Listikên hiş: Dîrokên yekjimar û pirjimar ên erdnîgariya zehmet

  • 09:01 27 Gulan 2022
  • Nîqaşên Jineolojiyê
Dengê jina hatiye tunekirin
 
"Zabel Yesayan bi hevkariya Melîha Xanim serî hil dide. Û êdî çare namîne ku ew deng neyê bihistin; Lê emanetê me hemûyan hatiye kirin. Nêrin ku wisa wek pîrebok behsa "Emeniyên dîaspora" tê kirin. Ew hemû ewladên vê axê ne. Ji xwe li erdnîgariyên ku wek me dîrok ji berovajî hatiye vegotin de, roman û pirtûkên bîranînê yên pirtûkên dersan veşartine, her tiştî vedike."
 
Karîn Karakaşli
 
Kîfşkirinên jinên nivîskar yên femînîst yên Ermenî ku navê wan di mufredata dibistana Ermenî de derbas nabe jî ji dibistana jiyanê re ma. Di salên 2000’î de komek xwendekarkên zanîngehê bi wesîla 8’ê Adarê bernameyek amade kirin û bi vê bernamê em bi vê koma pêşeng re dan nasîn. Melîsa Bîlal û Lerna Ekmekçîoglu ev 5 jinên pêşeng; Elbîs Gesaratsyan, Sirpuhî Dusap, Zabel Asadur (Sîbîl), Zabel Yesayan û Hayganuş Mark bi me dan qezenckirin. Jinên îdealîst ku di mijara mafê jinan, têkoşîna azadî wekhevî edeletê de têkoşîn meşandine û ji bo jinan dibistan vekirine, ji bo me hemûyan bû çavkaniya îlhamê.
 
Zabel Yaseyan  pirtûka ‘nava kavilan de’ (Weşanên Aras) û pirtûkên din ku ji vegotinên  şahidên  komkujiya di Nîsana 1909’an de li Edenê li  taxa Ermeniyan hatiye jiyîn û wêrankirin, pêk dihat bi xwendevanan re anî gel hev û vê jiyana trajîk  gelek tişt vegot. Yaseyan  di 24’ê nîsana 2015’an de ji rêwitiya mirinê ya rewşenbîrên Ermenî hat derxistin û li nexweşxaneyekê hat veşartin û xilas bû. Mixabin Yaseyan koçî Ermenîstanê dike û di 1937’an de di dema Stalîn de hat girtin surgunê Sîbîryaye hat kirin. Cihê mirinê û dîroka mirina wê nayê zanîn.
 
Zabel Yesayan şahidiya êşên mezin yên wekê ku mirov ji birçîna har bûne, jina ku hewl dihat dihat dayîn bê qetiklirin û bû kujerê bebeka xwe û hişê xwe winda dike, kir. Her çiqas ji van dîmenên cehnemê xwe nikaribû bide alî jî di pêşgotina dîroka 1911’an de pir bi temkîne. Marc Nîchanân, di vê pêşgotina çapa taybet de rewşa rihê nivîskar wiha şîrove dike; Yesayan hewl dide wateyekê li karasetê bar bike. Dixwaze li wan mirinan wateyekê bide qezenckirin û bêguman nivîsandinê jî bo xwe bike hincet. Li cihê wate têk diçe tehdîd mijara gotinê ye.”
 
"Me jî qurbanên xwe dan. Xwîna me vê carê bi welatiyên tirk re hat rijandin.” Zabel Yesayan dibêje "wê ev ya dawî be".  Lê di bûyerên 31’ê adarê de baş tê zanîn ku tiliya îtîhatkaran heye. Di vegotinan de tê payîn ku rastî ji van êşên mezin bên derxistin.
 
