Parastina cewherî û jiyanek bi bandor

  • 09:01 24 Hezîran 2022
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Gelo em dikarin çawa bi bandor bin? Em çawa dikarin ji nûve xwedî li hebûn û hêza çalakiya xwe derkevin? Em dikarin çawa parastina xwe ya cewherî xurt bikin? Em çawa dikarin azadiyê bikin pratîka xwe? Em dikarin çawa azadiyê bikin teşeyê jiyanê? Em daxwazên hebûn û bi bandor çawa dikarin zêde bikin?"
 
Munevver Çelîk - Sînem Ozer
 
Parastina cewherî, parastina tişta heyî û pratîka domandinê ye gelo? Ji ber vê jî berxwedaneke ku tenê bi gotina ‘na’ sînor dimîne ye? An jî daxwazeke cudabûnê, pêkanîna hêzeke afrîner ya heta dawiyê çûyîne? Parastina cewherî, tişta heyî wisa hiştine, an jî guherîn, nûbûn û cûdabûn erêkirin e? Bertek dayîn û ji ber vê jî di esasê de pê re rûhevhatin û bi bandorbûne? Gelo parastina cewherî tenê alava parastinê ye? Di xwebûnê de israr e? Di hebûnê de berxwedan, nîşandana berxwedanê ye tenê? An jî berovajî vê bandorkirin, bi bandorbûn, guhertin, afirandin û di cudabûnê de israrbûne?
 
Parastina cewherî di du wateyan de wek ‘bertek’ û ‘bandor’ dikare bê veqetandin. Di etîka Spînoze de ev rastî du teşeyên cuda û taybetiyên cuda yên dikarin cihê hev bigirin û bi hev re bikevin pevçûnê. Di Spînoza de esasa hebûnê daxwazkirin, dazwazkirin jî hêza çalakî û hebûnê ye. Di Spînoza de hewldana hebûnê hêza me ya bi bandore. Yanî tenê hewldana parastina hebûnê nîne. Ger di sînor de bimîne, ev tenê nîşan dide ku jiyaneke ku bi hêza hebûnê sînor maye. Lê di Spînoza de erênîkirina hebûnê, tiştên esas yên bên kirin heta dawiyê meşandine, yanî beriya her tiştî erênîbûnê erêkirine. Ji ber vê jî xwe parastin û meşandina vê, bi muhafazakirina xwe ne, bi zêdekirina hêza xwe, bi cudabûna bixwe re û erêkirina cudabûnan pêkane. Di Spînoza de Parastina Cewherî di asta herî bi rayede, ne bi bertek bi bandor, her tim  erêkirineke du aliye. Hêza çalakî û hebûnê erêkirine, hêza guherin, cudabûn û pirbûna jiyanê erêkirine.
 
Spînoza parastina cewherî tenê ne wek pêkanîn û bi bertekî, wek pratîka jiyanê ya bi bandor difikire û daxwazkirinê wek fîliyata hebûnê, her tim wek esasa hebûnê vedinasîne. Spînoza daxwazkirinê ne tenê wek rêgeza hebûnê, wek hêzeke ku cudabûnê diafirîne datîne holê. Daxwazkirin an jî hebûn û hêza çalaliyê, esasa guhertinê ya hebûnê ye. Ji ber daxwazkirin tevî ku hilberînere, ji hilberîna xwe bi bandor dibe û ji bo vê jî bi awayekî nû hildiberîne. Bi gotineke din, dema Spînoza dibêje esasa hebûnê daxwaze, li gorî tiştên divê bên kirin jî venasînê pêşniyar dike. Yanî tevî ku daxwazkirin esasa hebûnê ye, hebûn jî niha hilberîneke kolektîf ya hem nesne û hem jî kirdeya di hebûnê de ye. Di Spînoza de hebûn xwedî wateyeke kolektîf û pratîk a ji hilberînê tê ye. bi vî awayî  daxwaza piştre li jiyanê zêde dibe, dixwaze çewisandî dixwaze azadkirin, ji ber di civakê de aliyek nedaye qezenckirin, etîk û polîtîka jî nayê û piştre li jiyanê zêde nabe. Belê di Spînoza de daxwaz ya ku esasa hebûnê ye, ji ber ku hilberîne, di parastina cewherî de jî li dijî tehdîdên ji deve tê xwe diparêze û wek bertekekê hebûn-kes xwe ji nûve xwe danaxîne stratejiya hilberînê. Berovajî vê parastina cewherî tê rewşa terza jiyaneke damezerîner û bi bandor ya pirbûnê, berfirehbûnê, hilberîneriya daxwazkirinê. Bi saya vê jî niha d polîtîka û etîkê de terzeke jiyanê ya wisa wek hêza parastinê dikare bê fikirîn.
 
