Têkoşîna qeder ji bo bakur û rojhilatê Sûriyê berdewam dike…

  • 15:53 6 Mijdar 2019
  • Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Kader Ortakaya, ku ev 5 sal di ser qetilkirina wê re derbas buye, ji bo piştgiriya Kobanê çibu ser sînorê pirsusê. Kader, hîn dema zarok bu dest bi tekoşîna jiyanê kiribu. Di demeke kurt de têkoşîna sosyalîst nas kir. Kader li hember êrişên DAÎŞ’ê hevkariya xwe di berxwedana Kobanê de nîşan da û niha jî ev berxwedan ji aliyê rêhevalên wê ve li hember êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê ve berdewam dike.
 
Êrişên DAÎŞ’ê ku di îlona 2014 ande li ser Kobanê giran bibûn, ew berxwedana mezin ku li pêş çavê cîhenê hat meşandin, îro jî li hember Tirkiyê û komên çeteyên wê didome. Di pêvajoya 2014 an de bi hezaran mirov herikîn ser sînorên Kobanê, Kader Ortakaya jî ku xwendekarA mezûn a Zanîngeha Marmara yê bu ku ji bo hîndekariya bilind perwerde diît li hember qetlîama ku li Kobanê dihat jiyîn  bêdeng nema û di zincîra mirovahiyê ya ser sînor de cihê xwe girt. Kader a 28 salî ku bi mehan li ser sînorê kobanê di nobetê debu, di 6’ê mijdara 2014 an de di kêliya ku xwest derbasî Kobanê bibe, di encama gulebarandina leşkerê tirk de hat qetilkirin. 
 
Têkoşîn jiyanek dagirtî ye.
 
Kader, berî ku dibistana navîn biqedîne dest bi xebata tekstîlê kir, dibistana navîn û dibistana bilind ji perwerdehiya vekirî qedandiye û bi hewldanên xwe zaningeh bidest xistiye. Ev têkoşîna jiyana dijwar di heman demê de wêneya tekoşîna wê ya kû li dijî serdestiya mêr daye meşandin e. DAÎŞ hewl dide ku rûyê herî xapînok ê pergala serdest a mêr li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê belav bike, Hêrsa Kader jî jib er vê yekê bu. Di tevahiya jiyana xwe de li hember kesên ku xwestin komkujiyê bikin li ber xwe da, Kader têkoşîna 28 salan li pey xwe hişt.
 
Ji aliyê komek ku ji şeş leşkeran ve pêk tê, bi gazê êrîş li wna hatiye kirin!
 
Piştî qetilkirina Kader, di navbera “PYD/YPG û DAÎŞ’ê de pêvçun derket, bi îdîaya ku parçeyê şarapnelê li serê wê ketiye û hatiye kuştin, lis er vê îdîayê lêpirsîn hat destpêkirin. Li gorî wêneyan, fermandarê hêzên erdê li Pirsûsê namzetê sînor yê 3 yemîn, femandarê tabura sînor ya 3 yemîn, di nivîsa ku 16’ê kanuna 2014’an de ji Midûriyeta Polîsan a Navçeya Pirsûsê re hatiye şandin de, diyarkir ku ji aliyê komek leşker ya ji 6 kesan ve pêk tê, dema ku 6’ê Cotmehê bi gazê mudaxele li wan  hatiye kirin hatine kuştin. Di nivîsêde de têgotin ku kevir ji Sûriyeyê ve hatine avêtin “ bi mudaxalekirina gazê kom ber bi Başur ve hatiye belavkirin. Li gel ku 5 sal derbas bûn jî kujer nehatine aşkerakirin"
 
‘Ji bo jina sembola Azadiyê ye’ 
 
Kader, li ser berxwedana Kobanê di hevpeyvînek xwe de got: “Ev nêzî 15 rojin bi armanca piştgiriya berxwedana ku li ser sînorê Kobanê tê meşandin li vir im. Ev berxwedana ku îro li Kobanê tê meşandin, ne tenê ya Gelê Kurd e berxwedana hemû gelên ku ji bo mirovahiyê tekoşîn dikin e. ji bo wê jî dive her kes piştgiriya berxwedana Kobanê bike. Wateya vê berxwedana Kobanê ji bo me jinan pir cuda ye. Bi taybet jî ji bo jinên Rojhilata Navîn û jinên kurd berxwedana Kobanê remza aşîtiyê ye. Ji ber ku niha li Rojhilata navîn tiştê ku layiqî jinê tê dîtin mirin û koletî ye. Di van şer û pêvçunan de yên ku herî zirarê dibînin em jin in.”
 
Kader hata dawî baweriya xwe ji bo serkeftina Kobanê winda nekir û kesên nêzî xwe jî vexwendin berxwedanê kir.