Di 8’ê Adara 1919’an de serokê delegasyona Netewî ya Ermenî ya li Parîsê Bogos Nubar Paşa raporek pêşkêşî Konferansa Aştiyê ya Parîsê kir û pêkanînên dijmirovahiyê yên li hember ermeniyan derxist holê. Piraniya wan emenî, gelek  jin û zarokên rum, suryanî û nasturî jia liyê yesayan ve tên vegotin. “Zarok û jin hatin revandin û ji aliyên çavsoran ve hatin qetilkirin.  Gelek jin hatin tecawizkirin. Ev rêbazan bi xof bi awayekî sîstematîk pêk hat.”
 
Li gorî Zabel Yesayan jin û zarokên ji aliyê muslimanan ve hatine revandin divê teslîmê malbatan bihata kirin û yên malbat û xizmên wan mirine jî bikevin bi parastina netewên têkildar. Teslîmkirina jinan zehmetire. “Divê komîsyonek jinan a navneteweyî bê avakirin. Ji bo zarokên ji destê Tirkan tên xilaskirin divê hejmara êtîmxaneyan bê zêdekirin. Ji bo jinên ji muslimanan tên xilas kirin jî divê stargeh bên avakirin.”
 
Xuyaye ku Zabel Yesayan ji 1909’an heta 1919’an  bawerî û xewna xwe ya jiyaneke bi hev re winda kiriye.  Êdî jin û zarokên ji tirk û misilmanan hatine xilaskirin hene. Piştî îmhaya sîstematîk a îtîhatê şûnde wate ji nav lepên wan dişemite û diçe. Ew deh sal îfadeya sedsalekê ye. 
 
Melîha Hurî Xanim 
 
Hembêzkirin başe. Ji bo pêşdarazan tar û mar bike gelek bi fêde ye. Bêguman ev ne pêvajoyek hêsane. Biyarên ku jiyana mirovan diguherin di vê nokteyê de tên girtin û di van nokteyan de dikare serkeftin pêk bê. Yek kesên girîng ya wêjeya ermenî ya hevdem Zabel Yesayan bi pirtûka xwe ya ‘Melîha Nurî Xanim’ di rihan de hejandineke wisa dike. 
 
Novella ji aliyê weşanên Aras ve hatiye weşandin û  Mehmet Fatih Uslu ji ermenkî wergerandiye û xwendinek wê ya siyasî û wêjeyî jî kiriye. Melîha Nurî Xanim keça malbateke navdar e, di dema şerê Çanakaleyê de li nexweşxana Gelîbolu hemşîretî kiriye û di koşkan de mezin bûye. Novella ji nîşeyên rojnivîska Melîha Nurî Xanim pêk tê. Nexweşxana Melîha Nurî Xanim lê dixebite, piranî leşkerên birîndar dibirinê û em di vê pirtûkê de dibin şahidê evîn û hebûnekê. Rastiya herî tund eve ku hemşîra ciwan tevî hemû tiştî carek din berê xwe dide Celaleddîn Bey yê ku ew terk kiribû û bi jinek din re zewicibî bû. 
Di şexsê Celaledîn de di esasê de rumeta wê ya jinê û hebûna wê biçûk hatibû xistin. Evîn û nefret di pirtûkê de pêş dikeve: “Celaledîn tu bûyî celadê jiyana min û ez ji kûrahî ji te nefret dikim. Di nav agir de û bi hezkirin nefret dikim. Bi hezkirin û nefretê êşê dikşînim. Ez dixwazim ji te xilas bibim. Lê dilê min dixwaze te bibîne.”
 
Melîha Nurî Xanim dixwaze rojekê Celaleddîn Bey biçe nexweşxanê lê qet naye. Lingê din yên pirtûkê jî Remziye. Li nexweşxanê doktor e. Lê Melîha Nurî Xanim tu car wek beg xîtabî wî nake; Remzî kurê baxçewanê koşkê ye. Her çiqas Remzî xwe pêş bixe jî bi Melîhayê re nakeve asteke wekhev. Remzî ji zarokatiyê de evîndarê Melîhayê ye. Ji bo Remzî, Celaleddîn travma herî mezin a jiyana wî ye. Her roj li baxçeyê koşkê bi heyranî Melîhayê temaşe dike. Rojekê Celaleddîn dibîne û Remzî neçar dimîne bireve. Têkoşîna Remzî wê demê dest pê dike.
 
