. Ev xeyala wê tuneba bedena xwe nedida ber mirinê."