Mêtîngeriya çandî

  • 09:01 12 Tebax 2022
  • Nîqaşên Jineolojiyê
Bi taybet li cîhana derveyî welatên Rojava, li Efrîka, Asya û Rojhilata Navîn û gelek cihên din , hegemonya kapîtalîst ji bo xwe mîta dîrok û civakî ava kiriye û ji bo biyanîkirina li çandî ya dema binpêker hewl daye û bandorek wisa kiriye, netewên mafên wan hatine binpêkirin bawer dikin ku ji cehaletê xilas bûne, ev binpêkirin heta çavsoriyê diçe.
 
Gul Barîn
 
‘Beriya spî bêne vir Efrîka ya me bû, încîl a wan. Piştre încîl bû ya me, Efrîka ya wan’ zanakî Efrîkayî.
 
Çanda ku bi sedan venasînên wê tên kirin, tenê nirxan, darazan, helwest û her wekêî din nahewîne û ne pêvajoyek fikrî ye; tevahiya teşeyên jiyanê ava dike. Bauman dibêje ‘Çand bernameya cudabûnan dike ye: Çînîkirin, xêzkirina sînoran û mirovan li gorî şibandinan bi dilî dike yek û bi cudahiyan wek ji derveyî mirovan ji hev vediqetîne û bernameya ku cudahiyan pêk tîne ye’. Bi heman awayî di parêznameyên Abdullah Ocalan de jî wisa derbas dibe: “Em çandê dikarin di pêvajoya dîrokî ya civakîbûnê de wek giştî watedarî û çêkerbûnan bigihînin venasînekê. Hemû saziyên ji veguherînê re vekirî, watedarbûnên wê jî wek naverok û asta watedarbûna cur bi cûrbûnê û dewlemendiyê dikare bê venasîn.”
 
Binpêkirin jî wek dewleteke ku ji derveyî sînorê xwe netew, dewlet û civakê din di alî siyasî û aborî de girtine û li ser kontrola xwe pêk anîne. Ev di pêvajoya dewletbûna netew û endustriyalîzmê de û piştî wê xwe di alî çarçove û kûrbûnê de mezin kir. Yanî êdî li şûna dagirkirinên leşkerî, tevî serbixwebûna xwe girtine û statuyek siyasî bi dest xistine, peraglên siyasî lîberal, di alî hiqûq, aborî û bi taybet jî di alî çandî de civakan îqna dikin û binpê dikin.
 
Bi taybet li cîhana derveyî welatên Rojava, li Efrîka, Asya û Rojhilata Navîn û gelek cihên din , hegemonya kapîtalîst ji bo xwe mîta dîrok û civakî ava kiriye û ji bo biyanîkirina li çandî ya dema binpêker hewl daye û bandorek wisa kiriye, netewên mafên wan hatine binpêkirin bawer dikin ku ji cehaletê xilas bûne, ev binpêkirin heta çavsoriyê diçe. Bi vî awayî sedsala 19 û 20’an hem wek derketinekê hem jî wek pêkanîn, ji aliyê hemû hêzên binpêker ên hemû pêvajoyên asîmîlasyonê ve bi lez pêk hatiye. Wek me li jor jî îfade kiriye ewil li dora xwe bi lîstikek qehremanî û dîrokî re pêvajo tê destpêkirin û di alî kesên hatine binpêkirin de jî pêvajoya tunekirinê dest pê dike. Binpêkirina çandê jî ji têkiliyeke hegemonîk a sivik wêdetir naçe.
 
Di vê mijdarê de gelê Kurd ku di mêtîngeriya çar netew dewletan de dijîn, muzîka wan tê wergerkirin û navên cihan ên li Kurdistanê tên guherîn û ev operasyoneke li dijî hişê nasnamebûnê dikare bê destgirtin. Mînak yek ji dewlemendiyên herî mezin a çanda Kurd,  bi zimanê Îbrahîm Tatlises û yên wekê wî ji muzîka Kurd hatiye derxistin û ketiye forma arabesk. Çanda Kurd ku tasa wê şikestiye, di tasên din de dikeve formeke pir cuda. Dîsa yek ji navdarên girîng a wêjeya Tirk Cemal Sureya ku bi eslê xwe Kurd e, gotina wî ya ‘Ava Firatê neçare hemû herêman bi nasnavan dorpêç bike’ krîza nasnameyî ya ku gelek kesên Kurd in û hatine binpêkirin îfade dike. Di seranserê dîroka komarê de li Kurdistanê ji bo netewbûnê ziman hat qedexekirin û gelê herî mezin ê Rojhilata Navîn Kurd bi du nasnamebûnê jiyana xwe domandin. Em di navbera navên ku em hatin dinê li me hat kirin û navên di nasnameyê de hatin nivîsîn de tengezar bûn. Em şexsiyeta xwe ya ku neçar man wek Tirkan bijîn, têgehên zimanê me yek bi yek ji hişê me de hatin derxistin.
 