Ji bo serhekîm Remzî serkeftinên leşkerî jî têde her tişt ‘hinek toza zêr e, wekê din tiştek nîne’.  Malbata wî ji Qeyseriyê dikeve riya tehcîrê. Nêzîkatiya Melîha Nurî Xanim a li dijî doktorê Ermenî li ser dijminahiyê ye. Tu sedema ku vê nefretê ava dike tunebû. Lê ermenîbûnê têrî her tiştî dikir û heta jî zêde bû.
 
Mehmet Fatîh Uslu raste rast ji ermenkî werdigerîne û ji bo berhemên paşgotineke berfireh dinivîse: “Zabel Yesayan di mînaka Melîha Nurî Xanim de sedema karasetê û ji karasetê hişyarbûnê di riyeke rast de vedibêje. Lê ger ku Melîha nirx û girîngiyê bide Remzî, wê sedema nefreta xwe ya li hember Doktorê ermenî jî bibîne û wê fêm bike ku Remzî ji Celaleddîn pir bi nirxtire.”
 
Lê Melîha Nurî Xanim vê pêngava ku jiyana wê ji kokê biguhere tu car navêje. Vê cesareta ku tu car bi xwe re nabîne, temenê wê her tim di xelata faşîstbûnê de mahkum dimîne. Ji ber vê jî mifteya ku Yesayan nîşan nade û bi Remzî bûye sîmge tu car nakeve dil û wijdanê.”
 
Melîha ji Remzî re dibêje ‘Roja borî doktorê ermenî li emelyatxaneyê ez hişyar kiribûm. Ez nefret dikim ji van dijminên dewletê. Ma tu ji Ermeniyan nefret nakî.” Lê ya hemşîre ew bû. Doktor bi mafdarî ew hişyar kiriye. Lê ji bo Melîhayê ew tenê Ermeniyeke û divê ew Ermenî hedê xwe bizanibe.
 
Zabel Yesayan ev tenê wek romaneke dildariyê negirtiye dest. Bêyî ku xwe bike sînorên ‘Tirkên kujer, ermeniyên qurban’ naqokî û tevliheviyan jî pêşkêşî xwendevanan dike. Ji ber vê jî aşkera ye ku derdê nivîskar bi baviksalarî û desthilatdariyan re heye. Ji xwe di hemû berhemên Yesayan de ev tablo dertê holê. Yesayan di gelek mînakan de Melîhayê bi naqokiyan re tîne rû hev. Yesayan Melîkayê bi van çend gotinan tîne ziman: “Bi rastî ji bo em xwe azad bikin divê em bi alavên şexsiyeta xwe vê pêk bînin. Bi tena serê xwe em kîne ku? Ya jinan daxwaz dikin yan jî dihêlin û diçin… Û di her du rewşan de jî jin kole ne! Dema mêrek ne li ser me be, em wek bêxwedî û bêçare dimînin, em xwe dibin tînin ku herî dawî yekî bibinin.”
 
Zabel Yesayan bi hevkariya Melîha Xanim serî hil dide. Û êdî çare namîne ku ew deng neyê bihistin; Lê emanetê me hemûyan hatiye kirin. Nêrin ku wisa wek pîrebok behsa "Emeniyên dîaspora" tê kirin. Ew hemû ewladên vê axê ne. Ji xwe li erdnîgariyên ku wek me dîrok ji berovajî hatiye vegotin de, roman û pirtûkên bîranînê yên pirtûkên dersan veşartine, her tiştî vedike. Ji ber vê jî wêje wek qeyda dîrokî ya ne fermî, dibe deng û bîhn, wateyên cuda dihewîne. Û hiş, yekanek warê ku nikare bê surgunkirinê dimîne. Te bi te tîne bibîranîn.