Polîtîkaya jinê ya xweser a hêza demokratîkbûnê

  • 09:01 4 Mijdar 2022
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Polîtîka û teoriya femînîst ku plana duyem red kir, îro di nîqaşên der barê alternatîfên li dijî kapîtalîzm û demokrasiya radîkal de, di mijara pêkhateyên aktîfbûnê de israr dike. Di pratîk û îdeolojiya tevgera azadiya jinên Kurd de, têkoşînek her dem a ku azadî encax bi çalakiya rêxistinkirî, bê destxistin heye. Ji ber vê azadiya jinê bi rêxistin û tevgeran nikare bê sînorkirin, lê bi awayekî konfederal divê avabûna pergala jina xweser a rêxistinkirî pêk were. 
 
Dîlar Dîrîk
 
Di salên dawî de têgeha ‘prefîgurasyon’ (berê hatiye çêkirin) di cîhana teorî û pratîk de ji xwe re cih dîtiye. Prefîguratîf polîtîka, li şûna bipê ku faktorên derve bigihêjin, civakên azad, têkilî û teşeyên jiyanê li vir û niha ji bo bike jiyanê û şênber bike tê dîtin. Di salên dawî de li aliyekî li dijî rastgir ên herêmî û gotinên netewperes, bilindbûna polîtîkayan û li aliyê din jî li dijî torên xurt ên aborî û şîrketên neteweyî, tevgerên jinan ên cîhanê bi jinên der sînor re têkiliyên rêxistinî ava kirin û  her çû potîkayên herêmî demokratîk kirin û ji binpêkirinên serbixwe peywir girt ser xwe. 
 
Polîtîka û teoriya femînîst ku plana duyem red kir, îro di nîqaşên der barê alternatîfên li dijî kapîtalîzm û demokrasiya radîkal de, di mijara pêkhateyên aktîfbûnê de israr dike. Di pratîk û îdeolojiya tevgera azadiya jinên Kurd de, têkoşînek her dem a ku azadî encax bi çalakiya rêxistinkirî, bê destxistin heye. Ji ber vê azadiya jinê bi rêxistin û tevgeran nikare bê sînorkirin, lê bi awayekî konfederal divê avabûna pergala jina xweser a rêxistinkirî pêk were. Ji bo tevgerê, têkoşînek radîkal û her tim a serbixwe ya ji dîrokê dest pê dike hebûna xwe parastiye. Yanî bi gotineke din ji binpêkirinê serbixwetir, ji mîrateyên binpêkirinên sedsalên berê, ji îdeolojî, çandî, polîtîk, civakî û aborî zêdetir dihewîne.  Ji pergalên otorîter ên baviksalar şûnde girtina polîtîkayê di heman demê de ji dem, cih û têgehên çalakiyê ji binpêkirinên serbixwe dest girtine. 
 
Di siyaseta Kurd de bi bilindbûna pêşengiya jinê re, rêxistinên jinan ên xweser ji tevgerên tevlihev cudatir û serbixwe xwe bi rêxistin kirin û bi vî awayî baskê radîkal ê têkoşîna giştî ava kirin. Azadiya jinê bi wateyeke berfireh, îdeolojiya tevgerê û pratîka wê jî bi awayekî çalak bi teşe dike. Rêxistinên jinan ên xweser tenê, di radîkalbûna siyaseta jinê de cih venake, di heman demê de di nav tevgerên pêşketî de jî  cih girtin û li dijî hewldanên serdestiya mêr mekanîzmayên parastina cewherî ya îdeolojîk ava kirin. Peywira hevserokatiya jinê hem hebûnê hem jî bi xebata çalak li dijî serdestiya mêr hêza xwe nîşan dide û demokratîkbûnê pêş dixe. Hemû aktîvîstên tevgera jinan, bi pespektîfa ku mêran biguherînin an jî bi gotinên Ocalan re wek prensîba esas a sosyalîzmê, xwedî mîsyona kuştina serdestiya mêr e. Bi gotineke din, tevgerên civakî li dijî polîtîkayên dewletê alternatîfên ava kirine, ev di saziyên dewletê de hîn demokratîktir in, lê ji bo demokratîkbûnê bi rêya têkoşîna jinê her tim divê hewldan hebe.
 
Berovajî doktrînên gerdûnî yên di felsefeya baviksalar û binpêker a dîrokî, tevgera jinên Kurd, ji bo konfederalîzma demokratîk a jinan pêşniyar anî û jin xwedî hişmendiya ku têkoşîna ser erdnîgariya wan dînamîkên xweser ê wan e û her yek ji bo têkoşîn û rêxistinê dizanin ku stratejîk û teşeyên spesîfîk hewce ne. Di heman demê de jin ji bo şoreşa li seranserê cîhanê pêk bîne têkoşînên hevpar, avakirina têgeh û stratejiyan ferz dibîne. Li gorî Meral Çîçek ‘Wek sazbûn konfederalîzma demokratîk, di heman demê de ji bo serdestî û desthilatdarî ji holê rabe û alîkariyê dide fêrbûna demokrasiyê çalak’, xweserbûna gelek sazbûnan diparêze û çalak îfade dike, kordînekirina wê ya bi awayekî konfederal pêk tîne. Bi têkiliya sîmbiyotîk a navbera gerdûnî herêmî û pratîka rêxistinî re, konfederalîzma demokratîk di heman demê de ji bo siyasetê paradîgmayek ekolojîk ava dike. Xweserbûn tenê li hember dewletê têkildarî sazbûnên rêxistibûna xwser a herêmî nîne, di heman demê de têkiliya projeya konfederal demokratîk îfade dike.
 
Di vî alî de konfederalîzma demokratîk tenê projeyek herêmî yan jî wek pergaleke rêveberiyê divê neyê fêmkirin. Ji vê bêtir,  rêxistibûna demokratîk-konfederal beriya her tiştî zîhniyet e, zîhniyeteke polîtîk a ku têkiliyeke wê ya ku bi civakê nake alav e. Ev tenê, ji têgehên wek azadî, xweserî û serbixwebûnê ji sazî û burokrasiyên dewletê raste rast, ji bo çareseriyê pêk nayê di heman demê de di teşeyê fikr a li ser jiyan û şexs de, ligel vê di avakirina teşeyên têkiliyan de tê wateya avakirina xweserî, serbixwebûn û azadiyê. Di bin  binpêkirin û modernîteya kapîtalîst de,  jiyana xweser zanîn, hilberîn, parastina cewherî û polîtîkaya teslîmê kesên din nake, ev jî ancax bi rêya tekoşînê dikare bê. Têkoşîn bi zanebûn têkiliya wê bê danîn, xweserî bi teşeyê xweser-rêxistinî de dertê holê. Di vî alî de bi azadkirina xwe re bi rêya çalakiya polîtîk navbera demokratîkirina kesek din de, mirov dikarin behsa têkiliyek diyalektîk bikin. Xwe afirandin xwe parastin ji ber vê ji bo rizgariya civakê şertê pêwist e; xweserbûna jinê, şertê azadkirina ji baviksalarî û mêrtiyê ye. Hebûna civakê ya ku xwe bi xwe diyar dike, hêza dînamîk a giştî welat demokratîk dike ye. Ev têkiliyên diyalektîk ne tenê temamkar in, di heman demê de xwedî esasên ku navendên têkoşîn û pevçûnan ava dike ye.