Tevgera kesên li aliyê rastiya dîrokê cih digirin: 1968

  • 09:01 3 Sibat 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Ciwanên ji hewcedariyên demê re li bersivan digeriyan, di esasê de ev lêgerîna wan a jiyana rast bû. Encamên wê di her qada jiyanê de guherîn û pêşketin bixwe re anî. Îro ya di Şoreşa Rojava de pêk hatiye jî ruhê wê demê yê form qezenc kiriye. Şoreşa Rojava israra di sosyalîzmê de ye israra di mirovbûnê de ye. Vê israrê li her çar aliyê cîhanê bi rihê enternasyonal ên ciwanan, xwedîderketina li Şoreşa Rojava aniye.
 
Nagîhan Akarsel
 
Alî Çîçek û Suphî Nejat Aghirnasli nûnerên nirxên jiyana zelal û mîlîtan in. Di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de li zindana Amedê Alî Çîçek tevli rojiya mirinê bû û Hayrî Durmuş ku ew jî di heman çalakiyê de bû navê wî kir Stêrka Sor. Alî Çîçek ku nûnerên ciwanan ê demî bû îfadeya tahayula pêşerojê ye. Têkiliya Alî Çîçek bi sosyalîzmê re ava kir, bi ked û enerjiya ciwanan honand. Ev enerjî bi Suphî Nejat Agirnasli  (Paramaz Kizilbaş) ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da heta îro hatiye. Paramaz Kizilbaş wek kakila bexwedana sed salan e. Neviyê Niyazî Agirnasli yê parêzeriya Denîz Gezmîş kiriye. Di nameya ji malbata xwe re hiştiye de diyar dike ku ji ber nakokiyan tercîhek kiriye û beriya her tiştî jî ev tercîh ji bo xwe kiriye û got nokteya herî nêzî heqîqetê bûye ya jiyana wî ev  e.
 
Tekoşîna lbi Bernandîne û Zeryan bû yek
 
Yek ji damezerînerê Rêxistina Şoreşger a Watherman a di 68’an de çalak bû û di salên 60’î de hat avakirin, Bernardîne Dohrn gotiye ‘Di vê pergala çavsor de ne pêkane mirov serî li tundiyê nedin’. Bernandîne li dijî pergala kapîtalîzm a hov wek jinekê ket nava hewldanê. Li dijî her cureyê dagirkirnê parastina rewa îlan kir. Ev rih bi Zeryan Denîz Amed (Ayşegul Kaçar) re di 28’ê Gulana 2016’an de ya li Şirnexê di rêveberiyên xweser de jiyana xwe ji dest da ji nû ve zindî bû. Zeyran dibêje têkoşîna jiyanê bi hemû giraniya xwe diome û lê dil û hêvî kêfxweş in ji ber di dawiya wê de azadî heye.
 
Sakîne û Alîna
 
Sakîne Cansiz bi Bernandîne re heman dem û rihî parve dike. Rihê azadiya 68’an. Tevgera Azadiya jinên Kurd di riya azadiyê ya Sakîne Cansiz de îdeolojîk, sosyolojîk, têgeh û sazî ava kir. Têkoşînek nêvî sedsalê pêş ket. Bi îdeolojiya rizgariya jinê re pêşengiya partîbûnê ava kir. Hêza parastina cewherî di Şoreşa Rojava de veguherî pergalê.
 
Alîna Sanchez (Lêgerîn Çiya) ku ji pirtûkên Eduardo Galeano bi bandor bû jî bi salan şûnde riya wê bi vî ruhî re tê gel hev. Gotina Che ya ‘Rastiyê bêje lê ya bêderfet bixwaze’ Lêgerînê dikeve tevgerê.
 
Baweriya bi heybet ya Cevahîr û Çiyager
 
Di vê rêyê de, riya Huseyîn Cevahîr ku yek ji pêşengên tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê bû, bi Çiyager Hêvî (Cîhan Turkan) re dibe yek. Gotinên ‘Ez hemû ezezokan davêjim aliyekî û li hedefa xwe hûr dibim’ bi Çiyager re zindî dibe. Gotina Cevahîr a ‘Wêneyên wênesazên beriya min, ligel min wêneyê veguhertinê ye’ bi Çiyager re dibe çalakî û bawerî. Belê di du demên cuda de du nûnerê heman rihî. Bêguman ev bi riya ku pê bawer in eleqeder e.
 
Endam: Israra di sosyalîzmê de, israra di mirovbûnê de ye
 
Tevgera Ciwan û Çandê, dema rihê ciwanên li alî rastiya dîrokê cih girtine temsîl dike. Di riya ku diçe şoreşa wateyê de lêgerîn û lêpirsînkirin di vê demê de nav hev de derbas bûye. Wek Althusser kiriye, ev kevaneke nehatiye girtinê ye. Lêgerîn, çalakî û tevgerên civakî, lêpirsînên çandî, felsefîk û zanistî ji bo demê dibin bersiv. Di demê de wek sosyolojiya afirandina azadiyê, pêkhatina diyalektîka sosyalojiya azadiyê dike jiyanê. Ciwanên ji hewcedariyên demê re li bersivan digeriyan, di esasê de ev lêgerîna wan a jiyana rast bû. Encamên wê di her qada jiyanê de guherîn û pêşketin bixwe re anî. Îro ya di Şoreşa Rojava de pêk hatiye jî ruhê wê demê yê form qezenc kiriye. Şoreşa Rojava israra di sosyalîzmê de ye israra di mirovbûnê de ye. Vê israrê li her çar aliyê cîhanê bi rihê enternasyonal ên ciwanan, xwedîderketina li Şoreşa Rojava aniye.
 
Wek Abdullah Ocalan gotiye ‘Heqîqet evîn e, evîn jiyana azad e’.  1968 di lêgerîna heqîqetê de rawestgehek e. Di lêgerîna jiyana rast de mîlad e. Xurtkirina nêrîna me ya heqîqetê jî girêdayî  fêmkirina baş a paradîgma modernîteya demokratîk a xwe dispêre azadiya jinê.
 
Ev nivîs ji dosya mijara ‘nîqaşên ciwanan’ ya Kovara Jîneolojiyê ji hejmara 23’yemîn hatiye girtin.