Di salên 1930’î de jina tabu hilweşand: Marlene Dîetrîch

  • 09:07 6 Gulan 2019
  • Portre
Sîbel Ozalp
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Marlene Dîetrîch ku di cîhana sînemayê de pêşdarên zayendî û nîjadperest hilweşand, di 6’ê Gulana 1992’an de jiyana xwe ji dest da. Marlene di fîlmê ku propaganda Nazî de lîstinê red kir û cilên dihat îdiakirin aydê mêran e li xwe kir û li ber ekranan jinek maçî kir û di salên 1930’î de serî li dijî zextên civakî û seksuel hilda.
 
Maria Magdalena Dietrich, bi navê tê nasîn Marlene Dietrich lîstikvana sînema û stranbêja ji Elmanyayê ye. Marlene wek stranbêja kabare dest bi kariyeta xwe kir û di 1920’an de li Berlînê ket endustriya fîlm û di 1930’an de li Holywoodê derket pêş. Wek pêşenga ‘cilên maskulen’ hat qebûlkirin. Di navbera 1950-60’î de gelek navdar bû û bû îkonek girîng. Marlena bû namzeta oskarê, li gorî lîsta Enstîtuya Fîlman a Amerîkayê yek ji jinên herî girîng a 9’emîn bû. Fîlmê wê yê Der Blau Engel/The Blue Angel (Meleka Şîn) ji bo wê gelek girîng bû. Karekterê Lola-Lola jî ew lîst.
 
Marlane bi têkoşîna xwe ya li dijî rejîma Hîtler jî tê nasîn. Marlane li Schoneberg di 27’ê Kanûna 1901’ê de hat dinê. Li dibistana Şanoyê ya Max Reînhardt perwerde dît. Yekem car di fîlmê Dîe Tragodîe der Lîebe de lîst. Di 1923’an de bi alîkarê derhênerê fîlm Rudolph Sîeber re zewicî. Marlene yekem aktîvîsta jin a di cîhana sînemayê de mijarên nîjadperestî û zayendperestî ya civakê xist rojevê ye. Cilên ku dihatin îdiakirin yên mêran e li xwe dkir û li ber ekrana jinek maçî diki û fîlmê propaganda Naziyan dikir jî red dikir.
 
Elmanya terk kir
 
Bêguman rêveberiya Hîtler cîhana huner û fikr jî bi bandor kiribû. Hikûmeta Hîtler xwest Marlene di fîlmên propgandaya serkeftina Nazî de cih bigire û Marlene ev redkir û neçar ma welatê xwe Elmanyayê terk bike. Ji welatîbûna Elmanyayê derket û bû welatiya Amerîkayê. 
 
‘Ez wek Elman hatim dinê wê wisa jî bimîne’
 
Marlene ya dijberî Hîtler axaftin kir wiha gotibû: “Ez wek Elman hatim dinê wê wisa jî bimîne.” Marlene ligel sînema û muzîkê, keman û piyano jî lê dida. Yek ji mînakên serhildana wê di 1933’an de dema ji ser Atlantîkê derbasî Parîsê dibû pêk hat. Marlen ku cil û bergên spî li xwe kiribû, peywirdarek wê hişyar dike û dibêje ger carek din tu şal li xwe bikî wê ceza bigirî. Ji ber wê demê heta 2013’an de di alî teknîkî de lixwekirina şal a jinan qedexe bû. Marlene dema ji trînê peya bû bi şal çakêt, ber çavk û şewqeyê xwe ket bilê polîs û meşiya.
 
‘Marlene vegeriya mala xwe’
 
Marlene di 1960’î de cara yekem vegeriya Elmanyayê û bi pankartên ‘Marlene vegere mala xwe’ hat pêşwazî kirin. Di 1961’ê de fîlmê wê yê ‘Biryara Nurnberg’ li Berlînê hat nîşandan. Turna wê ya dawî di 1975’an de li Îngîlîstan, Belçîka, Amerîka, Kanada û Avustralyayê hat kirin û piştre Marlene li mala xwe ya Berlînê ket înzivayê. Otobiyografiya xwe ya di 1979’an de hat weşandin nivîsî. Heta 6’ê Gulana 1992’an mirina wê li Parîsê ma. Marlene li Berlînê hat definkirin.