Perwerdeya kolonyal qirkirina zimanê dayikê ye. Bi zimanê dayikê re bertekên xwezayî tên qezenckirin. Zimanê ku nû tê fêrkirin jî wek kaşilekî ziwa û hişk e. Hestên tê de ji gotinên watedar yên qerfî  bêpar e. Wergera ku demek dirêj bê kirin xwebûnek parçekirî dijî. Gelek caran her tişt jî nayê wergerkirin. Ev nava di demê de bixwe re hesta bênirxbûnê, fikra qels a miroviyê bixwe re tîne. Gotinên ku bi tu awayî nikarin bên vegotin hene. Gotinên devokî her tim bûne mijara qerfî ya mamoste û xwendekaran. Hemû cudahiya me ya çandî di vê xeta têkiliya asîmetrîk de dijberî me bi cih dibe. Di van ceribandinên travmatîk de birînên dertên holê kesayeta mirovan parçe dike, me mirovan re qelsiyê, tunebûnê  ava dike.
 
Di binpêkirina çandî de bêguman dîsa her tim jin û zarok ji aliyê polîtîkaya qirkirinê ve hedef hatine girtin. Li Efrîka, li Cezayîr, Kurdistan û gelek cihên din ên mêtînger ev polîtîka pêk hatiye.
 
Di hedefa hemû netew dewletan de jin hebûn. Yanî netew di avakirina çand û zîhniyetê de bi jin û zarokan dest pê dikin. Modernîzma ku bi nasnameya netew dewleta serdest bûye yek, pêvajoya asîmîlasyona çandî di serî de ji ser jinan dide destpêkirin. Ji salên 80’ê heta îro li Kurdistanê mêtîngeriyeke çandî ya cuda ketiye dewrê.
 
Yek ji mijara din a divê bê destgirtin ev e ku hegemonya kapîtalîst bi taybet di roja me ya îro de tişta ku bi qedexe, asîmîleyê nekiriye hewl dide nasnameyan melez bike û bê wate bike. Ev polîtîka di roja me ya îro de bi du rêbazan pêk tê. Ya yekem endustriya çandî ya Adorno tespît kiriye. Ya duyem jî polîtîkayên penaberkirina nasnameyan e. Wek tê zanîn çand girêdayê jiyaneke xwecihbûnê ye. Parastina wê pêşxistina wê li gorî taybetiyên cih û warên ku lê tê jiyinê ye. Ziman nasnameyê dide çandê û bi qasî vê welat jî girîng e û ji çandê cudatir nikare bê fikirîn. Mêtîngeriya kapîtalîst li cîhanê bi mîlyonan kes ji cihê wan dike û bê çand dihêle. Bi tevgera siyasî ya Kurd re jî Kurd di pêvajoya qirkirina çandî de tên derbaskirin. Yên ji qirkirinê mane jî di bin serdestiya çanda welatên Rojava de bi rêya teknolojiyê tên birêvebirin.
 
Divê çi bê kirin?
 
Kurdistan ku xwedî tecrubeyeke gelek girîng e, hem di alî dîrokî hem jî di alî berxwedana çandî de xwedî taybetiyên girîng ên xweser in. Ya yekem di dîroka şaristaniyê de bêyî dewlet û bêyî rêveberî, li dijî gelek hêzên mêtînger xwe parastiye. Ya duyem jî  Kurdistan xwedî gelek mêtîngeriyan yanî yek mêtîngerî ye. Ji ber vê di pêvajoya dekolonîzasyonê de ji tecrubeyên gelên cuda bi bandor bûye û nokteyek aydê xwe ji wê re xweser şopandiye.
 
Li Kurdistanê pêvajoya dijkolonyal bi bandora tevgera ciwanan a 68’an di salên 70’ê de dest pê dike. Bi taybet jî ji serhildanên Kurd ên berê cudatir tevgera azadiya Kurd di du aliyan de dihat wateya tu şikestinan. Ya yekem ji mîlîtaniya reformîst a destûra bingehîn û usluba zextxwar a neteweyî cuda dibû. Ya duyem jî li dijî mêtîngerî û çanda berxwedana Fanonî bû. Ji rewşa civaka Kurd xwe berpirs didît. Ji nirxandinên Abdullah Ocalan jî tê fêmkirin ku li aliyekî li dijî mêtîngeriyê têkoşîn hatiye dayîn û aliyê din jî netew dewlet rexne kiriye, çînî rexne kiriye û rexneya jin û malbatê kiriye û li ser vê jî pêvajoyek dekolonîzasyonê pêş xistiye. Ji paşerojê heta îro dema em dinêrin em dibînin ku tevgera Azadiya Kurd di nokteyeke çiqas rast de ye. Mirov vê ji destkeftiyên civakî û siyasî yên gelê Kurd bi dest xistiye baş fêm dikin.