Rihê anarşîzmê yê jinê: Emma Goldman

  • 09:32 14 Gulan 2019
  • Portre
Sîbel Ozalp
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji karekterên girîng a anarşîzmê ya girîng Emma Goldman 79 sale ji nav me koç kiriye. Emma ku wekhevî û serbixwebûna jinan parast, diyar  kir ku pêşketina jinê, serxwebûn, azadiya wê divê ji wê bê û divê jin ne wek objeya seksê xwe wek şexs dane holê.
 
Nivîskara anarşîst Emma Goldman nasnameya xwe ya muxalîf bi gotina ‘ger dengdayînê hinek tişt biguherta wê bihata qedexekirin’ û têkoşîna wê bandor li ser jiyana bi hezaran jinî kir. Bi dehan carî hat surgunkirin. Şahidiya aştî, şer û hilweşînan kir. DYA’yê ji ber Emmayê, qanûneke ku bikaribin anarşîstan derveyî sînor bikin derxistin.
 
Rolek mezin di belavbûna nêrîn anarşîstbûnê de lîst
 
Emma Goldman diyar kir ku divê pêşketin, azadî û serbixwebûna jinê ji wê bê û got divê jin xwe ne wek objeya seksê wek kes dane holê. Emma Goldman di çaryeka sedsala 20’emîn de li DYA û Ewropayê, di pêşketina nêrîna anarşîst de rolek mezin lîst.
 
Emma Godman mijarên weke zewac, pirzewacî, evîna azad, zayendî, polîtîk kir û di dawiya sedsala 19’emîn de ji nîqaşê re vekir. Emma di 27’ê Hezîrana 1869’an de di gettoyeke Yahudî ya Rusyayê hat dinê. Emma 13 salî bû malbata wê bar kir St Petersburgê. Rusya ji bo wan bi xeter bû. Beriya bar bikin Alexandre a 2’emîn hatibû kuştin. Yahudî bi komkujiyan re hatibûn rû hev. Ji ber vê dest ji dibistanê berda û dest bi xebatê kir. Pirtûka Nîkolay Çernîşevskî ya bi navê ‘Divê çi bê kirin’ bandorek mezin li wê kir.
 
Bavê wê di 15 salî de hewl da Emmayê bizewicîne, Emmayê li dijî vê serî hilda û di 17 salî de bi daxwaza malbatê bi xwişkên xwe Helena, Lena re koçî bajarê Rochester a herêma Monroe ya NewYorkê kir. Bûyera Haymarket a di 1886’an de pêk hat têkiliya Emmayê bi anarşîzmê re xurtir kir.
 
Di bûyeran de 7 polîs mirin. 7 karker rastî cezayê darvekirinê hatin. Cezayê 2 karkgeran veguhertin muebetê. Karkerekî întîxar kir. 4 heb jî hatin darvekirin. Vê bûyerê gelek bandor li Emmayê kir.
 
Emma di 1887’an de bi karkerê fabrîkayê Jacop Kersner re zewicî. Lê demek kurt berdewam kir. Emmayê malbat û hevjînê xwe terk kir û çû New Yorkê. Li wir Alexander Berkman nas kir. Bi hev re jiyan. Alexander yek ji fîgurên girîng a tevgera anarşîst a DYA’yê bû.
 
Kesî ew ji riya wê nekir
 
Bi Edward Brady re ku yek anarşîstên ceza girtibû, re demek dirêj têkiliya wê çêbû. Di vê têkiliyê de fikra giştî ya Emmayê derbarê mêran de çêbû. Ji ber Edward bi saya anarşîzmê nas kir û dixwest bi Emmayê re bizewice. Lê Emmayê riya xwe tercih kiribû. Kesî nikaribû wê ji riya wê bike. 
 
Di girtîgeha Blackwel de salekê ma
 
Emma di xwepêşendanekê de hat girtin û bi sûcdariya ‘gel rakiriye ser piyan’ hat sûcdarkirin. Salek ceza girt û di girtîgehê de ma. Di 8’ê îlona 1901’ê de li Chîcago bi sedema suîkasa McKînley hat girtin. Di 24’ê îlonê de ji ber nebûna delîlan hat berdan. Di 1910’an de pirtûka xwe ya ‘Anarşîzm û gotarên din’ weşand.
 
Surgunê Rusyayê hat kirin
 
Di 11’ê Sbiata 1916’an de carek din hat girtin. Ji ber belgeyên ku der barê konrola welîdînê de agahî didan hat girtin. Girtina wê ya ku jiyana wê guhert di 1917’an de pêk hat. Emma du salan girtî man û ji welatîbûnê hat derxistin û ew surgunê Rûsyayê hat kirin. Emma çû Rûsyayê li gel Bolşevîkan cih girt. Emmayê di 1921’ê de ji ber bûyeran Rusya terk kir. Tiştên wê demê jiyan di pirtûka xwe ya ‘Şikestina xeyalên min yên li Rûsyayê’ vegot.
 
Di 1921’ê de çû Qiraltiya Yekbûyî. Bi pasaporta Brîtanyayê li gelek welatî jiya. Di 1928’an de bar kir Saînt-Tropez kir. Heta 1936’an li wir jiya. Di 1931’ê de biyografiya xwe ya bi navê ‘Dema jiyana xwe jiya’ weşand. Dîsa di vê pêvajoyê de der barê tehdîda faşîzm û bilindbûna Nazîzmê de axaftin kir. Emmayê 15 sal şûnde ji bo DYA’yê 90 roj vîze girt. Emma li wir kesek navdar bû. Bi wê re civîn û roportaj hatin kirin. 
 
Li Toronto jiyana xwe ji dest da
 
Emma di 1939’and e li Toronto ya Kanadayê bi cih bû. Emma di 14’ê Gulana 1940’î de li Totontoyê di 70 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Li Chîcago li nêzî cihê ku anarşîst hatibûn definkirin hat definkirin.