Hatîce her roj tevlî Nobeta Demokrasiyê dibe: Jiyana şaş rast nayê jiyîn

  • 09:03 27 Îlon 2019
  • Portre

Medya Uren

AMED - Jiyana jina astengdar Hatîce Betû Çelebî, di nav zor û zehmetiyan de derbas bûye. Hatîce jî wekî bi hezaran hilbêjeran tayînkirina qeyûman wekî xespkirina vîna gel dinirxîne û her roj ji bo pêşeroja zarok û gel tevlî Nobeta Demokrasiyê dibe.
 
Wezîrê Karên Hundir di 19’ê tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyê Amed, Wan, Mêrdîn kiribû. Piştî tayînkirina qeyûman di serî de li Amed, Mêrdîn, Wan û tevahî welat çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin. Jin, zarok, ciwan, pir û kal bi yek dengî li qadan bertekên xwe tînin ziman. Yek ji van a tayînkirina qeyûman qebûl nake jî jina bi navê Hatîce Betu Çelebî ya bi eslê xwe tirk e. Hatîce, bi nasnameya xwe ya jin, kedkar û tendirustvan li qadê cihê xwe digire. Her wiha Hatîce di Komîsyona Astengdaran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de jî dixebitî. 
 
Dayika 2 zarokan 
 
Hatîce di sala 1967’an de li Stenbolê hatiye dinê. Dayik û bavê Haticeyê, dema Hatîce 7 salî bûye li hev cuda bûne. Piştre li Îzmîrê li cem meta xwe mezin dibe. Li wir dest bi xwendina dibistanê dike. Lê mixabin di temenê xwe yê12’e salî de enfeksona bi navê Vîral derbaz dike û ferç dibe. Hatîce bi qasî salekî li ser piştê dimîne û hêdî hêdî xwe komî ser hev dike û ew ji navtengê jêrtir ferç dimîne. Hatîce bi wî şeklî xwendina xwe berdewam dike. Di sala 1988’an de ew di beşê dermansaziyê de mezûn dibe. Di heman salî de tê Amedê, ji bo serdana bavê xwe ê ku li Amedê mamostetiyê dike. Hatîce piştî seredanê li Amedê dimîne û di sala 1989’an de dest bi xebata xwe a dermansaziyê dike. Piştî fêrbûna jiyana li vir ew di 92’an de bi kesekî Amedî re dizewice. Hatîce dayika 2 zarokan e.
 
Lê dema jin astengdar be...
 
Hatîce di zarokatiya xwe de ji cudabûna dayik û bavê xwe pir bi bandor bûye û êşeke mezin keşandiye. Bi saya piştgiriya meta xwe demên xerab derbas kir. Di temenê herî xweş de felc bûye û jiyana wê bi tevahî guheriyê û jiyaneke astengdar dest pê kiriye. Ji ber ku di nava civakê de hişmendiyeke wisa heye ku jin biçûk tê dîtin û mafên wê tê binpêkirin. Lê dema ev jin astengdar be, bêtir bi hişmendiya paşverû ya civakê re rûbirû dimîne. Wekî ku her kes di nava hewildanekê de ye ku te ji civakê dûr bixe. Li gorî Haticeyê tu hişmendiya civakê nikare li hemberî daxwaza jinê raweste û dema jin bixwaze. Ji bo Hatîceyê her kesek dikare li pey xwe şopek bihêle.
 
Ji bo Hatîceyê lêgerîneke cuda dest pê kir 
 
Hatîce dema zanîngeh dixwend fîlma bi navê “Hekarîde Bîr Mevsîm”(Werzek li Çolemêrgê) temaşe kir. Ev fîlm bandorê li ser Hatîceyê kir. Ji bo Hatîceyê lêgerîneke cuda dest pê kir. Hatîce piştî dibistan diqedîne berê xwe dide Amedê. Ji bo wê Amed cihek cuda bû, jiyan cuda bû, hest cuda bû. Bi rojan li kolanên Amedê derneket û xwest Amedê nas bike. Pişt re biryara mayîna xwe ya Amedê da û jiyana xwe li vir domand.  
 
Xespkirina vîna gel qebûl nekir 
 
Her wiha ji bo Haticeyê rojên berxwedanê dest pê kir. Kurd û berxwedana kurdan nas kir. Dema ku nêz ve kurd nas kir hîn bû ku 'Jiyana şaş rast nayê jiyîn'. Hatîce piştî ku di 19'ê tebaxê qeyûm tayînê Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hat kirin qadên berxwedanê terk nekir. Her tim di nava çalakiyê de cih xwe girt. Hatîce xespkirina vîna gel tu carî qebûl nedikir û alîgirê têkoşîna li dijî tayînkirina qeyûman bû. Hatîce di çalakiyê de her tim digot êdî bes e, ji ber ku Hatîce dizanî ku tayînkirina qeyûman dê Tirkiyeyê di nav taritiyê de bihêle. Li gorî Hatîceyê jiyaneke şaş rast nayê jiyîn, ji bo jiyaneke bi tenduristî divê rêyên aştiyane vebe.
 
Ji bo pêşerojê têkoşîn dide  
 
Zor û zehmetiya jiyana Hatîceyê hêj di biçûktiyê de dest pê kir û lê heta îro tu carî hêviya xwe ji jiyanê nebirî û têkoşîna xwe ya jiyanê dom kir. Hatîce her roj tevlî çalakiya rûniştinê ya ku li Cadeya Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk tê dibe. Hatîce ji bo pêşerojê,  li gel astengî û dorpêça polîsan di nav çalakiyê de cih xwe digire.