Evîn bi pênûsa xwe di derxistina heqîqetê de her tim bi israr bû

  • 14:24 2 Nîsan 2020
  • Portre
AMED -  Evîn Buldan li ser şopa Gurbetelliyan bû têkoşînvana heqîqetê. Ligel hemû taritiyan pênûsa xwe kir zimanê ronahiyê. Evîn di rojnivîska xwe de digot: “Gurbetelliyê nîşanê me da ku rastî di taritiyê de namînin û têkoşîna mezin çawa tê dayîn nîşan da. Em ê pênûsa wê li erdê nehêlin.” 
 
Evîn Buldan yek ji edîtorên Rojnameya Rojeva Medya ya ku bi KHK'yê hatiye girtin bû. Ew di 2’yê Nîsana  sala 2017’an de li ber deriyê mala xwe bi krîza dil jiyana xwe ji dest da. Evîn hîn di temenê 27 salî de bû. Bi pênûsa xwe bû sembola têkoşînê. Îro bi sedan jinên ku ala Evînê dewr girtine bi serbilindî têdikoşin û dê pênûsa Evîn Buldan li erdê nahelin.
 
Evîn Buldan di sala 1988’an de, dema kurdên başûrê Kurdistanê ji ber zilma rejima Baase neçar dibin ku cih û warên xwe terk bikin û berê xwe bidin bakurê Kurdistanê. Malbat li gundê Buryê yê girêdayî Oremar ya Geverê bi cih dibe û Evîn jî li vir tê dinê. Di sala 1994’an de cardin malbata Evînê berê xwe dide başûrê Kurdistanê.  Piştî rêya 13 rojan malbat digehe wargeha penaber a li Geliyê Qiyametê ye. Piştî wê malbat 8 wargeh diguherîne û herî dawiyê jî li Mexmûrê bi cih dibin. Ji bo Evînê êdî rûpel nû vebû....
 
Her tim hewilda bibe zimanê heqîqetê
 
Evîn bi zimanê xwe yê zikmakî li wargehê dibistana amedeyî dixwîne û derbazî zanîngeha Selahedîn ya Hewlêr dibe, li vê derê beşa Radyo û Televîzyon xilas dike û di sala 2011’an de bidildarî dixwaze vegere bakurê Kurdistanê û li bajarê Amedê.  Her tim dibe cihê keyfxweşî, coş û moralê. Her tim karê xwe jî bi wî awayî dike. Ji malbat, heval, hevalên xebatê û derdora xwe re dibe çavkaniya moralê. Evîn di hevpeyvînek xwe de li ser girîngiya ziman wiha dibêje: “Ez tiştên hatine jiyîn bi kurdî vedibêjim, hûn bi tirkî. Lê em neçarin zimanê kurdî biparêzin. Ger em jî zimanê xwe neparêzin em ê komkujî, wêranî, helandin û dagirkeriyê qebûl bikin.” 
 
'Çi hez li pêş pênûsa heqîqedê nebe asteng'
 
Evîn a ku di çapemeniya azad de kedek mezin dide li ser di rojnivîsek xwe de wiha dibêje: “Gurbetelliyê ji rojnamevanên jin yên Kurd re mîrateyek mezin hişt. Gurbetelliyê di rojên zehmet de têkoşîn çawa tê dayîn nîşanê me da. Gurbetelliyê dîsa nîşanê me da ku rastî di taritiyê de namînin û têkoşîna mezin çawa tê dayîn nîşan da. Em ê pênûsa wê li erdê nehêlin. Bajar, gund û xaniyên Kurdan tên bombebarankirin, mirov tên qetilkirin, îşkencekirin. Jinên Kurd tên tazîkirin û teşîrkirin, ziman, nasname çanda Kurd tê tunekirin. Çapemeniya muxalif tê bêdengkirin. Gurbetelliyê ji wê demê heta niha çawa kevneşopiya çapemeniyê anî, em jî dê têkoşîna wan bimeşînin û rastiyan derxînin holê. Çi hêz wê li pêş pênûsa heqîqetê nebe asteng...”