Faşîzm ji têkiliya navbera du mirovan dest pê dike

  • 09:01 13 Gulan 2022
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Êşa Frîda, evîna Vîrgînîa, lêgerîna Sîmon, bêhêviya Sîlvîa, bêbaweriya Tezer, tenêtiya Nîlgunê ye. Tirsa jinan a ji hezkirinê ye. Piştre jî hinceta têkoşîna jinê ye.  Bi rastiya mêr re rûhev hatin, naskirina cîhana hestên ku nayên nasîn û di her qada jiyanê de hebûna wê. Jin van hemûyan ferq dike. Bi ferqkirina vê bi têkoşîna azadiyê re hewl dide bigihêjîne çand û formên nû."
 
Nagîhan Akarsel
 
‘Ji jiyanek bi te re
 
Navbera me de ji dema Adem û Hewa heta niha 
 
Rakirina dirîyên reş yên hatine çandin
 
Hewceye dîwarên hatine bilindkirin bên rakirin
 
Ji bo vê;
 
Çîna yekem, serdestiya yekem
 
Têkbirina mêrên zalim û derewîn
 
Û agirê ku şaristaniyê diziye bê girtin
 
Ji bo vê;
 
Min pevçûneke bedelê hemû Prometheusan li ber çavan girt
 
Min cîhan li hember xwe dît
 
Û li warê Promethe bi xayînî dîl hatim girtin
 
Ey dayika pîroz,
 
Û jina hezkirinê”
 
Zayenda bûye alava desthilatdariyê bi îdeolojiya wê form qezenc kiriye. Ev îdeolojî zayendperestiye. Bi mîtolojî, ol, felsefe û zanistê hatiye rewakirin. Polîtîkayên beden û nifûsê, bi derewên evîn û hezkirinê serê wê girtiye. Ji ber ku ‘Hinek mêr evînê dikin odeyan û tarî dikin...’ û bi piştgiriya kevneşopiyan, bi hişmendiya ku li pişt wan pergaleke mezin heye, bi hostetiyek heybet û bixwebawerbûnê vê dike.  ‘Vekişandina jinan a ji kolanê’ planek bi hişmende. Li dijî vê sekneke îdeolojîk gelek girîng e. Lîberalîzm ne tenê keda jinê hemû beden û rihê wê dike meta û li dijî vê feraseta azadiya sexte divê feraseta azadiyek sosyalîzmê bê pêşxistin. 
 
Ji bo vê jî divê em torên têkiliya li dora jinê hatiye hûnandin çareser bikin û ev jî ji têkiliya zayendî ya navbera mêr û jinê dest pê dike. Divê li dijî vê em bibin xwedî hişmend. Wek Îngeborg Bachmann gotiye ‘faşîzm ji têkiliya navbera du kesan pêk tê’.  Îneborg di têkiliya wî ya bi Paul Celan re di 19 salan berdewam dike de, ji Paule re dibêj e ‘Tu ji bo min wek behr, çol û wek sirekî, her tiştî’. Paul jî dibêje ‘Taritiya ez dorpêç kirine pir kevn e’.  Ev gotina Îngebourg ji aliyê Abdullah Ocalan ve bi gotinên wekê ‘Ev nêzîkariya herî faşîzm a herî kevn a êrişkar ya li hember jinê ye’ temam dike.
 
Ji ber vê jî bi vê hişmendiyê ji aloziya di mijara zayendê re çareserî pêk anîn gelek girîng e. Ji ber zanînên me yên der barê zayendê de bi kodên koletiyê hatiye teşekirin, vediguhere gengeşiya em navbera xewn û kabus, xeyal û rastî, jintî û dayiktiyê de dijîn. Xwebûn ya tê weteya kirdeyê jî di vir de derdikeve pêşberî me. Ev têgeh yekitiya fikr û hestên me jî ferz dike. Ji ber ku fikrên me her çiqas pêşketibin jî em xwe bi hestên xwe nas dikin. Em fikrên xwe bi hestên xwe dikin jiyanê. Daxwaza me ya em dixwazin çi bijîn, di vê esasê de biryara wê tê dayîn.
 
Qada hestên têr û tije zayendî
 
Ger hestên me di bin dagirkirinê de be em nikarin vê bikin. Aloziya herî mezin a jinan ji vir dest pê dike. Ji ber zayendî qada ku hest têde têr û tije ye. Enerjiyek jiyanê ye. Naskirina vê enerjiyê, pîvana mezinbûna hestên me an jî biçûkan wê ye. Biçûkbûn û zivikbûna hestan, pêvajoyên avakirina psîkolojîk ya bizanebûn ji aliyê kapîtalîzmê ve hatiye avakirinê ye. 
 
