Teşeyê nû yên şer, binpêkirin û serdestî yê

  • 09:02 8 Tîrmeh 2022
  • Nîqaşên Jineolojiyê
Guherînên di şer de bi van ne sînor in. Sivîlên di nav şer de dimînin, jî gelek bi bandor dibin. Hejmara pevçûnên li qadên sivîl pêk tên roj bi roj zêde dibin. Sîvîl gelek caran li dijî aliyên hember wek mertalên zindî tên bikaranîn. Di pevçûnên çekdarî de hejmara sivîlên dimirin gelek zêde ye. Guherîna din jî şervanên tevli şerên vekaletê dibine. Piraniya van ji nîjadperstî û oldariyê xwedî dibin. 
 
Derya Aydin
 
Şer tu carî wek dema modern pêk nehatibûn. Şer êdî wek du şerên mezin jî dernakevin pêş me. Binpêkirin wek terza kolonîbûnê pêk nayên. Binpêkirin jî wek heman awayî wek Marksîzm vegotiye, tenê di fabrîkayên mezin de yanî tenê çîna karkeran pê re nayên rû hev.
 
Di dema modern de ligel berdewambûna şer bi teşeyên cuda dertên pêşberî me. Çekên tên bikaranîn, teknolojiya tê bikaranîn, qadên ku pevçûn lê rû didin, şervanên li qadan cih digirin,heta aktorên van şeran bi gelek alî û tecrubeyan cudahî hene. Her çiqas leşkerên aydên artêşên dewletan li qada şer cih bigirin jî ev hejmar gelek bi sînor e. Ev hêz raste rast jî tevli şer nabin. Aktorên şer van şeran wek şerên vekaletê jî bi nav dikin. Şerên dema nû jî wek sêyemîn şerên cîhanê bi nav dikin. Ev şer piranî ji Rojava dûr pêk bên jî bandora şer li cihên pêk tên bi sînor namîne, li bajarên li navendên rojava jî tên hîskirin. Krîzên koçberiyê yên şer rê li ber vedike jî tenê nayên hîskirin. Di dema nû de der barê şeran de pozîsyona welatan wek polîtîkaya derveyê welat bê dîtin jî bandor û encama şer li siyaseta navxweyî ya welatan jî dike. Di şerên Sûriye û welatên cuda yên Rojhilata Navîn de hêzên mezin yên wek Emerîka, Îngîlîstan, Elmanya û Rûsya jî li ser vî şerî tên hember hev û ev pêvajo li van welatan ne tenê di siyaseta derve de di siyaseta hundir de jî bandor dike. Di 9’ê cotmeha 2019’an de ku Tirkiyeyê  Rojava dagir kir, ji ber rola DYA’yê ya di dagirkirinê de Trump di siyaseta hundir de bû hedefa rexneyan.
 
Guherînên di şer de bi van ne sînor in. Sivîlên di nav şer de dimînin, jî gelek bi bandor dibin. Hejmara pevçûnên li qadên sivîl pêk tên roj bi roj zêde dibin. Sîvîl gelek caran li dijî aliyên hember wek mertalên zindî tên bikaranîn. Di pevçûnên çekdarî de hejmara sivîlên dimirin gelek zêde ye. Guherîna din jî şervanên tevli şerên vekaletê dibine. Piraniya van ji nîjadperstî û oldariyê xwedî dibin. Ev şervanên bi hêrs û bi nefretê mobîlîze dibin, piraniya wan dildar in. Yanî wek du şerên mezin ên berê bi mîlyonan leşkerî bi zor tevli şer nakin. Piraniya van artêşan ji kesên li welatên şer pêk tê ava dike û di mînaka Sûriyeyê de em dibînin ku ciwan ji nîjadperetî, muhafazakarî û şîdetê nisîbê xwe digirin û ciwanên ji rojava koçber dibin tên tevli van şeran dibin. Di bin navê cîhadê de tevli şerên vekaletê dibin û hejmara ciwanên penaber ên musliman ku li welatên rojava rastî newekheviyê tên, di van şeran de gelek zêde ye. Her wiha şer êdî wisa hema di dîrokekê de dest pê nakin û di dîrokekê de naqedin. Destpêkirin û dawîbûna van şeran nayên zanîn û sedemên destpêkirina şeran jî pir zêde nayên zanîn.
 
Teşeyê nû yê şer û şîdetê bi forma nû ya kapîtalîzmê re eleqedar e. Yanî ev pêvajo girêdayê binpêkirinê ye. Kapîtalîzm ji bo binpêkirina çavkaniyên xwezayî demek dirêj e diçe erdnîgariyên dûr û li vir koloniyan ava dike. Di serdemeke ku globalbûn serdest e de ji bo binpêkirina çavkaniyan û karê  hewce bi şer heye. Kapîtalîzmê rêbazen pratîk û erzan xistiye meriyetê.  Rêbazên wek ji axê bê mal û milk hiştin, tunekirina têkiliyê civakî, bi şer mirov ji warê wan kirin, bê war hiştin, kes wek hêza kar a erzan bikaranîn. Di encamê de tenê bandor li ser veguherîna di aboriya global de tê jiyîn, nake. Bi hevkariya neolîberalîzma fînansî û global rê li ber guherîna binpêkirinê jî vedike.  Kapîtalîzm demek dirêj e pêvajoyeke ku dewlemendiya xwezayê û keda mirovan binpê dike, dijî. Ji ber vê jî li welatên wek Efrîka, Latîn Emerika û welatên Rojhilata Navîn bi awayekî hevdem krîza civakî giran bûye û mixabin navendên şerên dema nû jî dîsa ew dever in.
 
