Di avakirina civaka ekolojîk de rola jinê û jineolojî

  • 09:06 7 Cotmeh 2022
  • Nîqaşên Jineolojiyê
Jineolojî ku xwedî îdiaya ku wê bibe zanista jiyanê û xwe bigihîne wateya jiyanê, neçare ji nokteya herî zêde hatiye bê watekirin dest pê bike. Qada ewil a ku jê destpê bike jî têkiliya jin-mêr e. “Em ji mêran nikarin derkevin rê û jin û jiyanê rast venasînin. Hebûna xwezayî ya jinê hîn bêtir di astek navendî de ye.” Ev venasîn dema jinê vedinasîne di nav têkiliyek diyalektîk de hewcedarî bi venasîna mêr dibîne.
 
Nagîhan Akarsel
 
Bi jineolojiyê daxwaza xwestina ku xwe bigihîne zanîna zanistî û bi vê zanînê re rastiya ku esas digire û dixwaze civak û dîrokê analîz bike ‘jin e’.  Zanîna der barê jinê de ya tê xwestin xwe bigihîne, armanc dike ku têkiliya bi jiyan û civakê re ronî bike. Di qada zanistên civakî de jineolojî ya esas digire hebûna jinê venasîn e, di hemû venasînên di vê qadê de tê kirin, îdeolojiya zayendperest tê dîtin û ev venasîn ji mîtolojiyê heta ol, ji felsefeyê heta zanistê di çarçoveyek berfireh de ye û ev ne tesaduf e. 
 
Ev encama pergala dewleta hiyerarşîk, têkiliyên serdest ên li ser jinê hatine avakirinê ne. Di vê çarçoveyê de venasîna taybetiyên herî xwezayî ku hatine texrîbkirin û dijberê jinê hatine bikaranîn, yek ji pêngavên nû ye. Têkiliya jinê ya bi xwezayê re ku jin dişibe xwezayê û her wiha taybetiyên xwezayê temsîl dike, ew ber bi venasîna ku bi jiyanê re bûye yek, ve biriye. Di vî alî de dar, av, heyv, mar ku hevsengiya jiyanê ya di xwezayê de îfade dike, sembolên ku jinê jî sîmge dike ye. Her tiştê ku bi welîdînê re eleqeder e, raste rast an jî wekî din, dikeve xeta Heyv-Av-Jin-Ax ê. Di serdema Paleolîtîk de, teşeyê spîral, taybetiya welîdînê ya av û heyvê sîmge dike; Ev nîşeya li ser pûtên jin hatine xêzkirin navendên jiyana nû welîdînê dike yek. Gelek fîgurên ku nûbûnê sîmge dike û sembolên din bi jinê tê venasîn. Di rastiya biyolojîk û civakî de jin, bi taybetiyên xwe yên hevsengiya mehane, enerjiya herîkîn, hişê hestî û welidînê rolek girîng dilîze. Di kolekirina jinê de jî têkiliya wê ya bi xwezayê re dijberê wê hatiye bikaranîn. Jin ji ser van taybetiyan hatiye kolekirin û ev bi mîtolojî, ol, fesle û zanistê hatiye rewakirin. 
 
Di vir de hevsengiya mehane ya jinan wek nexweşî, qirêjî, lanetî tê dest girtin û ev bêguman ne tesadufe. Ev êrîşeke  li hember têkiliya narîn a jinê ya bi xwezayê re ye.  Hişê hestiyarî ye jinê ku wek qelsî bênîşandan jî mixabin ev encama serdestîbûnê ye. Enerjiya jinê ya herikbar wek pîrebokî venasîn jî encama vê ye.  Hêza jinê ay welîdînê jî veguhertine maşîneya zêdebûnê û ev jî yek ji mînakên serdestiya li ser bedena jinê ye.
 
Jina ku şoreşa gund a çandî pêk anî, bi xwezayê re bû yek, ji bo hemû zindiyan bû heval, di aboriyê de, di tenduristiyê de, di nirxên ahlaqî polîtîk a civakî de, di jiyana çandî de, feraseta jiyana giştî ya bi xwezayê re kiriye yek, niha mixabin parçebûnekê dijî. Di vî alî de jîneolojî li dijî vê parçebûna di zanistanan de li dijî vê nêzîkatiya li hember têkiliya jinê ya bi xwezayê re, gelek girînge. 
 
Jineolojî ku xwedî îdiaya ku wê bibe zanista jiyanê û xwe bigihîne wateya jiyanê, neçare ji nokteya herî zêde hatiye bê watekirin dest pê bike. Qada ewil a ku jê destpê bike jî têkiliya jin-mêr e. “Em ji mêran nikarin derkevin rê û jin û jiyanê rast venasînin. Hebûna xwezayî ya jinê hîn bêtir di astek navendî de ye.” Ev venasîn dema jinê vedinasîne di nav têkiliyek diyalektîk de hewcedarî bi venasîna mêr dibîne. Têkiliya jin-mêr di esasa sedestî-koletiyê de teşe dibe û ev herdu cudabûn pêşî li avabûna sentezên afrîner digire. Di têkiliya hegemonîk de ji têkiliya van cudabûnan, derfet tune ye ku tecrubeyên dewlemend derkevin holê. Ancax her du zayend di şertên azadiyê de der barê her qada jiyanê de afrîner bin, encamên watedar derxin holê.
 
Jineolojî di esasa têkiliya jinê ya bi jiyan û civakê re, agahiyên der barê azadiya jinê de derdixe holê û ji bo pêşxistina jiyaneke watedar neçare hewl bide. Ji bo vê jî hevjiyana bi jinê re divê ji kokê biguhere, li dijî mêrtiya hegemonîk têkoşîn bê dayîn, divê mirov bibin xwedî hişmendiya ‘rizgariya jinê rizgahiya jiyanê ye’. Ev gelek girîng e. Dîsa divê zayendperestiya ku îdeolojiya desthilatdariyê ye, bê deşîfrekirin, çandeke ku jin xwedî îrade û gotin bin bê pêşxistin, li dijî îdeolojiya xanedanî û malbatê têkoşîn bê pêşxistin, navbera jin û mêr de hevjiyan bê avakirin û civakîbûn bê pêşxistin. Ev gelek girîng e. Têkiliya jin-mêr ku esasa hemû pirsgirêkên civakî ye, di esasa azadiya jinê de divê bi awayekî zanistî bê çareserkirin. 
 
Ev di heman demê de wê hêza esas a civaka demokratîk û ekolojîk jî ava bike. Lê jineolojî van taybetiyan e. Jineolojî azadiya jinê di çavkaniya hişmendiya ekolojîk de bi cih dike. Zanîna ekolojîk ji alava desthilatdariyê derdixe û rêbazên têkoşînê pêş dixîne. Di avakirina civaka ekolojîk de guherînên mayînde ancax bi azadiya jinê pêkan e. Ev mînak di avakirina projeya gundê Jinwar ya li Rojava hatiye avakirin derdikeve holê. Beriya em derbasî feraseta jiyana li Jinwar hatiye avakirin bibin, em li ser hinek têkiliyên navbera ekolojî û jineolojiyê ya di şoreşa Rojava de esas hatine girtin bisekinin wê baş be.