Bênirxbûn, bi fikarbûn, rewşa rihekê bêbawerî, ecibandin, hezkirin, tercîhkirin û her wiha gelek hestên din ji aliyê kapîtalîzmê ve bi zanebûn tê afirandin. Wek cîhana zîhnî cîhana hestan jî hatiye afirandin. Mînak têgeha hîsterî ya tê wateya lehiya hestan di sedsala 19 û 20’an de ji aliyê jinan ve pir hatiye bikaranîn. Foucault diyar dike ku bedena jinan di sedsala 19’an de ji pêvajoya hîsterîkbûnê re hatiye ferzkirin. Freud ji bo başkirina jinên hîsterîk psîkanalîzê pêş dixe. Nivîskarên femînîst diyar dikin ku jin di sedema modern de jî ji aliyê psîkologan ve wek hîsterî û dînbûnê tên venasîn. Di heman demê de femînîst bêçaretiya jinê û texrîbatê jî wek protesto digirin dest.Venasîna hîsterîk ku dibêje jin ji zayendî têr nabin jî dikare mînak bê nîşandan.
 
Lê ‘ji bo jinek jinan evîn/ bê xewn bê tirs razane’. Dema aqilbalixiyê de jinek şoreşger dibêje zayend çiye û amûjna wê dibêje ‘tiştekî wisa  xweşe, mirov dibêjin qey dimrin’. Vê meraqa xwe ya bi zewacê dike tecrube, bi rastiya mêrê ku îxanetê li ax, malbat û hevalên wê dike vediguhere kabusê. Êşa Frîda, evîna Vîrgînîa, lêgerîna Sîmon, bêhêviya Sîlvîa, bêbaweriya Tezer, tenêtiya Nîlgunê ye. Tirsa jinan a ji hezkirinê ye. Piştre jî hinceta têkoşîna jinê ye.  Bi rastiya mêr re rûhev hatin, naskirina cîhana hestên ku nayên nasîn û di her qada jiyanê de hebûna wê. Jin van hemûyan ferq dike. Bi ferqkirina vê bi têkoşîna azadiyê re hewl dide bigihêjîne çand û formên nû. Dikeve lêgerînê.  Ev dibe têkoşîneke ku dibe terza jiyanê. Wek etîk estetîk, bi narînbûna hunermend hişmendiya afirandina mêrê ku jê hez dike û pê bawer dike, esas digire. Ji ber vê jî ji nûve avakirina têgeh û kuramê, tê wateya fêmkirina çîroka xwebûnê. Ev jî tê wateya ku ji nûve hemû têgehên hest, hezkirin, evîn û yên din bê dest girtin.
 
Deng, tehm, bîhn, dîtin û hîskirin ku hestên me ne, cîhana zîndî ya gerduna em tê de dijî ne. Dema zindiyek bi cîhanê re dikeve têkiliyê vê bi hest û enerjiyê pêk bîne. Di ferqa vê de bûyîn tê wateya ku wateyê dide hebûna xwe. Ji ber ku ‘ tu parçeyekê ku ne di rewşa hest û nêrînan de ye, yekitiya wê ya made û enerjiyê jî tune.’ hest parçeyên bibandor yên zindîbûnê ne. 
 
Zayendî jî wek birçîbûn û ewlehiyê hewcedariyeke. Ev di heman demê de têgehên ku zekaya hestî îfade dike ne. Zekaya hestî zekaya ji dil e. Çawa di bertek û bandorê de bi hestan fikrandinê îfade dike parastina jiyanê ye. Zindî di destpêka şoreşê de pêş ketiye û hevsenga xwezayê şopandiye xurt û yekbûyiye. Kar û barên jiyanê yên esas yên wek hestan girêdayê asta pêşketina vê zekayê ye. Di heman demê de pêşketina zekaya hestî yekitiya navbeta hestan jî pêk tîne.  
 
Di her asta civakîbûnê de bi norm û rêbazên cuda enerjiyeke bi ahlaq ve hatiye girêdanê ye. Di bin navê azadiyê de bazirganiya hestan têkirin. Naveroka hestan vala dikin û dikin alava esas a bazarê. Zayenperestiya ku ji koletiya jinê û serdestiya mêr xwedî dibe, nasnameyên jin û mêr dikin pirsgirêk û ev polîtîkayek bi zanebûn tê kirinê ye. Zayendê dikin pirsgirêk û ev jî tê wateya ku zayendperestî neyê dîtin. Wek Foucault gotiye ‘avakirina qadeke biyo-desthilatdariyê ye’.  An jî  wek Cleude levî-Strasuss gotiye qûtkirina zayendê ya ji civakê ye.