Di meşa azadiyê de jinek yoruk, şoreşgerek enternasyonalîst Eylem Ataş

  • 09:07 26 Hezîran 2019
  • Portre
Sîbel Ozalp
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Eylem Ataş a ku bi eslê xwe yorukên Aladagê ye, di şerê li dijî DAIŞ’ê de li Mînbîcê jiyana xwe ji dest da. Eylemê ya ku hêvî girt ser milê xwe û sînor derbas kir, me ew ji wêneyên ku jinên Tirkmen, Ereb û Kurd yên Mînbîcê çarşefê reş diçirînin nas kir.
 
Eylem Ataş yek ji şoreşgereke enternasyonalîst ya di dema dagirkirina ku DAIŞ’ê li hemberî Bakurê Sûriyeyê di 2014’an de da destpêkirin, bi Şoreşa Rojava re di piştevaniyê de bû. Eylem Ataş ya 23 salî banga bilindkirina eniya şer a şoreşger ya li Tirkiyeyê kir û bi navê Cemre Heval di mijdara 2015’an de çû Bakurê Sûriyeyê û tevlî Hêzên Azadiya Yekbûyî (BOG) bû. Eylem piştî dewreya perwerdê temam bû di sibata 2016’an de tevlî pêngava Tîşrîn bû û bi Tabura Azadiya Enternasyonalîst re di yekîneya Sîluk de peywir girt.
 
Piştî pêngava Mînbîcê dest pê kir Eylem, bi tabura BOG Mahîr Arpaçay re tevlî şerê li dijî DAIŞ’ê bû. Di pevçûna pêngava azadiyê ya Mînbîcê de di 17’ê hezîrana 2016’an de jiyana xwe ji dest da. Cenazeya Eylemê 101 roj şûnde li ser bertekên rayagiştî ji sînorê ku dihat payîn hat girtin û li axa wê hat definkirin.
 
‘Sînorên dewletê tune hesiband’
 
Eylem her tim li dijî pergalê bi hêrs bû, li dijî serdest û zîhniyeta mêr ya îdeolojiya wan bû jî bi hêrs bû. Eylem ji rastiya jinan, tevlî vê meşê bû. Eylem li Edenê hat dinê. Malbata wê malbateke Yoruk-Tirkmen ya li navçeya Aladag a Edenê bû. Eylem ji salên lîseyê de di têkoşîna şoreşger de cih girt. Birayê wê der barê wê de wiha digot: “Ruyê xwişka min neqermiçî, porê wê sipî nebû, bedena wê hîna newestiyabû, sînorên ku dewletê xêz kir, tune hesiband û deng da qêrîna gelek î. Xwişka min rûmeta min e.” 
 
‘Ya hewce pê heye hinek wijdan û cesaret’
 
Eylem beriya biçe Bakurê Sûriyeyê jî têkoşîna mirovahiyê dida. Li Cizîra hat hilweşandin û şewitandin bi meşaleya xwe ya mor, bi daxwaza aştiyê ya wek Jinên Ruyêerdê, bi parastina mafê definkirina Azîz Gue ya li dijî DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da têkoşiya. Eylemê der barê komkujiya Cizîrê de jî wiha got: “Tenê bi gotina li Cizîrê komkujî heye, nabe. Ya hewce pê heye hinek wijdan, cesaret e.” Eylem bi cesaretek bêdawî têkoşîn da.
 
Hevala Eylemê, Burçak Gorel da zanîn ku Eylem hevala zarokatiyê ya Heval Yeşîlgoz yê PKK’î ku li Dêrsîmê jiyana xwe ji dest dabû ye û ji ber vê jî navê ‘Cemre Heval’ girtiye. Burçakê daxuyakirin ku Eylem çawa agahiya Heval digire xemgîn dibe û ev bandoreke mezin li wê dike.
 
Eylemê axa kul ê hat dinê û mezin bû, berda û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê tercîh kir. 23 salî bû. 101 rojî malbata wê nikaribû cenaza wê bigirta. Tabuta wê birin mala cemê ya Şakîrpaşa û jinan cenaza wê hilda û li goristana Kuçuk Oba hat definkirin. Jina yoruk a Aladagê hat oxirkirin.
 
Eylemê di nameya ku li pey xwe hişt de wiha got: “Ez biryara xwe ya ji bo jiyanek nû digirim bi we re parve dikim. Li alî mirovên bindest yên Rojhilata Navîn dîrokek tê nivîsîn. Ya dikeve ser milê me jî em li gel kesên vê dîrokê dinivîsin cih bigirin. Ji bo zarok zêde xwarinê bixwin, ji bo mirov li ber çavên me parçe nebin, ji bo biraziyên min wek me pisgirêkan nejîn. Wek Mamoste Çorumî jî gotiye ‘em bibin Peter Pan û biçin cem wan ku bila bedena wan ya ne zindî li peravên me nexin.”