Kirde: Jiyanek bi bertek

  • 09:01 1 Tîrmeh 2022
  • Nîqaşên Jineolojiyê
Li gorî nêrîna Foucault, dîsposîtîfa zayendî ne tenê li ser zext, înkar, qedexe yan jî sansurkirinê, berovajî vê dixwaze pêşî li zêdebûna hestan, zêdebûn û sorbûnê bigire û bigire bin kontrolê. Bala me hemûyan dikşînin ser avakirina aboriyeke zayendî. Kirdeyên zayendê lêkolîn dikin, hebûna xwe di zayendê de dibînin. Kirdeyên ku zayendê her tim wek tiştekî veşarî û tarî dibînin û dixwazin ji nû ve bê avkirin. 
 
Munnever Çelîk-Sîner Ozer
 
Têgeha Zayendê nêzî sedsala 19’an hatiye îcatkirin, gelo ev hinek ne balkêş e? Bi taybet bi avabûna qada zanînê ya psîkanalîz re, xwe wek kirdeyên tên daxwazkirin, wek kirdeyên zayendê dîtin, mirov xwe wisa dizanin, piştre jî ku em dipên zayend hemû heqîqeta me bêjin de, evqas bûna wê ne balkêş e gelo? 
 
Çawa bû ku ev têkiliyên me, fikarên me wisa ji aliyê zayendê ve hatine dagirkirin? Em çawa hatin rewşa ku heqîqet û xwebûna xwe ji zayendê dipirsin? Foucault, di dîroka zayendê de, zayendê wek dîsposîtîfa kirdebûnê ya dîrokî digire dest û zayendê bi tena serê xwe wek sedem nagire dest, di alî bandorên kirbûna afirandiye de digire dest. Di bin navê dîsposîtîfa zayendî de ku bi destê xwe zayenda xwe sererast dike de, hûn çawa bi bandor dibin, hûn çawa dibin kirde?
 
Foucault dema zayendê wek dîsposîtîfa desthilatdariyê digire dest, armanca wî ev e ku terza daxwazkirin û desthilatdariyê derxe holê. Ji nêzîkatiyên weke ku daxwazkirinê diçewisînin û wek kêmasî dibînin xwe dûr digire û ev nêzîkatî terza daxwazkirin û desthilatdariyan dike pirsgirêk. Lê li gorî Faoucault, fikirandina li ser vana ya ji nû de, beriya her tiştî guherîneke bi bingeh a ku em desthilatdariyê çawa fêm dikin, pêşniyar dike. Gelo bi rastî jî desthilatdarî di teşeyên sînorkirî û neyînî yên wek înkar, sansur û qedexeyê de xwe didomîne? An jî dema têkiliya desthilatdariyê dibe mijara gotinê, ev têkilî di nav têkiliya serdestî de derbas dibe? Yên girêdayê têkiliya desthilatdariyan dibin, di heman demê de dikarin bibin kirdeyên ku vê têkiliyê hildiberînin?
 
Tecruba zayendî ji ber parçeyeke têkiliya bi xwe re ye, qadeke girîng a ku pirsgirêkan dikare lê çareser bike ava dike. Li gorî Foucault,  di alî dîsposîtîf de zayendî bi saya kirdebûnên ‘zanîn-desthilatdarî-xwebûn’ pêk hatine. Divê mirov, ji qebûlkirina ku zayend tê çewisandin, heta rexnekirina vê zextê wek parçeyek dîsposîtîf qebûlkirin jî, bikevin gumanan. Ji ber ku zayenda ku wek daxwazkirinê tê dîtin, ji nedîtî ve tê. Di esasê de  dixwaze bi zextê dixwaze bi sorkirinê çi dibe bila bibe,  di her rewşê de tiştê ji nû ve tê hilberandin, gotina zayendî û kirdebûnên di vê gotinê de ne. Ji ber vê jî têkiliya di navbera zayed û desthilatdariyê de îla divê ne neyinî be. Teşeyên sansur, înkar, zextê yên ji bo desthilatdariyê xizmetê dikin, di alî kirdebûn û hilberînên bandora desthilatdariyê de bi aliyên damezrandinî tên destgirtin.  
Zext û qedexeya li ser zayendê, di esasê de daxwazkirinê hem diçewisîne hem jî normal dike. Li aliyê din jî bi riya çewisandinê, qedexekirin, astengkirin û veşartinê, li aliyê din jî bi riya normalkirinê mayîndekirin, sererastkirin û belavkirinê dike. Zext, ji astengkirinê heta redkirinê, ji tunekirin û jiholêrakirinê, veşartin û sînorkirinê, qedexekirin û sansurkirinê û heta dijrêbazbûnê bi gelek gotin dijhiqûqî dike.  Lê ev îmgeya neyînî ya bi teşeyên zext û qedexeyê, di her rewşê de desthilatdarî vê wek xwezayek ji nû ve digire dest. Desthilatdarî daxwazkirinê wek enerjiyeke zindî, xwezayî û biyanî ji jor de dadixîne û hewl dide vê asteng bike, biçewisîne. Daxwazkirin li dijî desthilatdariyê wek bertekekê ye lê desthilatdarî wê dadixîne tiştekî neyinî. Daxwazkirin di berxwedana xwe ya li hember desthilatdariyê de ji nû ve hildiberîne û xwedî lê derdikeve. Lê desthilatdarî daxwazkirinê ji xwebûna wê qut dike û bê bertek dihêle.
 
