Louîsa Mînor ya ji bo mafê dengan têkoşîn da 196 sal berê îro hat dine

  • 09:07 27 Adar 2020
  • Portre
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Aktîvîsta Amerîkayî Vîrgînîa Louîsa Mînor ku jiyana xwe da ser têkoşîna ji bo mafê dengdayîna jinan 196 sal berê hat dinê. Jin bi rihê berxwedana Louîsayê ji bo mafê jinan têkoşîna xwe digihînin asta gerdunî.
 
Vîrgînîa Louîsa Mînor jineke ku navê wê kêm tê bihistinê. Louîsa ji bo mafê dengdayînê yê jinan têkoşîn meşandiye. Îro jin bi rihê têkoşîn û berxwedana  ji Louîsa girtine ji bo hemû mafên gelên cîhanê têdikoşin.
 
Louîsa di 27’ê Adara 1824’an de hat dinê. Dayika wê Marîa Tîmberlake û bavê wê Warner Mînor e. Li zanîngeha Vîrgînîa ya bavê wê lê dixebitî li Charlottesvîlle mezin bû. Perwerda wê jî li gorî wê demê wek gelek jinan li malê hat kirin.
 
Di 1843’an de bi pismamê xwe parêzer Francîs Mînor re zewicî. Ewil bar kirin Mîssîssîppî û piştre jî bar kirin St. Louîs mîssourî. Kurekê wê çêdibe û di 14 salî de ji nexweşiyê jiyana xwe ji dest dide.
 
Ji bo avakirina Komeleya Yekitiya Jinan bû alîkar
 
Her çiqas ew ji Vîrgînîa bin jî piştî şerê navxweyî piştigrî dan Yekbûnê. Louîsa ji bo avavakirina Komeleya Alîkariya Yekitiya Jinan jî alîkarî kir. Wek endamek aktîf a komeleyê xeibtî.
 
Piştî şer tevlî tevgera mafê dengê jinan bû û ji bo cihê jinan yê di civakê de baş bike,got divê deng bên bikaranîn. Li gorî wê mêr koleyên ku azad bûne. Bawer dikin ku divê jin jî denge xwe bi kar bînin.
 
Di 1867’an de Komeleya Suffrage a Jinan a Mîssourî (Mafê dengan) ava kir û bû seroka wê. Di peymaneke 1869’an de a li Louîs de, Louîse Mînor wiha got: “Destura Bignehîn a DYA’yê wek hemû welatiyên din her mafê dide min jî.”
 
Louîsa wek seroka Komeleya Mîssourî îstîfa xwe xwest û di salên din de Francîs û Louîsa ji bo mafê dengan yên jinan broşur amade kirin û belav kirin.
 
Louîsa di 15’ê cotmeha 1872’an de li St.Louîs hewl da ji bo dengê bikar bîne xwe qeyd bike. Lê dema çû qeydê memur Reese Happersett ew şûnde vegerand. Hevjînê wê Francîs doz li memur vekir. Ji ber jinan tenê nikaribû dozê vebikin hevjînê wê vekir. Wek dozek girîng deng da. Tevgera di 1872’an de li welat pêk hat di encama têkoşîna Louîsa û hevjînê wê Francîs Mînor de pêk hat. Dadgeha Bilind a Mîssourî û Dadgeha Bilind a DYA’yê biryarek erênî da.
 
Louîsa di 1889’an de beriya Senatoya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê, nîşan da ku mafê dengan ji bo jinan tê nasîn. Di 1892’an de Cigira seroka rumetê ya Peymana Mafê Dengan bû.
 
Bi lîderiya Louîsa ji bo endamên Komeleya Mîssourî jî mafê tevlîbûnê hat dayîn. Tevgera mafê neteweyî ji guherînên destura bingehîn, jin tevlî Komleya Gîhandina Jinan a Neteweyî (NWSA) û Komeleya Gîhandina Jînan a Amerîkayê kir. Ji bo endamên komeleya Mîssourî ya Suffrage ya ku lîdera wê Louîsa bû jî mafê tevlîbûnê hat dayîn. Gelek kes tevlî NWSA bû û piştî komeleya Mîssourî bi AWSA bilind bû Louîsa ji serokatiyê îstîfa kir.
 
NWSA helwesta Louîsa ya mafê dengan a jinan jî heye esas girt. Aktîvîsta mafê jinan û gelekên din di hilbijartinên 1872’an de ji bo dengan bikar bînin hewl dan xwe qeyd bikin. Di 1879’an de Louîsa seroka beşa herêmî ya NWSA bû.
 
Louîsa yê oldar wek dijminê herî mezi yên li hember mafê jinan da nasîn. Louîsa di 14’ê Tebaxa 1894’an de mir û tu oldar tevlî cenaza wê nebûn. Cenaza wê li Goristana Bellefontaîne hat definkirin.
 
Di 2020’an de hêjayî xelata Tifaqa Dîroka Jinan a Neteweyî ya Amerîkayê hat dîtin.