Alav û rêbazên dikin dewrê cuda bin jî kapîtalîzm ji bo desthilatdariya xwe mayînde bike, bi biryare cîhanê berovajî bike. Federîcî ji bo desthilatdariya kapîtalîzmê mayînde bike îdiaya ‘êrîşê alavên hilberîna mirovan dike û her tim rejîma şer tesîs dike’ dike.  Kapîtalîzm ji bo desthilatdariya xwe mayînde bike îro pêvajoya binpêkirinê ya globalbûnê pêk tîne. Ji ber vê jî rejîma şer û binpêkirinê jî ji vir didome. Dîsa ji ber vê sedemê li herêmên ku di alî dewlemendî û bazirganiyê de tercîh dikin, li wir bê guman şer û şîdetê jî dimeşînin. Li heman herêman xespkirina axê û taybetkirin jî mirovan matmayî nake. Li Rojhilata Navîn, Latîn Emerîka, Sahra Alti Efrîka û Asya Başurê Rojhilat mirovan ji axa wan dikin, koçber dikin, ji bo operasyonên şîrketên petrol û madenê gundan vala dikin, mirovan bê mal û milk dihêlin.
 
Bêguman ev ne polîtîkayeke nû ye. Lê desthilatdarî di şerên dema nû de û binpêkirina ji nû ve bi hevkariya bio-polîtîka û nekro-polîtîkayê, polîtîkayên der barê mirin û jiyanê de tesîs dike û bi hev re bi kar tîne, bi awayekî hevdem dike jiyanê. Li herêmên ku pevçûn dijwar tên jiyîn de, ev têgehên serdestiyê yên nû tên dîtin.
 
Archille Mbembe, ji bo teşeyên nû yên serdestiyê fêm bike, ji ser têgeha biyo-desthilatdar a Mîchael Foucault, serî li têgehên nekro-desthilatdarî û nekro-polîtîka dide. Mbembe Nekro-polîtîkayê wek ‘girêdayî deshtilatdariya jiyan mirinê’ vedinasîne û dibêje ev polîtîka ‘têkiliyên navbera teror-feda û qurban û berxwedan de bi awayekî giran’  bi van têgehên nû fikirandina ji nû ve pêşniyar dike. Mbembe îdia dike ku serdestiya îro xwedî hêza ku divê kî bimre kî bijî, ye. Li gorî Mbembe ‘kuştin an jî dayina destûra jiyînê, esasên sînorên serdestiyê ava dike.’ Pêkanîna serdestiyê, avakirina kontrolê ya li ser mirinê, wek belavbûna desthilatdariyê ye. Yanî di encamê de îro hem bio-polîtîka hem jî nekro polîtîka di mayîndekirina serdestiya desthilatdariyên otorîter de bi awayekî hevdem ketiye jiyanê. Nekro polîtîka û biyo polîtîka ji aliyê desthilatdariyên heyî ve li hember beden û jiyana jinan jî bi awayekî hevdem xistine jiyanê û ji Arjantînê heta Kurdistanê li her derê cîhanê tê dîtin.
 
Di van şertên nû de, ewlehî, dewlemendî û hemû têgehên derbarê jiyanê de dadikevin pêvajoyek bazirganiyê. Di vê dema şer û binpêkirin veguhestine bêguman şîdet jî wisa namîne. Aşkeraya ku şîdet zêdetir bûye û baş tê dîtin. Lê teşeyê şîdetê her roj biguhere jî her tim pêk hatiye. Her wiha şîdet dîsa li hember heman koman bi awayekî herî dijwar pêk hatiye. Bi taybet bi derketina pergala çînî re, li her erdnîgariyê jin rastî newekhevî û şîdetê hatine. Yanî rêbazên şer, aktor, aktor çek û qad biguherin jî bedena jinê hîna hedefa şîdetê ye. Kuştinên jinan roj bi roj zêde dibin. Her wiha gelek daneyên ku şîdet bi awayekî bi rêk û pêk didome de, hene. Bêguman ev tenê li Başûrê Emerîka, Sahra Alti Efrîka an jî Rojhilata Navîn pêk nayê. Li Emerîka, Kanada û welatên Ewropayê jî gelek zêde ye. Yanî tespîtên ku destpêkirina şer a li hember jinan, roj bi roj zêde dibin.
 
Di encamê de, binpêkirina nû û şerê piralî hîna jî jiyana jinan serobino dike. Sermaya nû ku hêza şîdet, şer û binpêkirinê ye, pêvajoyên şîdeta li ser jinê bi her alî de dijwar dike. Di encamên Endeksa Zayenda Civakî û Saziyên Civakî ya OECD ya  2014’an de ji 17 welatan ku xwedî encamên herî xerab in 14 heb di heman demê de di 20 salan de welatên şer lê hatine jiyînê ne. Taybetiya şerên nû piraniya mirinên sivîl ji jin û zarokan pêk tê. Ji koçberkirinê heta pratîkên mîzojînîst ên li sahneyên şer tên jiyîn, bedena jinê di şer de dibin hedef.  Ji ber “şîdeta nû ya li hember jinê di çalakiyên desthilatdariyan de mayînde bûye.” (Federici, 2018. 67).