Rojnameger-berxwedêr ya nemir: Ulrîke Meînhof

  • 09:08 9 Gulan 2019
  • Portre
Sîbel Ozalp
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Îro 43 sale rojnameger û şoreşger Ulrîke Meînhof ji nav me koç kiriye. Ulrîke ku jiyana burjuva ya xwediyê wê bû di destê xwe şûnde kir, şertên herî giran ya jiyana îlegal a şoreşgeriyê tercîh kir. Ulrîke di 9’ê Gulana 1976’an de li hucreya wê daliqandî hat dîtin. Heta roja mirina wê li Girtîgeha Stammheîm di şertên tecrîdê de hat girtin. 
 
Di sedsala 21’ê de di pêşketina Têkoşîna Azadiya jinê de bê guman para pêşengan gelek mezin e. Jinên ku li her derê cîhanê ji bo dengê xwe bidin bihistin bi canên xwe têdikoşin û ala azadiyê ji bo yên pêşerojê bilind dikin. Ulrîke Meînhof ku bi gotinên ‘Protesto, tê wateya ev ne li gorî min e, ez li dijî vê me. Ger ez ji bo tiştekî ku ne li gorî mine dibêjim bila ji holê rabe, ev berxwedane’ li dîroka berxwedana jinan hat nivîsîn. Di ser mirina Ulrîke Meînhof de 43 sal derbas bû. Ulrîke bi rojnamegerekî navdar û du zarokên xwe re xwedî jiyanek rehet bû. Ulrîke her tişt li pey xwe hişt û şert û mercên herî giran ên jiyaneke îlegal a şoreşgerî tercîh kir. Sedema vê jî, xewna wê ya azadiyê ya ruh û hişmendiya wê ronî dikir bû.
 
‘Jiyana wê guherî’
 
Ulrîke Meînhof di 7’ê Cotmeha 1934’an de li bajarê Oldenbug a Elmanyayê hat dinê. Perwerdeya Felsefe, Pedegojî, Sosyolojî û zimanê Elmanî dît. Ulrîke di nêrîna çep de pêngavên girîng avêt, di 1957’an de beşdarî Yekitiya Xwendekarên Sosyalîst ya Elman bû û dîsa di van salan de di pêşengehên li djî desthilatdariya CDU, di tevgera aştiyê û tevgera dijî mîlîtarîst de cih girt. Ulrîke li Berlînê bi aliyên çep radîkal (otonom) re têkilî danî û jiyana wê bi naskirina damezrînerên RAF (Fraksîyona Artêşa Sor) Andreas Baader û Gdurum Ensslîn guherî. Di 11’ê Nîsana 1968’an de li dijî lîderê xwedekaran Rudî Dutsche suîkast pêk hat. Bi vê re tevgera xwendekaran a girseyî cihê xwe ji tevgera marjînal û radîkal re hişt. Suîkasta li Rudî Dutschke hat kirin, jiyana Ulrîke guhert.
 
Navê din yên berxwedanê...
 
Ulrîke li şûna çalakiyên pasîf û protestoyan, fikra berxwedanê de bi xwe re kûr kir û li dijî terora dewletê, berxwedanên girseyî pêşniyarê derdora xwe kir. Ev pêşniyara xwe jî bi van gotinan îfade kir: “Ger kesek kevir bavêje, an jî kesek wesayîtekê bişewitîne, ev çalakiyeke ku ceza pêwist dike ye, lê ger bi hezaran kes vê bike, ev çalakiya polîtîke.” Cudahiya di navbera protesto û berxwedanan de bi van gotinan îfade dikir: “Ger ez bêjim ev an jî va ne li gorî mine, wê demê ez protesto dikim. Berxwedan jî tê wateya ku ez li dijî tiştên ne li gorî min e berxwe didime.”
 
‘Nmire zindî tê çalkirin’
 
Ulrîke di nav jinên ku di avakirina têkoşîna azadiya jinê de cih digirin de xwedî cihekî girîng e. Ulrîke di nivîsên xwe de li dijî şîdeta dewletê rewabûna şîdeta şoreşger bi aşkera diparêze. Ev jî dikare şîroveya çalakiya rêxistineke çep ‘parastina rewaye’ bîne. Dema mirov li jiyana Ulrîke dinêrin mirov dikarin bêjin ku jiyana wê ji serî heta jê têkoşîne. Serî rakirinên wê yên radîkal û sekna xwe ya ku di nivîsên xwe de nîşan daye her tim di hişan de cihê xwe girtiye. Ulrîke di 14’ê Gulana 1970’ê de di çalkiya revandinê ya plankirî a RAF’ê de, di lêdana kesekî de aktîf rol girt û piştre direve. Ji vê şûnde jiyana ji bo wê jiyana îlegal dest pê dike. Êdî wek mîlîtaneke RAF’ê lêgerîna wê dest pê dike. Ew jî ji xwe bi awayekî fîîlî dibe mîlîtana RAF’ê.
 
Hat tecrîdkirin
 
Ulrîke ji 14’ê Gulana 1970’ê heta 15’ê hezîrana 1972’an ku hat girtin, daxuyaniyên RAF’ê wê dinivîsand. Ulrîke û kadroya lîder a RAF’ê hatin girtin û li bajarê Stuttgartê xistin hucreyên girtîgeha Stammheim di 21’ê Gulana 1975’an de doza RAF dest pê dike. Ulrîke jî wek Lîderên din yên RAF’ê dibêje ew dadgehên Elman nas nake û RAF nikare bê darizandin.
 
Ulrîke diyar dike ku penaberên Îspanyol, Tirk, Yewnan, Ereb, Îtalyayê û hemû bindestên Ewropayê, hemû jin wê bizanin ez çima li virim û çima hun min dikujin.
Li şûna ez xemgîn bim, hêrsê tercîh dikim. Dema zarokên wê diçin hevdîtina wê ji zarokên xwe re dibêje ‘li şuna ku ez xemgîn bim ez hêrsbûnê tercih dikim. Ulrîka piştî ku van gotinên xwe yên wekê ‘Gardiyan, dadger, polîtîvan hun yek ne xema minin. Hun nikarin min dîn bikin. Hunê min saxlem bikujin. Bi ruh û mêjiyekî baş ve. Her kes wê fêm bike demokrasiya civakî dişibe çi’ û di 9’ê Gulana 1976’an de li hucreya xwe daliqandî tê dîtin.
 
Hunê bêjin Ulrîke Meînhof xwe daliqandiye
 
Ulrîke ev hevok nivîsin ‘Cesedê min wê wek çiyakî giran be. Sed hezar û sed hezar... Bi sed hezaran jin wê vî çiyayî rake û bide ser milan û wê bi kenekî heybet texta we hilweşînin. Wê bi yek dengî qîr bikin; Hunê nikaribin Ulrîke Meînhof bikujin.” Ev mirina Ulrîke ji aliyê Komîsyona Lêkolîna Navneteweyî ve wiha hat raporkirin: “Ulrîke hatiye kuştin û piştre hatiye daliqandin.”
 
Berxwedana Ulrîke û ‘cesedê wê yê wek çiya giran’ îro ji aliyê jinên ku têdikoşin ve tê hildan.