Qanûna ku daxwazkirina avakirinê dike jî li gorî Foucault, ji ber dibêje daxwazkirin nikare dakeve zextxwiriyê zêdetir destûr dide analîzeke tevlihev. Lê daxwazeke ku ketiye bin valahiya desthilatdariyê heye. Lê zext çawa ku ji bêbertekbûna daxwazkirinê wêdetir nake, ev nêzîkatî, ji ber desthilatdariyê erênî jî nabe. Ev nêzîkatî daxwazkirinê wek kêmasî dibîne. Ya ku daxwazkirinê bê derfet dihêle jî ev qanûna kêm e. Li gorî vê qanûnê çalakiya daxwazkirinê wê herî dawî winda bike, bibe milk. Ev teşeyeke pir konek a bêbertekirina daxwazkirinê ye. Neyînîkirina daxwazkirinê li her derê li dijî zextan neyînî dike. Serîtewandinê li her derê bi xwe re dihewîne. Ji ber vê jî ji desthilatdariyê derketin bê derfet e.
 
Foucault zayendê wek desthilatdariyek dîsposîtîf yanî ne ‘hiqûq’, ‘teknîk’, ne ‘qanûn’ ‘normalkirin’, ne ‘ceza’ rêbaz digire dest. Foucault dixwaze daxwazkirin ji desthilatdariyê xilas bibe. Her wiha li aliyê din jî nêrîna xwe berovajî dike û dibêje daxwazkirin û desthilatdarî ji xwe tenê ne pêkanîn in û divê ev bê nirxandin. Ev nêrînên der barê daxwazkirin û desthilatdariyê de di jiyanê de bandorên rast jî hilberîne, divê wek encama duyem bên destgirtin; yanî zayend, daxwaza zayendî ne di bin zext û qanûnan de, di pergaleke li ser zayendê de bi pratîkên normatîk bên bicihkirin.
 
Li gorî nêrîna Foucault, dîsposîtîfa zayendî ne tenê li ser zext, înkar, qedexe yan jî sansurkirinê, berovajî vê dixwaze pêşî li zêdebûna hestan, zêdebûn û sorbûnê bigire û bigire bin kontrolê. Bala me hemûyan dikşînin ser avakirina aboriyeke zayendî. Kirdeyên zayendê lêkolîn dikin, hebûna xwe di zayendê de dibînin. Kirdeyên ku zayendê her tim wek tiştekî veşarî û tarî dibînin û dixwazin ji nû ve bê avkirin. Kirdeyên ku têkiliyên xwe wek pirsgirêka nasnameyê dibînin û wek nesneyê dibînin, analîz dikin, vedibêjin û vedinasînin. Kirdeyen têkililya xwe şexsî dikin û ji teşeyên fikrên din tên qutkirin. Dema wisa be, redkirina bandorên zayendî pir jî zêde tiştekî naafirîne. Tevî her tiştî zayend xwe her tim wek dîsposîtîf ji nû ve hildiberîne. Ji ber vê jî gotina zayendî ji aliyê deshtilatdariyê ve her tim ne li jor, li jêr jî ji aliyê kirdeyên daxwaz dikin ve tên hilberandin. Dîsposîtîfa zayendî, heta hucreyên teşeyên fikr û hîskirina me bi bandor kiriye. Ev teknolojiya şexsîkirinê ye. Wek kirde xwe qebûlkirin. Ji vê re xizmetê dike. Em wisa xwe lêpirsîn dikin, zayenda xwe lêpirsîn dikin, nama xwe lêpirsîn dikin.  Em niha wek kirdeyên daxwaz dikin, di rewşeke bê bertek de ne.
 
Tiştê ku Foucault ber bi fikra ku zayend wek dîsposîtîfa desthilatdariyê ve bir pirsa dîrokî- polîtîk bû. Di berxwedana mirovê ku xwe wek kirdeya daxwazkirinê dît de jî,  diket guman ku ketiye kemîna desthilatdariyê, mafên derbarê badora zayendê de diparast de.  Foucault ji ber van gumanên xwe ‘daxwazirin’ heyî qebûl kir û axaftin red kir.
 
Lê Spînoza ku ji heman pirsa dîrokî-polîtîk derket rê, ji Foucaul cudatir rêyek şopandibû. Îro biaxiviya belkî wî jî wek Foucault, bi awayekî xurt îtîrazî psîkanalîzê bikira. Lê wê ji ya Foucault cudatir bikira.