9’ê Adara 1952’an: Alexandra Kollantaî jiyana xwe ji dest da

  • 09:05 8 Adar 2019
  • Portre
Sîbel Ozalp
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dîplomata Rûs, Qasida Yekitiya Sovyetan û yekem wezîra jin a Hikûmeta Sovyet Alexandra Kollontaîn 67’emîn salvegera ku jiyana xwe ji dest dayî ye. Alexandra ku di demên xweş de nejiya, tevî zor û zehmetiyên ku ji bo jiyanê xweşik bike jiya, tu car poşman nebû, sekna xwe ya bi rûmet xera nekir.
 
Alexandra Kollontaîn ku hewl da fikra sosyalîzmê bi rêxistin bike, dîplomata komunîst a Rûs û yekem wezîra jin a hikûmeta Sovyet e. Alexdandra diyar dike ku ew seransserê jiyana xwe bi jin û qederên wan re eleqeder bûye û got tişta ku ew aniya sosyalîzmê qedera jinan bûye. Wek yekem qasida jina a cîhanê ya Bolşevîk, li her derê cîhanê Sovyet bi serkeftî temsîl kir û azadiya jinan parast. Alexandra di heman demê de Komîsera Gel a Bolşevîk bû.
 
Alexdandra di 19’ê Adara 1872’an de hat dinê. Bavê wê mufetîşê perwerdeya suvarî bû. Alexandra gelek ji hespan hez dikir. Bersiva gelek pirsan ji murebiya xwe ya îngîlîz Godgeon digirt. Jinên li mala wan dixebitin, fikra newekhevî û cudahiya di navbera jinan de bi wê re ava kir.
 
Piştî Şerê Osmanî –Rûs a 1877-78’an şûnde ji bo peywira bavê wê diçin Bulgarîstanê û di 6-7 salî de dibîne ku şer bandorek çawa li ser zarokan dike. Alexandra di vî temenî de welat û netewan nas dike. Bavê wê wan salan tayînê Walitiya Tarnavo, piştre jî tayînê Walitiya Rûsyayê ya Bulgarîstanê dibe. 
 
Manîfestoya Partiya Komunîst nas kir
 
Li Mîlanoyê berhemên Leonardo da Vîncî, dêrên Îtalyan û şanoyên anfî yên Romayê dît. Di vê rêwitiya 12-13 salî de, malbatên li kolanan dijîn dît. Di 1890’î de piştî Marksîzm ket Rûsyayê, Alexandra pirtûk xwend. Kovar girt. Di 1892’an de Manîfestoya Partiya Komunîst-Wêjeya Marksîst nas kir. Alexandra ji pirtûka Vîladîmîr Lenîn ya ‘Dostên gel kî ne?’ gelek bi bandor bû û di wan salan de tevlî semînerên civakî-aborî bû. 
 
Alexandra di Muzeya Gerok a Alavên Perwerdeyê de dest bi xebatê kir û Yelena Stassova nas kir. Ji bo Alexandra bi mirovan re têkiliyê dîne, pakêt an jî name şand û bi mirovan re da nasîn.”
 
‘Xebata xwe ya ewil di nav hevalên xwe yên Fînî de kir’
 
Di 1898’an de di kovara Obrasovaniye de nivîsên Alexandrayê hatin weşandin. Alexandra xebata xwe yê rêxistinbûnî ya ewil di nav hevalên xwe yên Fînî de meşand. Nisîvên wê yên li ser Fînladiyeyê jî di kovara Elman a Dîe Sozîale Praxîs de hat weşandin. Alexandra ya gelek ji Karl Kutsky û Rosa Luxemburg hez dikir, di 1901’ê de li Zurîhê bi Rosa Luxemburg re têkilî pêş xist li Parîsê Paul Lafargeu nas kir.
Alaexandra di meşa Petograd de hevkariya bi fermînîzma burjuva re red kir. Nûnerên fermînîst a tevgera jinên burjuva û Menşevîkan, platforma jinan a hevpar parast , lê Alexandra li dijî vê hevkariyê derket.
 
Clara Zetkîn, Alexandra Kollantîa û 8’ê Adarê
 
Alexandra tevlî 2’emîn Kongreya Enternasyonal û Konferansa Jinan a Sosyalîst ya Navneteweyî ya ewil bû. Bi xebatên ku bi Clara Zetkîn re kir, jinên karker tevlî têkoşînê kir. Alexandra û Clara Zetkîn biryara pîrozkirina 8’ê Adarê dane qebûlkirin. Alexandra li ser vexwendînameyan li Ewropayê geriya. Têkilî ava kir û di dema gera xwe de name û rojnîvîskên bandor li dîrokê dikin nivîsî. Di 1971’an de ji aliyê hikûmeta Kerenskî hat girtin. Dema di girtîgehê de bû di 6’emîn Kongreya Partiya Karkerên Demokrat Sosyal a Rusyayê de wek endama Komîteya Navendî û Serokatiya Rumetê ya Kongreyê hat hilbijartin. Piştre bi 5 hezar rubleyî hat berdan. Alexandra her wiha peywira Komîseriya Gel a Alîkariya Dewletê ya Bolşevîkan kir. Alexandra di 9’ê Adara 1952’an de li Moskovê di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da.