Spînoza parastina cewherî yanî hewldana domandina di hebûnê de, di hilberîneriya civakî de bicih dike û di esasê de di pêngavekê de tu tiştan bi hev re pêk tîne. Li aliyê din jî ji wateya erêkirin û bertekî ya parastina cewherî wêdetir, pêşiya fikrandinê vedike û li aliyê din jî daxwazkirinê tîne rewşe ku bê fikrandinê. Etîka Spînoza bêguman, rexneyeke radîkal a kevneşopiya felsefeya polîtîk modern e. Lê ev rexne di heman demê de, bi hêzeke pêşbiniya ku dikeve pêş dema xwe, psîkanalîtîka hevdem ya di bin navê ku daxwazkirinê dikin bin gîzemiya zayendî, dike zayendî hedef digire. Di van nêzîkariyan de daxwazkirin ya bedenê diçewisîne û dike parçeyek veşarî û tarî, dikeve asta ku xilasî jê ne pêkane an jî  girêdayê xwe dike. Di her rewşê de daxwazkirin bertekek neçare bersivê bide kêmasiyan an jî zextan. Lê bandorbûna wê daxistine neyînîbûn û bê bertekbûnê. Di esasê de nêzîkatiya psîkanalîtîk, ji ya ewil jî xetertire. Felsefa polîtîk modern, berjewendî û tirsên me wek hincet nîşan dide û  parastina cewherî, wateya berxwedanê dadixe asta bêbertekbûn û neyînîbûnê, bê hêz dike. Psîkanalîz jî daxwazê bê bertek dihêle ji hêza bi bandor û hebûnê qût dike. Daxwazê dadixin zayendê me jî di zayendên me de dikin kole, bê bandor dihêlin û di heman demê de koletiyê dikin daxwaz.
 
Gelo em dikarin çawa bi bandor bin? Em çawa dikarin ji nûve xwedî li hebûn û hêza çalakiya xwe derkevin? Em dikarin çawa parastina xwe ya cewherî xurt bikin? Em çawa dikarin azadiyê bikin pratîka xwe? Em dikarin çawa azadiyê bikin teşeyê jiyanê? Em daxwazên hebûn û bi bandor çawa dikarin zêde bikin?
 
Ji bo em van pirsan bibersivînin, belkî jî divê em pirsan bi rastî lêpirsîn bikin. Wek Foucault jî gotiye, "Divê em hinekî dîroka ku çawa bûne kirdeyên daxwazkirinê, em kîn e, em çima hebûna xwe ji zayendê dipirsin û daxwaza ku hêza hebûn û çalakiya me ya çawa diketin bin zayendê, lêkolîn bikin. Belkî wê demê em ê bikaribin çalakî û hebûna xwe bipejirînin". Belê wê demê em afrînerî, kolektîfî û piraniyê erênî bikin. Belkî wê demê em ê bibin afirînerên cîhanên din û di etîk û polîtîkayê de hêzên parastina cewherî erênî bikin.
 
*Nîşe: Berxwedwama nivîsînê bi sernavê ‘parastina cewherî û jiyanek bi bandor/Kirde: Jiyanek bi bertek’ wê hefteya pêş bê weşandin.