Xeta berxwedana li dijî îxanetê: Zarîfe Xanim

  • 09:12 9 Tîrmeh 2019
  • Portre
Sîbel Ozalp
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Zarîfe û helbestkar û şervan Alîşêr ku bi hişmendiya Kurdbûnê bi jîrbûna xwe hevdu temam kirin û bi gotin û çeka xwe têkoşîna vê dan, 82 sal berê bû qurbana îxaneta hevkaran. Piştî komkujiya Koçgiriyê hatin Dêrsîmê û li wir 16 salan bûn pêşengên berxwedanê. Zarîfe û Alîşêr di 9’ê tîrmeha 1937’an de ketin kemîna çar hevkaran.
 
Di 1919’an de li Anatolyê ji bo yekitî pêk bê gelek kongre pêk hatin. Yên yekitî qebûl nekirin û xwestin serbixwebûna xwe îlan bikin rastî êrîşên leşkeran û îlegal hatin. Kurdan Cemiyeta Kurd Tealî ava kirin û li bajaran şax vekirin. Ji serdestiya Osmaniyan xilasbûn û di vê sedsalê de xwe nîşanda. Di navbera Adara 1918’ û hezîra 1921’ê de li herêma Koçgirî serhildan çêbû. Li serê vê tevgerê Zarîfe Xanim û Alîşêr hebûn.
 
Zarîfe wek jinek xurt di kadroya navendê de bû
 
Alîşêr di têkiliyên navneteweyî de baş bû, serdestê atmosfera siyasî bû. Zarîfe Xanim jî serdestê geşedanên siyasî bû. Potansiyela wê ya rêxistibûnê gelek baş bû. Wek jineke xurt di kodroya navendÎ de bû.
 
Armanca Zarîfe û Alîşêr ev bû ku têkoşîna rizgariya li dijî binpêkirina li hember gelê Kurd bû. Mustafa Kemal wek deverên din ji Dêrsîm û Koçgiriyê jî parlamenter vexwendî kiribûn. Lê Alîşêr û hevjîna wî Zarîfe li herêma Koçgirî û Dêrsîmê bi lîderên eşîrên Kurd re civîn kir û hemû eşîr li dora serbixwebûnê anî cem hev.
 
Zarîfe û Alîşêr bi Cemiyeta Kurd Tealî re ket têkiliyê û xwestin têkoşînê bikin yek, lê her çiqas cemiyet wan tenê bihêle jî wan têkoşîna xwe xurt kir. Bi xurtbûna serhildanê re hikûmeta TBMM’ê, hewl da serhildanê biçewisîne. Di 1921’ê de li Koçgiriyê di navbera hêzên Kurd û yekîneyên Tirk de pevçûn derketin. Zarîfe û Alîşêr jî di eniya pêş de cih girtin û rojekê li Kemahê rojekê li Kuruçay li eniyan cih girtin.
 
Pevçûnên mezin wê demê li Koçgirî hat jiyîn. Her du aliyan jî windabûnên mezin dan. Gundên Kurdan hatin şewitandin, bi hezaran kes hatin qetilkirin û berxwedan bi serneket. 
 
Pêvajoya ku Zarîfe û Alîşêr birin çiyan
 
Têkoşîna Koçgiriyê di 1921’ê de hat çewisandin. Bi têkoçûna serhildana Koçgirî re, Zarîfe û Alîşêr ji Koçgirî çûn Dêrsîmê. Ji bo Alîşêr û Zerîfe bên tunekirin planên nû xistin dewrê. 9’ê Tîrmehê bibîr bîne, komkujî, îxanet û komployê bibîr bîne
 
Komkujiya Dêrsîmê ya 1937-38’an wek berdewam serhildana Koçgiriyê bû. Di 9’ê tîrmeha 1937’an de Zarîfe û Alîşêr hatin qetilkirin. Li Dêrsîmê yekji komkujiyên herî mezin hat jiyîn. Wê rojê tenê Zarîfe û Alîşêr nehatin qetilkirin, di heman demê de têkoşîna serbixwebûn û fikr û ramanê jî hat qetilkirin. 
 
Zarîfe ji aliyê jinên Kurd ve mînak hat girtin
 
Alîşêr û Zarîfe ji hevjînê wêdetir bûn rêhevalên hev. Alîşêr huner û şer bi hevre kir. Zarîfe ji aliyê jinên Kurd ve mînak hat girtin. Cesaret û serkeftina Zarîfeyê bi salan di nava gel de hat vegotin. Zarîfeyê bi jîrbûn, hişmendî û cesareta xwe piştgiriyek mezin da serhildana koçgiriyê. Li Dêrsîmê jî bi mêran re tevlî civînan bû, nîqaş kir û di heman eniyê de şer kir.